Xelata Dr. Yekta, çend têbînî

Xelata Dr. Yekta, çend têbînî

Dr. Yekta Geylanî (Uzunoglu) hêjayî xelata Frantişek Kriegel bû, mezintirîn xelata komara Çêk. Bê guman ev serkevtineke mezin unnamede ji bo Kurdekî penaber. Ev bûyar usan jî ji bo gelê Kurd rûmeteke bilind e.

Her netewek, her miletek, dervayî welatê xwe bi nonerên xwe tê naskirin. Eger li welatên Rojava ne bi vî teherî be, li Yekîtîya Sovêta berê usan bû. Kurdek, çiqwas jî navdar bûya, pir caran navê wî ne didan, eger karekî baş bikira, digotin wî Kurdî karê baş kir, karê xirab bikira, digotin wî Kurdî karê xirab kir.

Bi saya serê cîranên me tirkan, ereban, farisan, ermenîyan, ji bo Kurdan bi sedsalan nîgareke nêgatîf, a bê bingeh, hatibû sêwirandin: Koçerên ku karê wan kuştin û talan e.

Ji bo ev nîgar bê guhastin kar û xebata gelek nivşan pêwîst e.

Îro gelê komara Çêk wê kurdan bi Dr. E. Qasimlo, ku Dr. Yekta wî wek mamostê xwe nas dike û Dr. Y. Geylanî nas bike, ku ne tenê ji bo mafê gelê xwe, lê usan jî ji bo mafê gelên welatê ew lê mêvan, gelê çêk kar û xebat kirine. Bi serî kar û xebata van herdu Kurdan, ji bo gelê çêk Kurd xebatkarên ji bo azayê û dêmokratîyê ne.

Dr. Yekta Geylanî ji wan mirovan e, wekî ne ku navê gelê Kurd ji bo berjewendî, mesleheta xwe bi kar tînin, lê navê xwe ji bo berjewendîya gelê Kurd bi kar tînin, bi nav û karê xwe rûmetê ji gelê Kurd re tînin. Wî wek kurd alîkarî ji kesî nexwest, wek kurd alîkarî da gelê çêk.

Dr. Yekta Geylanî demekê bû xudanê mezintirîn holdînga komara Çêk. Wî dikaribû serê xwe têkira ber xwe, hinek tişt bida kesên xwedîhêz û karê xwe bimeşanda. Lê wî usan nekir, wî “dîn ne da dîndarê”. Wî parastina mafên mirovan, rastî û heqî ser her tiştî re girt. Hebûna xwe, zên û zîrekîya xwe di wê rihînê de kire giro.

Ew sala 1995an ji girtîgehê namekê ji serokê komara Çêk, yê wê demê, Vaslav Havel re dişîne. Di nama xwe de ew dinvîse : “Çanda min destûrê nade ez serê xwe ber Nero ê nûjen xwar bikim”. Vaclav Havel wê hingê bersiva wî nede, lê roja dayîna xelatê ber kamêra têlêvîzîyonê wê lêborînê ji Dr. Yekta bixweze. Çend wezîr û byûrokratên wê demê jî wê lêborînê ji Dr. Yekta bixwezin.

Yekta Uzunoglu with Václavem Havlem
Vaslav Havel

Belê Dr. Yekta Geylanî di rêke dijwar re derbas bû û tu caran serê xwe ber dijwarîyan xwar nekir. Wê rêya bi rûmet serokê sazîya Xelatdayînê Frantişek Janouch, wê di dawîya gotara xwe de awa binirxîne: ”Em serê xwe li ber Dr. Yekta xwar dikin, spas ji wî re ku wî şerkarîya gelê me bêyî alîkarîya gelê me, tek û tenê bire serî”.

Ev gotin straneke Kurdî, ya klasîk, “Peyayo” tîne bîra mirov : ‘peyakî tekî tenê derketîye serê meydanê, dibê, bûka rû bi xêlî dergîstîya min e…”

Ji bo rastîyê, ji bo dêmokratîyê, ji bo mafê mirovan Dr. Yekta tek tenê derkete dijî byûrokratên komara Çêk, mafîya navnetewî, ajanên komara Tirkîyê û gelekên mayîn. Tek tenê derkete pêşîya wan û bi ser ket. Nivîskarê Brîtanî James Aldridge dinvîse ku li cihanê du gel hene ku têne kuştin, lê nayêne rayê; kurd û îrlandî.

Belê, Dr. Yekta xwîna xwe da ber çavên xwe, du caran xwestin wî bikujin, lê ji rêya xwe venekişîya, nehate rayê, şerkarîya xwe berdewam kir.

Dr. Yekta li Bakûra Kurdistanê, di malbeteke welatperwar de hatîye dine.

Ji bo xwendinê ew berê diçe Parîsê (sala 1970) ji wir jî diçe Pragê û salên 1973 – 79 li Zanîngeha Charl, beşê tendurustîyê (bizîşkîyê) dixwîne.

Salên xwendkarîyê ew weşanxana “Ararat” ava dike û gelek pirtûk, broşûr û postalan çap dike.

Bi çend kesan ve ew sala 1978an Hîva Sor, ya kurdan ava dike.

Dema damezrandina rêxistina “Doktorên bê sînor” ew bi wan re dikeve têkilîyan û ji navê wan sala 1980î wek doktor diçe Rojhilata Kurdistanê, li wir û li Başûra Kurdistanê çend hospîtalan ava dike. Ser vî karê wî û doktorên hogirên wî, fîlmeke documental tê kişandin, ku 32 kanalên têlêvîzyonan belav dikin.

Dr. Yekta Geylanî beşdarî damezirandina Instîtûta Kurdî ya Parîsê û pirtûkxana Kurdî li New Yorkê dibe, lê sala 1983an li paytextê Almanîya Fêdêral, bajarê Bonnê, bi xwe Instîtûta Kurdî (Kurdisches Institut) vedike. Ew înstîtût, bi serokatîya Dr. Yekta Geylanî di demeke kurt de gelek karên hêja dike. Gelek navdarên Avropa, ji wan sê xelatgirên Nobelê Alfred Kastler, Heinrich Böll û Günter Grass, piştgirtina Instîtûta Kurdî ya Bonnê dikin.
Seva xizmeta Dr. Yekta wek serokê Înstîtûta Kurdî ya Bonnê parlamêntarê Almanî Bernhard von Grünenberg wa dibêje: “Birêz Dr. Yekta demekê li Almanya ma û gelek xizmetên delal yên dîplomatî ku tu rêxistinek Kurd nikarîbû bikira ji Kurdan re kir” . Di vî karê pîroz de turêxistin, yan sazîke Kurdî piştgirtina Dr. Yekta Geylanî nekir.

Hinek rêxistinên kurdî hê jî bi wê bawarîyê ne, wekî kî ne bi wan re ne, dijî wan e, gerek li meydanê nemîne. Eger karek ji bo Kurdan tê kirin gerek yan bi destê wan be, yan jî bin çavdêrîya wan de be. Ev bawarîke şaş e û pir xeter e.

Û van rêxistinan ewqas asteng ji Instîtûta Bonnê re çê kirin, ewqas xirabî kirin, wekî Dr. Yekta neçar ma dest ji Instîtûta Kurdî bikşîne û ew înstîtûta dikaribû gelek karên baş ji bo gelê Kurd bike, têkçû.

Pêşîyên me bade ne gotine “Kurmê darê ne ji darê be, zewala darê tune”.

Lê Dr. Yekta destê xwe tewar nake, bi proja wî sala 1987an Radio Monte Carlo dest bi programên zimanê kurdî dike.

Yekta Geylanî destê xwe davêje çi, bi destê wî ve tê. Ew sala 1988an kompanîyên tucaret û deranînê berê li Almanîya, paşê jî li komara Çêk û Tirkîyê vedike. Sala 1991ê ew ji kîsî xwe sêmînarên navnetewî ser aborîya komara Çêk li dar dixe. Ew yek ji xudanên (avtor) pirtûka ser aborîya komara Çêk e.

Bi van karan re tevayî ew karê xwe yê sereke parastina rastîyê, heqîyê, parastina mafên mirovan û kêmnetewan berdewam dike, bi dehan gotaran ser van pirsan di çapemenîya Çêk de çap dike.

Ser daxwaza dostên xwe ji “Charter 77”, ew dijî hêzên kirîmînal gotarekê di hevtenama çêkî, “Respekt” de çap dike.

Xebata Dr. Y. Geylanî ji bo mafên mirovan, ji bo rastî û dêmokratîyê ne bi dile gelekan bû û wan xwest tola xwe ji wî hildin.

13 Îlonê, sala 1994 an, bi tawaneke usan jî wê neyê mak kirin Dr. Yekta Geylanî davêjin girtîgehê.

Çawa nîşana piştgirtinê, dema ew di girtîgehê de bû, hukumata Almanîya mafê hemwelatîyê dide wî.
Bihara sala 1997an Dr. Yekta Geylanî ji girtîgehê aza dikin.

Ji wê salê heta sala 2006an ew her tiştî dike, wekî navê xwe ji wan tawanên bê bingeh paqij bike. Adara sala 2006an 13 navdarên gelê çêk, ji bo piştgirtina Dr Y. Geylanî gotarekê bi navê “We accuse” (Em tawanbar dikin) çap dikin.

Kar û xebata bo rastîyê, dêmokratîyê û azayê berê xwe dide. Xelat kirina Dr. Y. Geylanî bi xelata Frantişek Kriegel bû nîşana serkevtina doktorê Kurd di wî şerî de.

Ez Dr. Yekta ji sala 1979an nas dikim, ew hatibû Yêrêvanê mêvanîya me. Dû re ew çû Mosko, ez jî çûm Lênîngradê. Wê demê rêjîma îslamî li Îranê dest bi êrişa Rojhilata Kurdistanê kir. Piştî min ev bes bihîst, ez jî çûme Mosko, min û Dr. Yekta pêwendî bi dost û hevalên ji komarên Yekîtîya Sovêt re girêdan, wekî têlêgram û namên piştgirtina şorişa gelê Kurd ji hukumata Yekîtîya Sovêt rê bikin, kirinên rêjîma Îranê şermezar bikin. Çend rojan, hema bêjî bi şev û roj em ser pîya bûn. Û karê me deya neçû, bi sedan (eger ne bi hezaran) têlêgram û name hatin şandin, di media Yekîtîya Sovêt de gotarên piştgirtina şorişa Rojhilata Kurdistanê zêde bûn.

Ez carekê jî dost û hogirê xwe Dr. Yekta Geylanî ji bo xelata Frantişek Kriegel pîroz dikim, hêvîdarim ev xelat bibe helaneke nû ji bo xebata wî, ya parastina mafên mirov, mafên gelên bindest, mafên gelê Kurd.

30. 06. 2006 

records Source:http://yektauzunoglu.com/ku/2018/05/17/milyaketen-parezkar-en-muzika-kurdi/

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev