Endamên Kanîya Pêncçavî: Walî Bedelpûr

Endamên Kanîya Pêncçavî: Walî Bedelpûr

Xwendevanên hêja!

Wek ku hûn zanin, malpera me beşeke edebî ya nû vekirîye bi sernavê ”Kanîya pêncçavî” û di bin wî navî da her roja şemîyê emê berhemên 5 helbestvanên kurd yên genc biweşînin.

Îro helandar û hezkirîyê vê koma pênc kesan, nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn yekî ji wana bi me dide naskirin.

 

Mela Mihyedîn, edebîyetzan

Di van nivîsên xwe yê rêzê de em ê Ji pênûsa endamên Kanîya Pêncçavî fêrî jîyana wan bibin
Fermo em ji pênûsa Walî Bedelpûr jîyana wî bixwînin:

Roja 27ê Sibata sala 1988 an ji bajaroka NûşînŞehir girêdayî bajarê Ûrmiyê , rojhelatê kurdistanê ji dayîk bûye.

Walî berê ku bibe 7 salî û biçe ber xwendinê bi çîrokên dayîk û bavê xwe mezin dibe û zêdeyî şevan ber pend û hikayetên pirtûka Gulistan a Seidî yê Şîrazî ku bavê wî ji malbatê re dixwendin xew re diçe.

Dibistana seretayî , nawendî û her wisa lîseyê her li Nûşînşehrê ku 25 kîlometre dûr ji Ûrmiyê ye diqedîne û sala 2011an di rişteya Rêveberiya Pîşesaziyê de li zanîngeha ûrmiyê Lîsansa xwe distîne.

Walî her li zaroktî ser xatira malbata ku tê de mezin bûye dibe evîndarê wêje û helbestê û heya dibe 14 salî pirtûkên hemî helbestvanê mezin ên Îranê dixwîne.

Li sala 2007an pê ve piştî ku çend pirtûkên helbestên kurdî dikevin ber destê wî elqeyeke zor ser helbesta kurdî peyda dike û bixwe jî dest bi nivisîna helbestan dike. destpêkê bi movikan helbestan dihûne lê helbestên wî yên salên dawî gişt bi Erûzê ne.

Nêzî 100 helbest ta niha çê kirine lê hîn hewil nedaye ku wan çap bike.

Zêde helbestên evîndarî dibêje lê di helbestên wî de Xweza û Ciwak û Malbatê jî cihek taybet hene.

Walî niha jî li NûşînŞehrê dijî û zewicî ye û zarokekî wî jî heye. di karê Çapa Dîcîtal de li Bajaroka Balavê nêzî Ûrmiyê mijûl e û demên wala de hîn jî bi evîna hemêşeyî helbestan dinivîse. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktiya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetiya Zanistên Civak werdigire. Demek dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên Nûbihar, Barê û Wêje û Rexneyê de derketine.

Qeydên dişibine hev