Pirsa we û bersîva me – 85

Pirsa we û bersîva me – 85

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsa Qemberê Aşîtî ji Endîwara Kurdistana Rojava ha da:

 

Pirsa Qemberê Aşîtî û bersîva Nura Şane

 

Pirs: Gelo hûn dikarin çend îzbatîyên bi bawer bînin, ku em li cihanê xwe wek miletekî kevinare bidine naskirin?

 

Bersîv: Fermo, çend îzbatî:

 

…warê cîwarbûna mirovatîyê yê herî kevin li Kurdistanê ye. Rohilatzan û arkeologên (erdvekolanên) Amerîkayê û Almanîyayê dema lêgerînên xwe yên li gundê Çayênû, ku li ser deşta Erxenîn (bi kurdî Hîlal e) û nêzîkî çemê Dicle û bajarê Dîyarbekirê ye, xanîyekî bi 3 hezar mêtrên çargoşe dîtine û hatine ser wê bawerîyê, ku cara pêşin weke 9 hezar salan pêşda li ser wê axa Kurdistanê merîyan xanî lê kirine. Hetanî niha medenîyeta here kevin, ku hatîye dîyarkirin, ev e. 

 

…di cihanê da cara pêşin qanûna (biryarname) bi nivîskî Hamûrabîyê ji Babîlonê (Mesopotamîya) çar hezar sala pêşda derxistîye. Ew der axa Kurdistana Başûr ya îroyîn e. 

 

…li gor têorîyayên salên dawî, hemû gelên hindawropî ji der-dorên wilayetên Mûşê û Wanê (Kurdistana Bakur) derketine û paşê belayî li Awropayê bûne. Derheqa vê yekê da di gotara zanyarên Sovyeta berê T. M. Camkrelîdzê û V. V. Îvanov da tê gotinê, ku di hejmara 117an ya rojnama “Cumhurîyet” (tebaxa sala 1990î) da çap bûye. 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev