Li ser “Şerha Mem û Zînê” ya Seyda Mela Mûsayê Celalî çend gotin

Li ser “Şerha Mem û Zînê” ya Seyda Mela Mûsayê Celalî çend gotin

Malpera me nivîskaran ji dilê Kurdistanê peyda dike û nivîsên wan dike milkê tevaya gelê me. Ka mêze bikin li warê Ahmedê Xanî lê maye û sêwirandîye, bi dû xwe ra çi zane û aqilmend hîştine: alimekî wek Mela Mûsayê Celalî û lêkolînerekî wek Omitê Mistefê.

 

Omitê Mistefê, lêkolîner

Seyda Mela Mûsayê Celalî yê Bazîdî alimekî Bazîdê yî gewre ye ku xeleqa hevdem a kevneşopiya medreseyên kurdî temsîl dike. Seydayê Bazîdî piraniya emrê xwe (nêzikî 70 salên xwe) di nava pirtûkên erebî û kurdî de derbas kiriye, ders girtiye, ders dane, melatî kiriye û alim perwerde kirine. Heta niha nêzikî 40 berhemên erebî-kurdî amade kirine û di vê dawiyê de jî giranî daye ser şîrovekirina şaheserên wêjeya kurdî. Seydayê Celalî beriya vê şerha xwe Nûbihara Biçûkan, Eqîdeya Îmanê û Nehc’ul-Enam jî şîrove kiribû; bi xwe jî mewlûdeke kurmancî û hinek beytên kurmancî nivîsîbûn.

Du sal beriya niha Seyda Mela Mûsa dest bi şîrovekirina şahesera Şêx Ehmedê Xanî ya bi navê “Mem û Zîn”ê kir û di navbera çend mehan de qedand; paşê digel nixuriyê xwe Mela Ferîdê Celalî qismekî şerhê derbasî ser kompûterê kir. Ji ber ku nivîsandina Seyda Mela Ferîd hêdî dimeşiya, Seyda Mela Mûsa gazî min kir û xwest ku alîkariya wî ya nivîsandin û sererastkirinê bikim. Bi vî awayî keda min gunehkarî jî kete nava vê xebata bêhempa û me di navbera du salan de nivîsandin, berawirdkirin, sererastkirin û çapkirina wê temam kir. Belê, bi dilekî rehet dikarim bibêjim ku ev şerh di qada xwe de bêhempa ye:

 

  1. Seydayî piraniya metnên Mem û Zînan berawird kiriye û li gorî zanyariyên xwe ibare û îfadeyên munasibtir jibartine. Ez bi xwe jî bûme şahid ku metnên Rûdenko, Hejar, Şemrexî, Mamzeydî, Cîhanî, J. Dost, Bozarslan, Qoxî û gelekên din dane berhev û ji wan ibareya hera xurt, lihevhatî û naskirî jibartiye.
  2. Seydayî hema hema hemû peyvên Mem û Zînê yeko yeko şîrove kirine; peyvên nenas jî bi berfirehî lêkolîn kirine. Ji aliyekî din ve tevahiya peyvên farsî û erebî bi ferhengên herî navdar şîrove kirine ku cih daye şîroveyên şîrovekarên beriya xwe jî. Ferhenga farsî ya bi navê “El-Qamûs’uz-Zehebî El-Erebî we’l-Farisî” û “El-Mu’cem’ul-Wesît” a erebî bi kar anîne. Herwiha ji bo peyvên kurdî yên kevn û kêmnas jî ferhengên kurdî yên hevdem û klasîk bi kar anîne. Bi kurtî dikarim bibêjim ku bêdelîl tiştek nenivîsiye.
  3. Seydayî belaxeta bilind a Ehmedê Xanî bi awayekî nedîtî-nevekolandî şîrove kiriye ku heta niha tu kesî ewqas lêkolîn li ser aliyê belaxetî û beyanî yê Mem û Zînê nekiriye. Jixwe ew kesên ku bikaribin li gorî usûlên kevn belaxetê şîrove bikin jî gelekî kêm in û li ser Mem û Zînê jî nexebitîne. Lewre dîsa bi dilrehetî dibêjim ku kesekî bi qasî Seyda Mela Mûsayê Celalî li ser belaxeta Mem û Zînê xebateke zanistî nekiriye.
  4. Seydayî piştî nivîsîna metnê kurdî yê Mem û Zînê, şîrovekirina peyv û belaxetê wateya wê ya erebî pêşkêş kiriye. Li gorî nusxeyên cihêreng jî dîsa wateyên taybet dane. Bi gelemperî 5-6 beyt kom bi kom bi carekê nirxandine û paşê derbasî komeke din bûye.
  5. Piştî şîroveya erebî wateya metnê ya kurdî pêşkêş kiriye ku her kes bikaribe jê fêm bike. Her kesê ku dikare bi alfabeya erebî bixwîne dikare ji vê berhemê îstifade bike.
  6. Di dawiya her şîroveyê de beşeke taybet (te’lîq) heye ku li gorî naveroka helbestan mijar bi berfirehî rave kirine. Heke di wê beşê de têgihên muzîk, bijîjkî, efsaneyî, tesewufî, fiqhî û hwd hebin lêkolîneke xurt û berawirdkirî li ser wê mijarê amade kiriye.

 

Hêvîdar im ku gelê kurd vê berhemê bi dest bixîne, lêkolîn bike û bi kar bîne. Li gelê kurd û tevahiya mirovahiyê pîroz bibe ku ev berhema zanistî hatiye amade kirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev