Nameyên evînî -32

Nameyên evînî -32

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a sîûduduyan ye..

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro ji nameyên evînî çap dikin, ku Nura Şane amade kirine. Ev name evîndarê Nurayê ji Nurayê ra şandine. Lema qîmetê wan nameyan bilind e.

 

***

Delala dilê min, gelek kes hene, ku hormonên wan bêy evîn û bêy hîs çê dibin. Gelek kes hene, ku hîsên wan hormonên wan çê dikin. Tenê cem me ye, ku bêy evîn ne hîs çê dibin, ne ji hormon.

 

***

Tu zanî, min ji wan keçan tu yekê jî hez nekirîye. Hormon hebûne, lê hîs tunebûne. Lê ji wan keçan belkî nîvê wan ji min hezkirine. Ji evînê êşîyane jî, girîyane jî, lê min ji wan her yekê ra digot: -Tu bi dilê min î, ez dixwezim herdem bi te ra bim, ez bêrîya te dikim. Û min derew jî ne dikir. Lê wana nizanibû ku ev hemû hebin, nayê wê maneyê, ku evîn jî heye.

 

***

Şev baş qurbana te bim. Ev zêdeyî 3 salan e em her ro jîyaneke bextewar dijîn, nabe ku ev jîyana me berdewam nebe. Ji ber ku biryara wê jîyanê em didin, em jî yek mejû, yek dil û yek ruh in.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev