Dîmenên terklêketî

Dîmenên terklêketî

Seydoyê rehmetî mêrxasekî wisa bû, ku heta îro jî wêneyê wî li malên gelekan da bi dîwêr va dardakirî ye. Heta kesên ku ew nas ne dikirin jî, lê haya wan ji mêrxasîyên wî welatparêzê rasteqîn hebû.

Enwer Karahan, nivîskar

Ji Seydo re;

Min hemû mêrxasî, tirsonekî û îhtirasên xwe li hêlekê danîn; ez li dora xwe zîvirîm ku berê xwe bidim hinekan û çend tiştan bipirsim. Gelo kes hebû?

Ez li ser hustuyê xwe fitilîm, çend dîmenên terklêketî li dora min zîvirîn…

Min ji sura bayî, ji firîna teyran, ji olandayina halanên ji çiyayan, ji nalîna emirqutan, ji hawara du xwehan û ji sûretê wî bajarî yê nîvcomayî pirsî.

Ne dengên zarokên sêwî yên hustuxwar û ne jî lîrandina jinebiyan, ne reşgirêdana jinên kezebşewitî û ne jî ahdkirina heyfhilalînê; ne kevirên mezalan û ne jî şopên lingên bênamûsan, serbilindiya mêrên durist, qijmirandina bextewaran, çikûsiya mirovên kenîfe, nemerdiya fesadan û ne jî sirgûniya derketiyan bersiv da.

Min ji hustuxwariya minareya mizgefta xerabe, ji şeqbûyina dara tûya li ber dikanê, ji teqeteqa nalkirina Naîlê fileh, ji xunaviya baranê, ji destvegirtina feqîrekî û ji nixumandina kevirên çarçiyê pirsî.

Ne dengên lingên hespan, ne surmekişandina tivingên çapilî, rişmeya rakişandî, şewqeyê bi aliyekî, êlegê mohrbelekî, zincîra seeta zîvînî û qutiya mişt tûtina Xursê: ne rabûna ser junan ya li ser pişta şînbozekî, ne şingîniya rim û şûrên minafiqan, sîleyên ji destên teresan û ne jî halanên ji devên dostan; libergerandina dilşewitiyan, destliserîdayina rîhsipiyekî û ne jî bidestgirtina hezkiriyeke jibîrkirî bersiv da.

Min pirsî…
Min ji toz û tebar û hicacokên wî bajarî, ji siloganên sor ku ji çend salan û vir de li dîwaran, ji rîtolên belavokên rizyayî, ji ajîtasyonên demodebûyî, ji dostên kevnare, ji çîprûtiya naşiyên bodele, ji himlebûyina gulîzerên jidestçûyî; ji rûguherandina rêhevalan, ji qahwexaneyên li çarçiya miriyan, ji mamosteyên bêsimêl, ji dewlemendiya hewante, ji zigurtiya bêçare û ji heyf(ne)hilanînê pirsî.

Ne sergêjiya kûçik û pisîkên taxê û ne jî şaşbûyina cirdonên sereban; ne serserîtiya naşiyan û ne jî bilindkirina alayeke rîtolî, dûrişimên beradayî, jopên polîsan, qondaxên eskeran, paletên tanqan û reşandina reşaşeyan; ne merasima rîhsipiyên eşîran û ne jî serjêkirina beranan, misrefên birincê, gerandina qahweyê û siya di bin konî de…

Ne sozdayinên biderewan û ne jî fortekiya virrekan; ne du guleyên qatilan, ne berbûyên minafiqan, cizbeya serbişaşikan, hucreyên Qur’anê, çarçefên reşhemayî û terîqetên tilterîqan; ne satorên seqakirî û ne jî firandina serê tewteweyan, jidesthilanînxistina qûnekan, jirêderxistina gewandeyan, xesandina faziqan û hoştkirina tolazan…

Ne bîhna barûda li kuçeyê û ne jî şûna dilopên xwîna hişkbûyî; ne tirsa birayekî naşî û ne jî qêrîna xweheke hustuşikestî; ne hêsirzuhabûna dêyekê û ne jî bilandina dengê bavekî; ne şandina nameyeke reş û ne jî hisreta pêlên bêrîkirinê têra bersiva min kir.

Min pirsî…
Min ji mêrxasiya egîdan û ji halanên xweşmêran, kevaniya piştliserkitanê, guliyên diberdejêkirî, serçavê qeremûşkkirî, tirba nerakirî, gulên çilmisî, erbaneya dewrêşekî û ji hustuxwariya tifalekî pirsî…

Ne bêwefabûyina şêniyan, ne heyniktiya naşiyan û ne jî harbûna kûçikan, êrîşkeriya çeqelan, devbixwînî û zûrîniya guran…

Ne teyrên berateyan û ne jî kevjalên bêserî ku berên xwe dabûn cem şêrî, da bikin gazinên firîna bazî ; ne xwediyên koçkên sipî û ne jî mîratxurên mîrasa sîhsalî, bêkêrî, qeşmerî û zirtoletî…

Ne mêvanî û mêvandarî û ne jî xatirê qahweyeke çelsalî, dîkê dagirtî, dewê cemidî û sura bayê xerbî…

Ne dengên serxwînkan û ne jî lîrandina şalûran, ne bêçaretiya xezalan ya ji destên pilingan û ne jî vingîniya mêşên hunguvî, fûrandina bîhna xuşîlê, tiriyê Zinarê, zeytûnên Dêrikê; ne vexwarina çaya qaçax û ne jî xwarina taweyeke firneyê, îkrama cixareyê, sohbeta li ser maseyê, derbasbûna siwarê şînbozekî…

Min pirsî…
Min ji xatir(ne)xwestinê, ji temîlê(ne)kirinê û ji binax(ne)kirina delaliyekî pirsî…

Min ji bicîh(ne)anîna sozên xwe, ji “tirsonekî û mêrxasî”ya xwe, ji bêçaretiya destnegîhiştina xwe pirsî.

Min ji sirgûniyê pirsî.

Min ji bitenêbûnê pirsî.

Mi ji firariyê pirsî

Gelo kes hebû?…

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *