Zara li NY tevî prezentasyona Pêşbirka Futbolê a 2018an bû

Zara li NY tevî prezentasyona Pêşbirka Futbolê a 2018an bû

Rûsîyayê du heftêyan berî destpêka Pêşbirka Futbolê li avahîyê Neteweyên Yekgirtî bi awayekî fermî prezentasyona wê heytehola giring derbaz kir.

Nûnerê herdemî yê Rûsîya Federal li NY Vasîlîy Nebeznya û nûnera Pêşbirka Futbolê a Hemcihanê-2018 li Rûsîyayê dengbêja kurd Zara bi awayekî fermî tevî heyteholê bûn.

Roja înîya buhurî bi dehan dîplomat, karmendên NY û rojnamevan berevî seraya Assambleya Sereke ya NY bûbûn.

Bi dû beşa fermî ra, dengbêj Zarayê teglîfî ser dikayê kirin. Zarayê got, ku di dema pêşbirkê kesên ku di çavan da mehrûm in, wê aparateke taybet belaş bidine wana ku ew tevaya zewqa fûtbolê hîs bikin. Û wê alî hemû wan kesan bikin, ku organeke bedena wan seqet e.
Mesele, kesên ku nikaribin bimeşin, wê erebeyên taybet bidine wan, bona ew bigihîjine cîyê pêşbirkê.

Pey xeberdanê ra, Zarayê bona amadekaran çend kilam stiran.

Gava Zarayê di dema ”reqasa sipî” valsa ji fîlma ”Ajalê minî nazik û dilovan” dilîst, wê nûnerê herdemî yê Rûsîya Federal li NY Vasîlîy Nebeznya teglîfî reqasê kir.

ZARAYÊ herwiha gotîye: ”Ez dixwezim piştgirîya miletê xwe bikim, ez zanim, ku miletê min gelek azar û bedbextî dîtine. Ez nizanim bona çi ev êş para miletê min ketîye. Lê ez ser wê bawerîyê me, ku em li ser riya rast in, û Kurdistanê rojek ji rojan bigihîje armanca xwe, wê serbixwe bibe.”.

Li cîyekî din jî Zarayê ha gotîye (http://riataza.com/2017/11/25/zara-hochet-vyistupit-s-kontsertom-v-kurdistane/): ”Ez dixwezim li Kurdistanê konsertan bidim”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev