Piştî herifandinê peykerê Ehmedê Xanî nehat danîn!

Piştî herifandinê peykerê Ehmedê Xanî nehat danîn!

Mehmed Salih Bedirxan

Peykerê Ehmedê Xanî yê beriya bi salekê li navçeya Bazîdê ya Agirîyê ji aliye şaredariyê ve hatibû rûxandin, careke din nehate danîn. Herwiha ligor zanyariyan li şûna peyker restorantek hatiye vekirin.

Peykerê helbestvanê kurd Ehmedê Xanî yê li navçeya Bazîda Agiriyê di nava Parka Ehmedê Xanî de cîh digirt, di 22ê Hezîrana 2017an de ji aliye tîmên şaredariyê ve hatibû xirabkirin. Xirabkirina peykerê Ehmedê Xanî piştî teyînkirina qeyûmê li şuna şaredarê navçeyê Rohat Ozbay pêk hatibû. Herwiha liser nerazîbûna xelkê navçeyê û bertekên di medyaya civakî de qeyûmê Bazîdê Ulaş Akhan bi daxuyaniyekê aşkere kiribû ku peykerê Ehmedê Xanî di dema xebatên xizmetguzariyê de ji aliye tîmên şaredariyê ve “bi xeletî hatiye xirabkirin” û wê ew di demeke nêzde peykerê Ehmedê Xanî dîsa li cihê wî deynin.

Ligor zanyariyan herçend zêdetir ji salekê di ser ruxandina peykerê Ehmedê Xanî derbas bûbe jî heta niha bo danîna peykerê Ehmedê Xanî ti xebateke şaredariyê tuneye.

Atmaca: Li şûna peyker restoran hatiye vekirin

Serokê Komeleya Evdalê Zeynikê Fehmî Atmaca derbarê rûxandina peykerê Ehmedê Xanî û nebûna ti tevgereke şaredariyê bo peyker ji malpera me Riataza re axivî. Atmaca rûxandina peykerê Xanî û îddîayên şaredariyê weke bêhurmetî binav kir û wiha got: “Rayedarên Şaredariya Bazîdê bi xirabkirina peykerê Ehmedê Xanî helwêsta xwe beramber kurdan û kurdî nîşan dane. Îddîa kirin ku wê peyker dîsa bînin û li cihê wî deynin. Bes heta niha ew peyker çênekirine û li şûna peyker aniha restorantek çêkirine. Peykerê Xanî divê bi tenê ne li Bazîdê li hemû bajarên Kurdistanê bê danîn. Xanî feylesofê kurdan, helbestavanekî mezin  û hostayê edebiyata kurdan e. Pêwîst e kurd derbarê vê meseleyê de hesas bin. Em ê weke Komeleya Evdalê Zeynîkê bidin dû vê meseleyê û liser bisekinin.”

Qeyûmên li şûna şaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) hatibûn tayinkirin beriya niha li Amedê Peykerê Lamassu, li Cizîrê Peykerê Orhan Dogan li Parka Koşuyolu ya Amedê Peykerê Roboskî, li Qoserê Peykerê Ugur Kaymaz rakiribûn. Herwiha navên gelek park û kolanên bi kurdî jî guhertibûn. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev