Serleşkerên Padîşaha Gurcistanê Tamara xanimê kurd bûne

Serleşkerên Padîşaha Gurcistanê Tamara xanimê kurd bûne

Kurd û Kurdistan di pirtûka zanyarê gurcî da

Têmûrê Xelîl

Van dawiya, di hevdîtina min ya bi kurdên Gurcîstanê ra, ez pê hesiyam ku sala 1979’an li paytextê Gurcistanê ji aliyê weşanxana Zanîngeha Tbîlîsîyê ya dewletê da pirtûka zanyarê gurcî yê bi nav û deng, akademîk Şota Mesxîa, ya bi navê “Rewşa polîtîkî ya hundur û di sedsala 12’an da qeyde û qanûnên li Gurcistanê” çap bûye û li wir malûmatîyên balkêş hene derheqa kurdan û Kurdistanê da.

Ez beşa di wê pirtûkê da ya derheqa kurdan û Kurdistanê da raberî we dikim:

“Dawiya sedsala 12’an, nîveka pêşin a sedsala 13’an da di nava polîtîka Gurcistanê ya hundur û der da mirovên dîwana Qiralîyetê da yên herî bi nav û deng malbeta Mxargrdzêliya bûye. Weke dixuye karkirina wê malbatê rolek mezin di dema serkarîkirîna Tamara padîşahê da leyist. Pêwîst e destnîşan bikin ku serleşkerên Qiralîyetê, ku neferên binemala Mixargrdzêlî bûn, xwesma lawên wî Zakariya û Ivanê (bi kurdî Zihar û Ibo. – not ya T. X.) di hindava dîwana padîşahê da gelekî amin bûn. Zakariya karekî mezin ji bo azadiya herêmên Gurcistanê kir. Ew herêmên ku berê di bin nîrê tirk-selçûkiyan da bûn, wî ew gîhandine Gurcistanê.

Gorî malûmatîyên dîrokzanên Tamara padîşahê, giregir û beg û begleran zên û helaliya Mixargrdzêliyan bilind qîmet kirine. Hewaskar e pirsa esil û cisinê Mixargrdzêliya: ji îzbatiyên dîrokî xuya dibe, ku pêşiyên Mixargrzêliyan ji zureta qebîleke kurdan bûne.

Ewana hela ser axa kal û bavan ayîna dîné xaçparêziyê qebûl kirinê. Lema mecbûr bûne dest ji welatê xwe bikşînin û di nîveka sedsala 11 ‘an da cîguhastî Pişkavkazê bibin. Mixargrdzêlî xurû paşnavê bi awayê gurcî ye û dide xuyakirin, ku hela di demên buhurî da ew binemala kurdan dînguhastî bûye, bûye gurc.

Di vê pirtûka zanyarî da tê gotinê, ku dîrokzanê gurcî yê mezin Îvan Cavaxîşvîlî gotiye, ku Mixargrdzêlî kurd in û eva yeka ji sedî sed e, hela em dikarin bêjin, ku wisan e, weke du caran dudu dike çar û di vê pirsê da munaqeşekirin bê maneye.

Not: gotina ”Mxargrdzeli” tê maneya ”Çepildirêj” ku em di folklora gelê xwe da gelek cîyan rast pê tên.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev