Di çîrokên Sîma Semend de folklora kurdî -3

Di çîrokên Sîma Semend de folklora kurdî -3

Welat Agirî, nivîskar

Sîma Semend di çîroka xwe ya duduyan de, ku navê çîrokê Reva Rihanê ye, li ser rojên pîroz ên kurda disekine; di wan rojan de girtina rojiyê, paqijkirina malan, pîrozkirina eydê, pehtina totikên şor, bi zimanekî zelal, raberê xwendevanan dike:

Zivistan bû, zivistaneke sar. Berf qasî bejnekê ketibû. Derî û kulek xitimandibûn, vizîna bê bû. Bayê ku bagerek rakiribû, fizildûmanek wisan kiribû, çavên meriv dorberê xwe nedidîtin. Ew bagera di orta Xaç û Xidirnebû da bû. Gundiyên gundê Sengerê ji şeveqê va rabûbûn, berfa ber derên xwe, ya ser xaniyên xwe paqij dikirin. îro gişk bi rojî bûn. Êdî rojiya paşîn bû. Sibetirê gere eyd bûya, loma jî gişkan ber deriyên xwe temîz dikirin; ne dê meriv bihatana malên wan û eyda wan bimbarek bikirana. Piştî kar qîzên gihîştî diciviyan, totikên şor dipehtin. Di mala Hesenê Pîrê da jî totika şor dipehtin.

Nivîskar pey re behsa elegkirina Arvanê Xidirnebî, bi arvan nexşandina malê, çêkirina qilafetên pez û dewêr ên li ser dîwaran dike, ku îro piraniya nifşên nû ji van tiştan bê agah in. Û dîsa ji lêkolîneran re jî devê kîsikê çandê vedike ku, her mijar hêjayê lêkolînên têr û tije ne:

Beso got:

– De qîzino bes e, werin rûnin, êdî dereng e, fitar bikin, ku hûn paşê dîwaran binexşînin: “Arvanê Xidirnebî” eleg bikin. Qîz rabûn, her yek çû mala xwe. Rihanê piştî fitarê xwe xemiland û dest pê kir ku navmalê bi arvan binexişîne. Wê li ser dîwaran qilafetên kulfetê malê gişka çêkirin, paşê qilafetên pez û yê dewêr çêkir. Di dawiyê de xêlî avîte ser serê xwe û arê “Xidirnebî” eleg kir, danî ser sitêr, şarek avîte ser.

Dîsa em di çîrokên nivîskarê de pakî û safiya evîndarên kurd dibînin. Qîz şerm dikin, ku serê xwe bilind kin, çavên dilketiyê xwe binhêrin; law curet nakin, an jî qêmîş nakin ku destên dilketiya xwe bigirin, ku nav û nûçik pey wan nekeve. Ev rewş di hersê çîrokan de bi heman şiklê evîna pak û paqij derdikeve hemberî xwîneran.

Di çîroka yekem de, dilê Ahmo ketiye Xezalê lê nikare jê re behsa evîna xwe bike. Herweha Xezal jî Ahmo begem dike, lê ew jî nikare hêst û fikrên xwe bide der. Ew rewş midetekî weha dewam dike. Bi wergerandina otobêsê ve Ahmo birîndar dibe, ku heta jixwevehatina wî Xezal li ber dimîne. Peyre Sîma Semend bi vî awayî sewdaya serlehengan digihîne me:

Ahmo ku Xezalê dît, sar bû. Wî ji çavên xwe bawer nekir, paşê got: Xezal, bibexşîne min tu nedîtî û zû zû şiêra xwe hilda.

Xezalê got: Tişt nabe, lê te çima şiêra xwe zû revand? Tu çima vê şiêrê ji min vedişêrî?

Ahmo sar bû, êdî bêbersiv bû, nikaribû tiştek bikira. Şiêr derxist û da wê, got:

Ha…, bixwîne! Tiştek tê da tune! Ez vala bûm min xwest ji xwe ra binivîsim. Xezalê ji destê wî girt û xwend. Wî di derheqa qîzekê da nivîsîbû. Di derheqa qîzeka ku ew ji wê hes dike, lê qîz ji wî hes nake da bû. Xezalê xwend, keniya û da wî. Xezalê got:

Ma te ji bona vê yekê ji min şerm dikir? Ahmo got:

Xezal… erê… Tu rast dibêjî. Ez ji qîzekê hes dikim hem jî wisan hes dikim, ku tu kesî hetanî niha ji kesî hes nekiriye. Xezalê got:

Erê zaf baş e, lê tu ji kî hes dikî, ango kî ji te hes nake. Tu ewqas melûl î û di derheqa vê yekê da helbestan dinivîsî? Bêje, dibe ku ez ji te ra çarekê bibînim? Ahmo serê xwe kir ber xwe û got:

Erê Xezal… hema tu yî! Heke dikarî dilê min î birîndar derman bikî, bike! Tu çi bixwazî tu ê bikî, tu bixwezî tu ê min bikujî, tu bixwazî tu ê min sax bikî.

Te dê bigota qey Ahmo ev xeberdana han ji bêhişî got. Ew bê hemdî xwe diaxivî. Wextê Xezalê ev axaftin bihîst te ê bigota teze rih hate laşê wê. Gava Xezalê ev xeberdan bihîst, te dê bigota qey rihekî teze hatê. Li Ahmo nihêrî û ji şerma serê xwe kire ber xwe û got:

Ahmo, tu çi dibêjî? Ez çawan dikarim te bikujim, ne ku ez te bikujim ez ê jî bimirim? Lew tu jî hekîmê dilê min î! Ahmo ji şabûna nizanibû çi bikira, got:

 Xezal, dinyayeke teze ji min ra vebû.

Xezalê êdî şerm kir, rabû, lê niherî, xatir jê xwest û çû.

Di çîroka duduyan de jî, Mirad birîndariya dilê xwe û zor û dijwariya beî Rihanê tîne ziman, ku kin û şefaf e:

– Mirad, tu dixwazî ez bêjim? Tiştek ji destê min nayê. Ez çi dikarim bikim? Divê tu bêyî bal bavê min, pê ra xeberdî, ew dizane.

Mirad got:

– Rihan, bersiva te ev bû? Tu çawan wisan dibêjî, belkî bavê te, tu neda min, hingê ez dê çi bikim? Tu ya dilê xwe bêje, tu min dixwazî yan na? Lê ez dê bavê te serwext bikim.

Rihanê got:

– Mirad, wê yekê ji min pirs neke, ez çi bêjime te?

Rihanê wisan got û sor bû. Hingê Mirad fêm kir, ku Rihan şerm dike, naxwaze gotina rast jê ra bêje, lê çavên wê rastî digotin. Çavên wê rastiyê ji Mirad ra digotin, digotin ku ew ji Mirad hes dike. Ew jî wek wî nikare bêî wî bijî.

Di çîroka sêyem de jî Selîm ji eskeriyê vedigere, tê gundê xwe. Cîran û xizmên wî têne çavronahiya malbatê. Kawê dergîstiya Selîm e, lê eşq û sewdayeke wisa paqij heye, ku di van salan de nayê dîtin, dema Selîm navê dergîstiya xwe dibhîse şerm dike, aciz dibe:

Serokê kolxozê, Yûsivê Xeto, got: – Siba we bi xêr! Çavên we bi ronî!

Paşê nêzîkî Selîm bû, çû eniya wî, qasekî li wî nihêrî, simbêlê xwe bada û got:

– Maşela… Selîm maşela! Tu di nav du salan da çiqas hatî guhastin? Tu çiqas tijî bûyî, çiqas bedew bûyî, weleh Kawê te bibîne qet nas nake.

Selîm sar bû, serê xwe kire ber xwe. Yûsiv lê nihêrî, ku Selîm şerm dike, gotina xwe guherî û jê pirsî, got: – Lê tu çawan awa zû hatî?

Yûsiv li hêviya bersiva wî bû. Selîm got: – Hevalê Yûsiv, bi qerarê hikumetê pirr leşker ji wextê xwe zûtir vegeriyane mal. Yek ji wan jî ez im. Wisan got û bi ken li Yûsiv nihêrî.

Bedîlê ku navê Kawê bihîst, bi eşq li kurê xwe nihêrî û got: – Erê, erê rast e, wele bibexşîne min ev yek ji bîr kiribû. Ez qurbana te û destgirtiya te bim, tu çira şerm dikî? Kawê qîzeke delal û bedew e, bi namûs e… Heta niha hîn tu kesê gund negotiye wê ev şaşî kiriye. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev