Bakurê Kurdistanê û siyaseta wekaletê!

Bakurê Kurdistanê û siyaseta wekaletê!

Beşa III

Şeyhmus Özzengin

Dema ku dewlet dikeve bin alozîyan, an rûbirûyî tehlukan tê; pir hêzên ku cûda cûda ne, ji bona parastina statukoyê bi yek refleksê û di yek enîyê de tên cem hev. Ji bona yek armancê tevdigerin. Girse ya van hêzan, qadroyên van hêzan dikarin di yek rojê de refên xwe biguherin û tersên armancên xwe, rolê bilîzin. Ev refleksek netewî ye û bi destê sazîyên dewletê dikare pêk were(!)

Li ser armanca jiholêrakirina netewa Kurd, dewleta tirk xwedî stratejîyek pijave û di nav kurdan de jî alîkar ji xwe re bicîh kirine. Li ser navê “çep-înternasyonalê, biratîya gelan û biratîya îslamê” ev kar dimeşe.

Di vî warî de emê li ser PKK û Hizbullah (Huda-Par) rawestin.

Ji salên 1987an û heta 2000an bi sedan serbaz, çekdar û kadroyên PKK hatin girtin. Bûn tereftarê Dewleta tirkan û rolên pir xerab bikaranîn. Berî ku bên girtin çekdarên PKK bûn. Lê bi radestî dewletê re dibûn çekdarên Dewleta Tirk. Dibûn hêzên paramilîter yên dewleta Tirk û tîmên kujtina qadroyên Kurd û revandina wan ava dikirin û dikujtin, revandin û işkencê de cîh digirtin. Ji 1990î heta 2000an 17 hezar Kurd hatine qetilkirin, revandin, bi benên xenzîran hatine girêdan û bi saxî avêtine bîran, goncalan û hatine veşartin. Kujerên van bûyeran hinek ji van çekdar û kadroyên ku berê PKK bûn, hinek ji wan dîrek paramilîterên dewletê bûn û hinek ji wan jî Endamên Hizbullah (Huda-Par) bûn. Lê hemû bi pîlan û proje ya dewleta tirk dihat organîze kirin.

Hizbullah (niha Huda Par li ser vê mîratê hatîye avakirin) hêzeke paramilîter a dewleta Tirk e. Li ser esasê entegrekirina Kurdan bi riya “Îslamê” hatîye avakirin. Hêzeke dewleta Tirk a wekaletî û paramilîter e. Di operasyonên wan û dosyayên wan de ev rewş eşkere ye. Dewlet ji bona ku wan qatlîam û kirinên di wan salên 1990-2000an de veşêre û binax bike, ser bigire; ew operasyonên ser Hizbullah û Ergenekonê meşand. Dawa vekir û ew kadro û çekdarên Hizbullah, Jîtem û Ergenekonê dadgeh kir. Helbet ev paqijkirina Hizbullah û ji bona demek ku divêtî jê re hebe, carek din amadekirina Hizbullah bû.

Dewleta tirk piştî demekê yasa guhertin çêkir û ew kadroyên Hizbullah yek bi yek ji zîndanê derketin. Derbasî Rojhilata Naverast û Îranê bûn. Piştî demeke kurt jî bi nave “Huda-Par” derketin ber me.

Huda-Par; hêzek ji wan hêzên dema ku dewlet dikeve bin alozîyan, an rûbirûyî tehlukan tê, ji bona parastina statukoyê tevdigere. Ev hêz, li bakurê Kurdistanê rolê ku derdikeve ber wan eşkere dilîzin û di warê karesatên xwe de jî serkevtî ne. Di nav kurdên îslamîst de bingehek vê jî heye.

Huda-Par jî bi navê îslamê, vê girsê ji bona armancên wekaletê bikar tîne. Armanca vê hêzê, li ser esasên wekaleta karesatên dewleta tirk yên li Kurdistanê tevdigere. Rêvebirên wan çawa emir bidin wan, li gor wan tevdigerin.

PKK bi asîmîlasyonê, bi terorîze kirina girsê û ji bona alozî û boranên nav dewleta Tirk yên şerê îktîdarê û di warê asîmîlasyon û entegrasyona Kurdan de serkevtî ye. PKK, girse ya Bakurê Kurdistanê, di warekî serkevtî de ji doza Kurd û Kurdistanê dûrxist û kir biyanîyê vê dozê.

Rola van tevgeran di nav girse ya  Kurdistanê de; rola PKK, çepên tirkan di nav PKK de û rola Huda-Parê di yek armancê de xizmetê ji dewletê re dikin. Entegrasyon û asîmîlasyon a Kurdan, armancek programa wan a dewleta tirk e.

Bi şîroveyek zelal ev rol: li ser esasên stratejîya asîmîlekirin û entegrekirina kurdan dimeşe. Pêşîlêgirtina geşbûna tevgerek kurdewarî, netewî; pêşîlêgirtina avakirina bingeha dewletek serbixwe û fikrê xwebirêvebirinê di vî warî de armanc e. Stratejî, geşkirina bandora asîmîlasyon û entegrekirina kurdan bi dewleta tirkan re ye. Rola çekdarî jî ji bona serkevtina van armancan têt bikar anîn.

Di 2004an de rojnamevanê wê demê navdar û paramilîter İlknur Çevik di roportajeke xwe de ji bona A. Ocalan û PKK ev derbasî qeydê dikir:

„AK Partî xurt dibe. Bi hêzên kemalîst re tevbigerin û ji nûve şer despê bikin.“(!)

Ev peyvên A. Ocalan bû ku emir dida PKK ya derve ku “rola xwe bilîze”(!) Di vê demê de çepên tirkan ref bi ref derbasî nav PKK bûn, rol girtin û di vî rolî de berpirsiyarî girtin ser xwe. Çapemenîya PKK, rêveberîya partîya legal a Bakurê Kurdistanê û di rêxistina Ewrûpa de çalak cîh girtin.

Bi van karesatan, hêzên paramilîter yên dewletê, PKK û Huda-Par; girseyek derxist holê ku, pir bi hêsanî ji bona armanca pêşilêgirtina tevgera Kurdî a netewî û daxwaza dewletê bêt bikaranîn. Ev girse ya Kurd ji ramanên kurdewarî dûrxist û ji bona rola îslamîstan a herêmê, ji bona derbasbûna boranên dewleta Tirk hat bikaranîn.

Dewleta tirk; ev hêz û girse pir rehet bikar anî. Di şerê bajarên bakurê Kurdistan (şerê xendekan) de bi helwestek hevpar hat bikar anîn. 12-13 bajarên bakurê Kurdistanê  raserî van provakasyonan hatin. Dewleta tirk wek takwîye ew hêza li Sûrîye ku bi wan re têkildar, hêza wekaletê a şer-çekdar Ehrer- ul Şam jî di van bajaran de bikar anî. Armanca vî şerê bajaran terorîze kirina girseya Kurd, hilweşandina bingeha bajarên Kurdperwer û alozîyên navxwe yên wekaleta şerê îktîdarê a dewleta Tirk bû. Di wê demê de ew girseya ku bi dehhezaran derdiket kolanan, di wê demê de kerr û lal, ew hilweşandina bajarên Kurdistan temaşe dikir(!)

Ev bingeh; hêza xwe û emir ji hêzên dewletê yên paramilîter digire û li angora yek stratejîyê tevdigere. Hêzên wekaletê ne. Bi çi navî tevbigerin ti ferq tineye. Armanca wan; dejenerasyona tevgera Kurd û Kurdistanî û entegrekirina bidewleta tirk re bi xwe ye.

Li bakurê Kurdistanê van hêzan bi şîweyek serkevtî ev rola xwe anîne cîh. Girseya Kurd li Bakurê Kurdistanê bûye bîyanîyê doza Kurd û Kurdistanê. Asîmîlasyon gihîştîye astek bitehlûke. Pişta tevgera netewî şikestîye û ji ramanên niştimanperwerî dûr ketîye. Gavên entegrekirinê roj bi roj “geş û meşrû”(!) dibin.

Îro li Bakurê Kurdîstanê ev xwepêşandanên ji bona piştgirîya „Doza Filistînê“ û „parastina Qudusê“ li Amedê lidardikevin, ew belavokên ku HDP, CHP, MHP û AK Partî bi yek stratejîyê li parlementoya tirkan tên îmzekirin û ew deklerasyonên hevpar yek ji van armancan bi xwe ne.

Çima ne ji bona dagirkirina Kerkukê û Afrînê, ji bona Felestînê û Hamasê ev girse tê cem hev? Divê em di vî warî de, helwesta dewleta tirk û van hêzên ku di nav kurdan de xwedî bibandor bînin cem hev û bersîvê bidin.

Di dorpêça Başûrê Kurdistan de ev girse, seqet û ker-lal tevgerîya. Di dagirkirin û qatlîamên li Efrînê de 10 Kurd jî nehatin cem hev ku vê dorpêça ser Başûrê Kurdistanê û dagirkirina Efrînê şermezar bikin. Di eynî helwestê de dagirkirina Kerkukê û deverên wê jî. Mixabin li Amedê bi dehhezaran Kurd ji bona „rizgarkirina Filistînê“ û „parastina Qudusê“ daketin kolanan. (!)

Ev ne nakokî ye! Ev rastîyek stratejîk e û divê Kurd, rewşenbîrên kurdan, siyasetmedar û rîhsipîyên kurdan, zana û aqilmendên kurdan li ser vê rastîyê rawestin. Tehlûke mezin e û beşê Kurdistan yê herî gewre ketîye bin bandorek pir xerab. Ew siyaseta xerab, ew bandora wêranker îro fêkîyên xwe dide. Ev rastî me xemgîn dike, lê rastîya siyaseta 30 salî a PKK ev derxist ber me.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev