Diyaspora xurt – ew pişta xurt e. Mirov nikare bê pişta xurt xwe biparêze

Diyaspora xurt – ew pişta xurt e. Mirov nikare bê pişta xurt xwe biparêze

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 38

 

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 38an ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.



Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê, zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemû parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdaren delal, bi dirêjaya dîroka kurdaye pir zehmet u dijwar de, Kurd bi hezaran kîlometir ji Kurdistanê dûr gelek caran sirgûn bûne, koç kirine ku ev jî bûye sedema avakirina gelek wargehên kurdî.

Wargehên Kurdan yên dervayî Kurdistanê ku ziman û erf-edetên xwe parastine ev in: Ermenistan, Gurcistan, Rusya, Azerbaycan, Tirkmenistan, Qirgizistan, Qazaxistan, Yemen, Belûcîstan, Efxanistan û Libnan. Yek ji wargehên herî girîng yê Xoresanê ye, ku di sedsala XVIIan de Kurdên ji aliyê Șah Abasê îranî ve hatibûn sirgûn kirin, lê hatine bi cîh kirin. Jimara Kurdên li Xoresanê îro milyon û nîvek derbas kiriye, ku her bi zimanê xwe (kurmancî) dipeyivin. Kurdên Anatoliya navîn jî, ji eșîrên ku ji aliyê osmaniyan ve hatibûn sirgûn kirin û li navçeyên Qonya û Enqereyê hatibûn bi cîh kirin pêk tên. Van Kurdan jî, ziman û adetên xwe her parastine.

Diyasporaya kurdî ya ku li Ewropayê pêk hatiye bûyereke nû ye. Kurdên li Ewropayê di van bîst-sîh salên dawîn de, bi giştî ji ber sedemên siyasî koçber bûne. Dibe ku di nav wan de parek jî ji ber sedemên aborî ji bo xebatê çûne Ewropayê, bi taybet Almanyayê. Di salên 1960an de, Kurdên Tirkiyê û Kurdistana Bakur pêșî weke karkerên koçber hatin Almanyayê, pașê jî welatên din ên Benelux, Awisturya, Siwîsre û Fransayê. Piștî Șoreșa îslamî ya li Îranê, di 1979an de, derbeya eskerî ya li Tirkiyê, șerê dirêj ê di navbera Îraq û Îranê de û Enfalê ya kokbirina Kurdan bi destê rêjîma Îraqî di salên 1986-1990an de, pêlên li pey hev ên penaberên siyasî yên Kurdan gihîștin Ewropaya Rojava û pir hindik be jî Emerîkaya Bakûr. Destpêkirina valakirin û wêrankirina gundên Kurdan ji sala 1992yan de li Kurdistana Bakur, siyaseta kuștina kurdan ji aliyê tîmên kuștinê yên hêzên tirk ve û ji sala 2011ê de șerê li Sûriyê koça Kurdan a ber bi Ewropayê ve hîn jî zêdetir kirin.

Kurdên Ewropayê ne tenê ji çar parçeyên Kurdistanê hatine. Her wiha di nav bîst salên dawî de ji Qafkasê, ji Rusya û Asyaya Navîn jî hatine û hêjmara dewletên ku Kurd jê hatine ji dehî (10) zêdetir e. Beșek wan Kurmanc e, hinekên wan Soran û Zaza ne. Hinek Misilman, hinek jî Elewî, kakayî û Êzidî ne. Kurdên Ewropayê ne tenê karker û penaber in. Bi sedan Kurd akademisyen û karmend in û her yek bi kêmanî bi du-sê zimanan dizanin û diaxivin. Gelek ji wan bûne hemwelatiyên dewletên Ewropayê, xwedî dengdayîn û hilbijartinê ne. Hêzek gelek aktîf û çalak e û xwediyê bi sedan komel, sazî û federasyonan e. Eger ev hêz u rexistinên kurd li dervayî welat di bin siwanekê de, di konfederasyonekê de bê ba hev, dikare gelek tesîr li ser siyaseta dewletên Ewropayê li beramberî Kurdistanê bike û rolek mezin bilêyize. Dikare di parlamentoya Ewropayê de bi cîyê çend parlamenteran bigre. Û Kurd wek netewek serbixwe û taybet bên naskirin. Kurd, ne Tirk in, ne jî Faris û Ereb.

Lema pir giringe, ku berî 3 mehan, 10ê sivata 2018 Federasyona Komeleyên Kurd li Swêd li Stockholmê ji bo avakirina rêxistineke navendî ji bo kurdên hemû dinyayê civînek pêk anî.
Civînê biryarek girt ku Kurdên Ewropa jî di bin sîwan, platform û mekanîzmeke hevbeș organîzasyoneke navendî bi navê Konfederasyona Kurdên Evropa de bên ba hev û hêza xwe bikin yek.

Civîn bi beşdariya 14 rêxistinên demokratîk yên Kurd li 8 welatên curbecur hat li darxistin. Beşdarên civînê bûn: Federasyona Komeleyên Kurd li Swêd, Federasyona Komeleyên Kurd li Danmark, Kurdish EU Society, Rawenda kurdên Norwej, Federasyona Komeleyên Kurd li Finland, Hevkarî, Civata Kurd li Almanya, Komkar EU, Federasyona Kurd li Rusya, Hevaltî, Yekîtîya Ciwanên Demokrat – Rojava, Federasyona Kurdên li Kazakistan, Federasyona Kurdên li Kirgizistanê.

Konfederasyona Kurdên Evropa rêxistinek sivîl û civakî ye, bi tu awayî girêdayî tu partiyên siyasî û dezgehên olî û îdeolojî nîne.

Konfederasyona Kurdên Evropa li ser prensîpên demokratîk karê xwe dimeşîne û dixwaze di pirsa kurd de rola xwe bilîze û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li çar parçeyan, projeyekê dayne pêşiya xwe, ku ev jî bandorê li dewletan û herwiha Yekîtiya Ewropayê bike. Bê guman ev hêzeke girînge û potensîaleke mezine di vê qonaxê de. Lema jî di serdema me ya niha de hîn zêdetir pewîstîya organîzasyoneke wek ”Konfederasyona Kurdên Evropa” hebû.

Konfederasyona Kurdên Ewropa dikare bo berjewendiya Kurdan, bo lobiyek xurt, peydakirina dost û hevalan, agahdarîkirina raya gistî ya Ewropayê û bo alîkarî û pistgiriya hemû beşên Kurdistanê kar û xebat bimeşîne. Civînê biryar da ku haziriya civîneke berfirehtir di salvegera referandûma dîrokî ya Kurdistana Başûr, 25 îlonê de li Brukselê pêk bîne.

Guhdarên hêja, jibo standina agahdarîyên zêde derheqa armanca damezirandina konfederasyona kurdên Evropayê, derheqa pilan û projeyên vê saziyê radyoya Riataza qirar kir hetanî civîna berfireh ku 25 îlona îsal de li Bruksêlê pêk bê, li ku wê ev sazî bi fermî bê qeydkirin, li gel hemû serokên wan komele û rexistinan ku li konfederasyonê de cihê xwe girtine gotubêjan bike. Hefteyek berî wê mêvanê bernameyê serokê Federasyona Komeleyên Kurd li Fînlandê birêz Welat Nehrî bû.

Îro mevanê bernameya “Civak u seyaset” e serokê Federasyona Komeleyên Kurd li Danmark, endamê Partiya Azadya Kurdistanê (PAK) birêz Ednan Axacan.

Birêz Axacan re ji stûdyoya radyoya Ria taza li bajarê Kopenhagên ya Danmarkê, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên serokê Federasyona Komeleyên Kurd li Danmark birêz Ednan Axacan bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev