Pêşgotina wergera kitêba Gilgamiş

Pêşgotina wergera kitêba Gilgamiş

Salih Bozan, nivîskar

Xwendevanên hêja, wek hûn dibînin, nivîskarên me yên nû peyda dibin. Nivîskar Salih Bozan yek ji wan e. Wî tevaya kitêba bo dîroka me giring Gilgamiş wergerandîye kurdî û bi peyamekê berpirsyarê malperê ra hate girêdan û pêşnîyareke ha kir:

-Eger weşanxaneya RIATAZA heye, ez hiz dikim ku hûn vê wergera min çap bikin, hilbet eger werger bi dilê we be.

Me bersîva wî da, ku vê gavê weşanxaneya me tune, lê em dikarin wergera te beş bi beş di rûpelên xwe da çap bikin. Ew bi me ra razî bû û tevaya wergerê me ra şand. Me çavek lê gerand û texmîn kir ku wergereke delal e.

Emê îro pêşgotina kitêbê bo we çap bikin. Di rojên pêş me da jî emê dest bi weşana beşên pirtûkê bikin. Fermo! 

P ê ş g o t i n

Çîroka Gilgamiş di koka xwe de someriye (Somerion). Lê di welatê Mezobutamiya de (Mesopotamia) berdewam bûye, fireh û kûr bûye. Weke em dizanin, despêka gelê somerî ji hezarê şeşan berî zayînê despêdike. Di kultûra somerî de ya gihîştiye me, tê gotin ku wan bawer dikir, ew mîratxurên şaristaniyeke zengîn a kevnar in. Wan texmîn dikir ku “Serdemeke Zêrîn” a kevnar berî wan hebû. Di wê serdema zêrîn de, mirov di aştî û lihevkirinê de dijiyan. Ne tirs hebû, ne xemgînî, û ne hingirî. Lawiran mirov nedixwarin. Gerdûn giş xêr bû. Gor nêrîna wan mirov giş bi zimanekî daxifîn, û ji Yezdan Enlîl (Enlil) re perestî dikirin. Ev wêneya xewnî ya bedew di sawirê gêlên kevnar de gellek xort bû. Loma em dibînin ku destana Gilgamiş gor ramanên xwe, vê texmînê tîne ber çavan.

Zanyarên pispor nivîsa vê destanê vedigerînin berî 4000 salan. Yanî di salên (2000-1500) berî zayînê. Wê çaxê dîroka nivîsê ne pir kevin bû. Ew karekî pîroz bû. Gor dîroknasan despêka nivîsê ya siftehîn vedigere 3500 sal berî zayînê.

Zanyar gellek li ser kesayetiya Gilgamiş rawestiyan. Lêkolînên dîrokî û ramyarî li ser kirin. Pirsa girîng: Gelo Gilgamiş kesekî ji endîşeyên gel derketiye? Bi wateteke din gel ev efsan û destan afirandine, yan jî, bi rastî di dîrokê de kesekî weha hebûye? Tê gotin ku Gilgamiş şahê pêncemîn piştî Tofana Mezin yê gelê somerî bû. Ew şahê dewletbajarê Urokê bû. Bi demê re zêdetirîn navdar bû, û endîşeyên gel gellek çîrok li ser afirandin.

Bêguman bûyerên destanê vedigerin demeke pir berî ku hatiye nivîsin. Ew bi devkî, wek çîrok, stran, û helbest gellek kevin e. Cawîdana wê ji dozên ku li ser rawestiya tê. Ev dozana, mirov ta niha li ser mijûl dibe û ji balên wî naçe. Belam hîn bandora xwe li hest û ramanên me dike, em kanin bibêjin ku rewşenbîrên nûdema me, kesên ev destan nexwendiye pir kêmin. Ji ber ku nimoneyeke ji zanistiya mirov a berî zêdeyî çar hezar salan gihîştiye me. Kultûra kevnar li cem me pir hêjaye, ji ber ku zarokiya hişên me raberî me dike. Di vê destanê de, gor zanyarê Suriyê Fîras Sewah, Gilgamiş mirovê “giştiye”, gelemperiye. Ew yê ku dewrana jiyana me ravakiriye. Ew dewran a hemû mirovan li ser zemîn e. Bi wateyeke din Gilgamiş nimûna her mirovekiye.

Destan li ser dozên mirov yên bingehîn radiweste. Weke pirsên jiyanê, mirinê, piştî mirinê, û cawîdanê. Bi taybetî nakokiya mirov ji destneberdana heyînê, ji bo li vê cihanê abedîn bimîne. Bi vî awayî, em kanin bibêjin ku destana Gilgamiş tiracîdiya mirovahî ya ji despêka zanistiya wî derket û ta niha berdewam dubare dibe.

Pirsên destanê rûpela siftehîn ya dîroka ramanê mirov e. Ji wê çaxê de lojîk û nelojîk di mejiyê mirov de bi hevdu re peydabûye, û weke du zarokên tacêwî ta niha bi hevdu re dijîn.

Eynî ku mirin dozeke xwezayiye gor mejiyê mirov û ramanên wî yên lojîkî, lê dîsa dimîne razeke hestên me tewşemewşî dike. Gellek hêvî û dxwazên me di me de dişikîne.

Herçawe mirin rivjênîne, û mirov nagihêje jiyana cawîdan, de wê çi bike? Çawa jiyana xwe li vê cihanê derbaske. Gava Gilgamiş bi poşmanî vegeriya, bersiva van pirsan jina meyxanê Sêdorî jê re got: Gerek tu bi temamî û kûr jiyana xwe bextewer bijî. Kiryarên lehengî bike, dê navê te di bîranînan de bimîne. Ew jî hawiyekî cawîdana ku tu lê digerî.

Gelên di paş afirandina vê destanê de li ser gellek dozên gewherî yên din mijûl bûne. Wek dostanî, evîn, kînkêşî, hêvî, dilşewata vegera bîranînan, lehengî, ceng û dîlokên li ser miriyan. Di destanê de, em kanin asta baweriya olî ya mirovên wê demê bizanibin. Ramanên wan ên li ser jiyanê, li ser gerdûnê, li ser rewş û stiruktura (çîn) civaka wan.

Dozeke girîng a din di vê destanê de heye. Ew jî çîroka Tofana Mezin e (Tofana Nuh). Ji me ve xuya dibe çendîn Tofana vê destanê û Tofana Nûh a Tewratê (Bible) nêzikî hevin. Gor zanyarê Êraqî Taha Baqir (1912-1984) ev herdu çîrokên Tofanê yek in. Ew bûyereke dîrokiye di demeke pir kevin de qewimiye. Weke ku bûyereke bandoreke mezin li wê herêmê kiriye. Ziyaneke bêhûde gîhandiye xuristiyê û mirovan e. Loma ji mejiyê mirovan neçû û bîrnebû. Herweha nifşekî li pey nifşekî çîroka Tofanê gotiye û weha gihîşte me. Gor vî zanyarê Êraqî, ew texmîn dike, ku ev bûyera, zeman de li başûrê Êraqê bi rastînî qewimiye. Dibe ku vedigere salên 3200 berî zayînê. Û bi çîrokan li cihana kevin belav bûye, heta gihîşte Hindê.

Navê Gilgamiş û lehengiya wî berfirehî ketiye wêjeya netewên cihana kevinar. Loma çend tekstên çîşkî cûda yên vê destanê hene. Lê tekstê bi zimanê akkadî bi temamî gihîştiye me. Dîroka dîtina vê destanê ne kevin e. Êdî nase, ku ev têksta akkadî li ser danzdeh depreşên qermîtî bi tîpên mîxkî hatiye nivîsîn. Di sala 1853 de, zanyarekî aşûrî li Êraqê bi navê Hurmiz Rassam (1826-1910) li van depreşan rast hatiye. Paşê hat wergerandin ser zimanan. George Smith (1840-1876) ev destana ji zimanê akkadî wergerand zimanê inglîzî. Gellek wergerên erebî hene. Gor nêrîna min, wergera hêja û navdar a zanyarê şûnwaran ê Êraqî Taha Baqir e. Wî ji zimanê akkadî bi şêweya helbestî wergerand erebî. Wergereke ramyarê surî Fîras Sewah jî heye. Wî jî wek helbest wergerandiye. Lê wî ji zimanê inglîzî wergerandiye.

Weke em dizanin ev destana di koka xwe de bi helbestî hatiye nivîsîn. Lê min xwest wek çîrok bi şêweya bexşînî wergerînim û daner bikim. Min ji gellek çavkaniyên erebî çîrok berevkir û wergerand kurdî, û pêşkêşî ciwanên kurd bikim. Zêdetirîn min ji wergera Taha Baqir a erebî wergirt. Di vê pêşgotina xwe de, min gellek zanişmendî ji pêşgotina Taha Baqir ya erebiye birin. Hemû şîroveyên li dawiya her beşekê, ew şîroveyên Taha Baqir û Fîras Sewah in. Weke min li jor got, min destan ji helbestê guhart şêweya pexşane. Di nav wergerê de, hinek kît weke helbestan min wergerand, ji ber ku gor nêrîna min, ew kîtên zêdetirîn hêja û bedew in.

Ev destana hatiye wergerandin bi kurdî jî. Mamusta Dehham Ebdil Fettah (ji Kurdê Suriyêye) têksta Fîras Sewah bi temamî wergerand kurdî. Kawa Nemir (ji Kurdê Tirkiyêye), wî jî, ji ingilîzî wergerand kurdî. Ev herdu têkstên kurdî weke helbestê hatine wergerandin. Lê herdu têkst bi dijwarî tên xwendin. Loma herdu werger pir nehatin xwendin. Cûdahiya wergera min ku ew weke çîrokekê ye û min bi zimanekî hêsane nivîsiye.

Hêvîdarim ev şêweya min zîdetirîn bigihêje xwendevanên ciwan.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev