Di çîrokên Sîma Semend de folklora kurdî -2

Di çîrokên Sîma Semend de folklora kurdî -2

Welat Agirî, nivîskar

Dema mirov li serpêhatî, çîrok û romanên kurdî dinhêre, tê dîtin ku taswîr û salixdayînên herî rind û serkeftî yên derbarî jiyana gundîtî û xwedîkirina sewalan e. Ev rewş, ne bi tenê li çar perçên Kurdistanê, herwiha di nav kurdên Ermenîstanê jî tê dîtin. Sîma Semend, ku kurdeke Ermenîstanê ye, di çîrokên xwe de bi awayekî zelal dotina pêz, çêkirina qatix, veqetandina toxavkê berpêşê xwendevana dike:

Zeynebê nizanîbû ji şabûnê çi bikira. Wê Sêvê da rûniştandin, hahaka av anî; mêvanê serûçavê xwe şûşt. Paşê sifre danî ber. Sêvê xwarin hindik xwar lê tasa qatix kişande ber xwe. Zeynebê pez dot û berda, paşê dest pê kir ku şîr li sêbêratorê bixe. Sêvê kir, ku ew destûra wê bide da alîkariya wê bike. Zeynebê xatirê wê neşikand, Sêvê dest pê kir milê sêbêratorê bada. Gava toxavik ji şîr veqetiya, di aliyekî da hat û şîrê binî jî di aliyê din da. Sêvê nolî zaroyeka çav bi xişmişkên bedew bikeve û firnax be timakar lê dinihêrî.

Sîma Semend, dîsa di rûpeleke din de, tiştên di taştêya kurda de bi gelemperî tên xwarin radixe ber çavan, ku hemû jî ber û mehsûlên sewalan in:

Heta ew hatin Zeynebê êdî teştê hazir kiribû. Hêkerûn ji wan ra çêkiribû, toyê qatix, hingiv, feraqek jî toxavka teze danîbû ser sifrê.

Gelê kurd gelekî kevneşoperest e, ku bi bendekî zexm bi erf û edetan ve hatiye girêdanê. Xasma jiyana jina kurd ji dilxweziya wê zêdetir, li gorî edetên civakê û bi peyva – gelo xelkê çi bêje – şikl û qalib digire. Nivîskara kurd jî di çîrokên xwe de li ser vê mijarê disekine, ku dixwaze bi qelemê ji me re çend gotinan di derbarî zor û zordestiya li ser jinê bike. Di çîroka yekem de, Xezal û Karê hevalên hev ên lîsê ne. Bavê Karê li dijberî xwendina keçan ya zanîngehê ye, îzin nade Karê perwerdehiya xwe bidomîne. Dema Xezal di betlanê de ji zanîngehê vedigere gund, dibîne ku Karê dane mêr. Hevala wê ya ji xwendinê bêpar weha gilî û gazinên xwe ji Xezalê re dike:

Xezal can, tu nizanî bavê min çi anî serê min? Ma min ew xort nas dikir, qet di xewnên şevan da jî ew nedîtibû. Paşê bila yekî pak bûya, bila min bizanîba? Kul ew kul e, qet nizane ez heme yan tuneme! Ez nizanim bi ku da herim, çi xweliyê li serê xwe bikim; wî bihêlim û bêm, nabe. Ez ji navê xwe şerm dikim, ê sibê bikin şerm û bidin ruyê min, nehêlim neyêm jî ez ê li wir ji dest herim. Ez awa ketime orta du keviran, nizanim bi kîjan aliyî da herim?

Nivîskar di çîrokên xwe de li ser qelen stendinê jî disekine, bi axaftina bavê Xezalê, qala qilêrî û nebaşiya qelen dike. Lê di çîrokê de xizm û cînarên wan, qîza bê qelen wek keseke bê rûmet dibînin û wê dîtin û baweriya xwe jî bi soz û gotinên bav û kalan piştrast dikin:

Gava Xezal û Mecîd hatin, çend cînarên wan di malda bûn, dîtin, ku çiqas hûrûmûr, kinc, rihal ji Xezalê ra kirîne. Cînar zendegirtî, şaş bûn. Surmê, cînara wan di cîh da nêzîkî wan bû, got:

– Ê…, Mecîd birê min, tu dibêjî, ku te qelen nestendiye, lê çima te ewqas tişt kiriye? Ez bi serê kurê we kim, birê Mecîd, tu zulmê dikî! Meriv rabe qîzê bê qelen bide xelkê û di serda jî malekê pê ra dayne? Na, qurban tu carî wisa nabe. Tu bi vî awayî bi hurmeta qîza xwe dileyizî, tu qîza xwe sivik dikî. Qîza bê qelen bê rûmet e, birê min! Tu çawan ji Xwedê natirsî û qîzeke nolî Xezalê bê qelen didî?

Gava Mecîd ev gotin bihîstin, pirr aciz bû, hêrs hatinê, lê xwe zeft kir û got:

– Xuşkê, ew zeman êdî çûn, zemanê qelenê qilêrî çû, ez niha tu carî nikarim qîza xwe bi qelen bidim. Li gor gotinên te gereke min Xezalê bi peretî bida, paşê jê re cihêz bikiriya? Min ê bi çi dilî hebûna wê mala ku qîza min ê herê talan bikira? Min ê qîza xwe bişanda ser maleke req û rût? Paşê ez ê bi çi rûyî biçûma mala wê, min ê çawan li mêrê wê binhêriya? Ez ê bi çi rûyî li qîza xwe binhêrim? Ma ev qîz dê nebêje, gelo ev bav bû yan tucarê merivan bû, mala mêrê min talan kir û ez paşê dame wî. Na, xuşka Surmê, bi texmîna min, min zaf baş kriye, bila li hev pîroz û mubarek bin. Bila herdu ji hev ra baş bin, ew ji min ra hêjaye malê dinê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev