Intelektuelek: Kurdistan bi destê Amerikayê û Israelê çêdibe!

Intelektuelek: Kurdistan bi destê Amerikayê û Israelê çêdibe!

Suleiman Sulevani, lêkolîner

Di gotubêjekê de, intelektuelekî hêja têzeke balkêş anî ortê û got:”Kurdistan ne bi destê kurdan, bi destê Amerikayê wê çêbe!”. Erê, ne dûr e, hêz û metodên Amerikayê hene û ew bixwazin dikarin kurdan lihevbînin û wan bêgav bikin xwe li rêya serxwebûnê bigrin. Jixwe Israel vekirî şevûroj piştgiriya xwe bo dewleta kurdî tîne ziman. Her kes dizane bandora Israelê li Amerikayê çend mezin e. Ev têza han pitir hat berçav piştî xiyaneta 16 oktoberê li Kerkukê. Têz û antî têz jî hene, kesên Amerika suçdar dikin û wê gunehbar dibînin jî hene. Lê argumentên wan pir lawaz in vê carê û kêm kes baweriya xwe bi gotinên wan tînin. Rastîya haşa nehilgir ew e ku Amerika û Israel çend bixwazin jî arîkariya kurdan bikin û Kurdistanê ava bikin lê ger kurd (xayinên kurd) dij serxwebûna xwe derkevin; avabûna wê dewletê ger ne absurd be, wê pir zehmet be. Bêgoman qet ne giring e Kurdistan bi destê kê çêdibe, ya giring ew çêbe. Kurd tîniyê wê azadiyê ye, wê nasnameyê ne û wê dewletê ne. Rola intelektuelan di avabûna wê dewletê de yekcar biryardar û mezin e. 

Birêz Husseyn Kartal karekî hêja kirîye û pirtûkek ser navên kurdî nivêsîye, têde nêzîkî 40 000 navên keç û kurên kurdî hene. Dêbavên bixwazin dikarin bi hêsanî navekî kurdî jibo zarokên xwe yên taze jidaykbûyî, helbijêrin. Di pêşgotina wê pirtûkê de hatiye nivêsîn ku pirtûk ewqas tijeye bi navên cure cur, hema bêje hemû navên kurdî têde hatine nivêsîn û kêm nav hene ku di pirtukê de cih negirtibin. Û bi maf ew gotin hatiye nivêsîn.

Berê demekê min weke lêkolîneke biçûk (nivêsînek) ser  mijara ”intelektuelê kurd” nivêsî û weke du beş di malpera RIATAZE de hat weşandin(1). Ez nikarim mîna rêzdarê nav borî iddia hindê bikim ku min hemû komên intelektuelan nivêsîye lê bawer im gelek kes wê xwe di nav wan her 9 kategorîyên intelektuelan de bibîne. Ne tenê xwe têde bibîne belku kesên dewrupişta xwe jî têde bibîne. Di mînakên li jêr bersiva gelek pirsan jî heye. Ew bi vî awayî hatine rêzkirin:

1-Intelektualê loyal sedîsed
Loyalitet û baweriya van intelektualan bêqam mezin e bi rejîmê, şoreşê an partiyê
Helwesta wan diyar e û reaksiyona wan dijwar e dij kesên rexnegir yên ku dîtinên cuda hene
beramber wê rejimê, wê şoreşê an jî wê partiyê. Intelektualên vê grupê hine xisletên taybetî hene ku wan digehîne hev û nêzîkê yekudin dike. Ew gefên dij şoreşê tên kirin, ji derve û ji hundur wek egerekê dibînin bo loyaliteta xwe. Ev intelektualên han baweriyek bêhempa bi kesayetiya lîder û serok; tînin.

 

2- Intelektualê lêborxwaz
Endamên vê grupê pir caran şaşiyên şoreşê spî dikin û dibexşînin. Ew intelektual, argumentên dîrokî û lojîk tînin bo rastiya gotinên xwe. Karên wek destdirêjiya şoreşê û partîyê, genîbûna bîrokratiyê, îşkençeya ser xelkê tê kirin û binpê kirina mafên mirovan û hwd, ji alê hine intelektualan ve wek pêdiviyên giring bo guhertina şoreşî di civatê de, tê dîtin. Hinekên din destdirêjiya şoreşê digerînin bo karê hine mirovên oportunist û wê dikin suçê paşmaya feodalizmê û kapitalizmê. Û ew wê, wek pêdiviyeke şoreşê nabînin, lê karê hine kesên xirab ku di bin perdeya şoreşê de kar dikin. Pirî caran argumentên vê grupê lawaz û bê hêz in û ew nikarin xelkê pê bidin/bînin bawerkirin

 

3- Alîgirê loyal û rexnegir
Hewledanên bê westan yên şoreşê bo rizgarkirina Kurdistanê û mirovên kurd û avakirina welatekî kurdî ku pitir wekhevî û mafên mirovan têde hebe, wilo kir ku gelek intelektual aliyê şoreşê bigrin û nik wê cihê xwe bigrin. Lê hişkbûna şoreşê hember intelektualan û nermbûna wê bo çareserkirina şaşî, çewtî û elementên negetiv wilo kir ku gelek ji van intelektualan mixabiniya xwe diyar bikin bo efektên negetiv û der encamên xirab ku ji vê politîka çewt derdikevin. Ew rexneyên xwe yên avaker û konstruktiv dikin ji hezkirin û dilşewata xwe bo şoreşê û Kurdistanê. Endamên vê grupê pir nînin lê ew ber bi mişebûnê ve diçin û nimuneyên wan zêde dibin, nexasim li diasporayê.

4- Intelektualê helwest dij
Gelek ji endamên vê grupê dijatiyek mezin dikin dij guhertinên ku şoreş an partî dike. Kesayetiyên Islamî, markisî, kapitalist, feodal û hwd û jiber sedemên cuda ew kes dijayetiya xwe dij şoreşê û partîyên desthelat diyar dikin û helwesteke negativ nîşan didin. Ev grupa han jî pir nînin. Bo nimune hine intelektualên fundamentalist û paşkevtî dijatiya xwe diyar dikin dij sosyalizmê, dij islamê, dij kapitalizmê, dij beşdarbûna jinê di karê şoreşê de û hwd. Lê digel fondementalistbûna vê grupê û ne objektivbûna wan, ew hine caran rexneyên logik dikin û gereke şoreş û partîyên kurdî bi çav û dilekê vekirî wan rexneyan bigre bin lêkolîn û wec û fêde jê bikin.

5- Intelektualê oportunist
Pêwistiya şoreşê bi nimuneyên van intelektualên oportunist heye da politîka şoreşê û partiyê belav bike
. Guhertina kurs û politîka şoreşê û partîyê rewa bike, lihevhatina şoreşê û rejima dagirker an jî partiyeke din, spî û bi maf bike û helwêsta wan şirove bike. Pêwistiya pir intelektualên kurd bi şoreşê û partiyên kurdî heye, ji ber ku wan bazara kulturî xistiye bin destê xwe. Gelek intelektual çi li Kurdistanê, çi li derveyî welat hatin paldan da dest ji prinsibên xwe berdin, da jiyanek xweş û aştiyane û an jî bi kêmî aram; birêve bibin, her çend bi sinur be jî. Hine sedemên din jî hene bo paldana intelektual û akadimisyenên kurd da pênusa xwe terxan bikin di xizmeta destalatdar û partiyên kurdî de wek xizanî, bêgavbûn û hestê bi rewayiya helwêst û boçûna xwe ye, gava dibînin ku endamên civatê û bi taybetî jî ewên şoreşger û berpirsiyar, çawa fêlbaziyê û durûtiyê dikin, da jiyanek xweş û dewlemend bijîn. Her wisa hestê bê encambûna bergiriyê û bê hêzbûna wan wilo kir ku ew alayên xwe yên spî bînin xwar û dest ji karê xwe berdin, dest ji prinsibên xwe berdin û xizmeta kes û grupên din bikin. Li vir gereke şoreş û partiyên kurdî bên rexne kirin ku rê û derî vedikin ber mirovên wisa oportunist û xweperest. Şoreş an jî partiyên kurdî nimuneyên van kesan di deynin cihên giring ji bîrokratiya kulturî ser kîsê şoreşgerên durust û rasteqîn. Mirovên oportunist jî bi rêyên curecur, xwe nêzîkê dezgehên şoreşê û partiyan dikin weke zanîna wan bi zimanê şoreşgerî, hebûna zanistê û pisporbûna wan. Û hinek jî bi rêya derbaskirina informasyon û agahdariyên nehînî (konfidental) bo şoreşê û partiyê. Û hinekên din jî bi rêya xizmetiyê, hevaltiyê û nêzîkbûna wan ji mirovên xwedan hêz û destalat.

 

6- Intelektualê revok
Ev grupa han dest ji politîkê berdidin û xwe jê dûr dixin an jî tên bêgav kirin ser vê yekê. Şoreş û partiyên kurdî vê diyardê (fenomenê) destek dikin. Ew intelektual di şuna xebata kulturî, politîkî û hişyar kirina milletê kurd bikin, ew diçin û mijulî tiştên din dibin

7-Intelektualê bi rabirdu
Nimuneyên vê grupê pir kêm in. Dijatiyek heye navbera van intelektualan û şoreşê an partiyê. Sedema vê dijayetiyê jî ji rexê şoreşê û partiyan ve tê ji ber ku ev intelektualên han rabirduyek (xirab!) heye ku di dema derbasbuyî de helwesteke wan ya negativ hebû hember partiyê û şoreşê, vêce çi bi gotin û çi bi kirde, dij wê şoreşê an wê partiyê. Ew tên dûrxistin, îzole û înkar kirin ji aliyê şoreşê an partiyê ve.

 

8- Intelktualê anonim
Ev intelektual jiber gelek hoyên cuda bi navek din berhem û rexneyên xwe belav dikin
Ew berhem jî dibe konstruktiv (avaker) bin û dibe destruktiv (helweşker) bin. Lê jiber sedemên cuda wek tirs, bawer bi xwe nebûnê, an jî her sedemeke din be ew bêgav dimîne anonîm helwêsta xwe diyar bike. Ev yeka di medya sosyal baş xuya dike weke facebook û twitter. Hinek ji ziman, naverok û stîla wan diyar e ku ne mirovên sade ne, belku nivêskarên bi nav û deng bin jî, lê cardin jiber egerên nenas newêrin nasnama xwe diyar bikin. Celadet Alî Bedir-Xan jî di kovara HAWARê de 8-9 nav anonîm bikar dianî, lê sedema wê ne mîna xalên li jor e belku wî jiber nebûna nivêskarên kurd ew hinde nav bikar dianî.

9- Intellektuelê ideologist
Her kes ji van intelektualan bawer bi ideologiyekê dike. Ew wek mirovên sosialist, sekularist, islamist, nasyonalist, radikal, liberal û hwd xebata xwe dikin duf têgehiştin û baweriyên xwe bo rizgarkirina kurd û Kurdistanê. Dîtinên van kesan gelek cudaye ser rê û metodên rizgarkirinê û serxwebûnê. Baweriya hinekan bi sekularismê û demokrasiyê heye wek rêyek rast bo rizgarkirinê û hinek jî baweriya wan heye bi disiplîn û yekdengiyê (diktatoriyê). Her kes dibêje rêya min ya herî rast e. Bêgoman merc nîne ew endamê partîyekê be da bibe alîgir û helgirê ideologekê.

Mixabin lêkolînên ser intelektuelên kurd nînin yan jî berçavên min neketine û min ne xwendine. Nuha mijara dewleta kurdî aktuel e û ew yekser girêdaye bi rola intelektuelan û giraniya beşdarbûna wan. Hema bêje di her gotubêjeke intelektuelî de peyv tê ser pêşeroja Kurdistanê,  metod û rêyên gehiştina wê armanca mirovahî. Partî û intelektuel dikarin bibin rêxweşker di geşkirina wê armancê de lê dikarin bibin asteng jî û gunehkar di kuştina wê de. Bi hêvîya dialogeke vekirî û serdem di rêya ”rêxweşker” û ”geşkirina” wê armanca pîroz de. Kurd bi hemû pîvanan hêjayî dewleta xwe ye!

Di dawî de bêyî komentar ez ê bi gotinên namzedê HDPê Tuma Çelik biqedînim(2). Ew dibêje: “ji ber ku ez nûnerê suryaniyan im, teb‘en ez dê bêhtir li ser mafên suryaniyan bixebitim”. Paradoks!

1-Jêrnota vê di beşê 2ê de ye lê li vir ez ê linka herdu beşan deynim.

http://krd.riataza.com/2017/06/14/intelektuelen-kurd-2/

http://krd.riataza.com/2017/06/13/intelektuelen-kurd-1/

2- Ji hevpeyvîneke Toma Çelik

https://krd.sputniknews.com/nerin/201805318270740-hilbijartin-parlementeri-namzed-merdin-hdp-tuma-celik-/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev