Gilgamiş -1

Gilgamiş -1

Xwendevanên hêja, wek hûn dibînin, nivîskarên me yên nû peyda dibin. Nivîskar Salih Bozan yek ji wan e. Wî tevaya kitêba bo dîroka me giring Gilgamiş wergerandîye kurdî û bi peyamekê berpirsyarê malperê ra hate girêdan û pêşnîyareke ha kir:

-Eger weşanxaneya RIATAZA heye, ez hiz dikim ku hûn vê wergera min çap bikin, hilbet eger werger bi dilê we be.

Me bersîva wî da, ku vê gavê weşanxaneya me tune, lê em dikarin wergera te beş bi beş di rûpelên xwe da çap bikin. Ew bi me ra razî bû û tevaya wergerê me ra şand. Me çavek lê gerand û texmîn kir ku wergereke delal e.

Emê îro beşa yekem ya kitêbê bo we çap bikin. Di rojên pêş me da jî emê beşên din raberî we bikin. Fermo, beşa yekê!

 

Salih Bozan, nivîskar

 

Beşa yekem 

Despêkê çîrok pesnê Gilgamiş weha dide:

 

Ew yê hemû tişt dîn

Welatê min ..

De bi bîranînên wî bistirê

Ew yê tişt giş naskirin

û ji pendên wan sûd kirt

Ew şarezayê zanyar ê hemû tiştî

Wî rastî dîtin û tiştên nehatin nivîs

Nûçeyên rojên berî Tofanê hanîn

Di rêwitiya dirêj de çû ta westabûnê

Hemû jankêşî û zanebûna xwe li ser kêvir neqişand

Wî sûrên Urok lêkirin

Perestgeha Ayî- Ana ya pîroz

û kadîna pak

Li sûrê Urok ê dervayin mêzeke

Li burcên çavdêriyan

Çawa weke paxîrê dibiriqe

Li sûrê hundirîn bi dilxweşî mêzeke

Ti sûr weke wê nîne

Nêzikî warê Eştar Ayî- Ana bibe

Ti şah û mirovan weke wî war avanekirin

 

 

Çîroka Gilgamiş û Enkîdo

Dîroknas dibêjin Gilgamiş şahê bajarê Urok Bû. (1) Ew di navbera 2850 û 2700 berî zayînê jiyaye. Gava mir salên wî 126 bûn. Ew şahekî gellek hêzdar bû, zana û şareza bû. Dirêjiya wî yanzdeh zend bûn, û ferehiya sepeta wî neh bihost bûn.

Efsan dibêje bavê wî Lîla bû, diya wî Yezdana Ninson bû.(2) Loma tê gotin ku sêyekî wî yezdan bû û du sêyên wî mirov bû.

Gilgamiş şahekî hêzdar bû. Ew bi gewdeyê xwe jî gellek bi hêz bû. Kesekî pê nikanibî. Sitemkarekî mezin bû li ser gelê xwe. Gel bi tûndî jê ditirsiya. Ji cengên wî perîşan bûbû. Tê gotin gava kesek ji gelê wî dizewicî, ew şeva siftehîn berî zêve dikete cem bûkê û pê re radiket. Gelê wî ji Yezdanan xwest ku ji Gilgamiş rizgar bike. Yezdanê Mezin Ano daxwaza gel bihîst û xwest alîkariya wî bike.(3) Ano Yezdanê Yezdanan bû. Bi Yezdanên din re gişte biryarekê ku mirovekî ji Gilgamiş hêzdartir bafirînin. Mirovekî ku kanibe Gilgamiş li sînorên wî rawestîne, ji bo bajarê Urok di aştiyê de bijî. Yezdanan bang li Yezdana Ororo kir, jê re gotin te Gilgamiş afirand, tu dikî hevrikekî wî bafirînî ku bi wî kanibe. Û Ororo Enkîdo afirandin.(4) Enkîdo di daristanê de bi lawiran re jiya. Weke wan mitên çolê dixwar û av vedixwer.

Rojekê ji rojan nêçîrvanek, weke hercaran, hate daristanê ji bo lawiran nêçîr bike. Gava xefkê xwe vedan, wî Enkîdo dî. Tirseke tûnd ji qilafetê Enkîdo yê mezin kete zikê wî. Ji hêza wî, ji dengê wî yê samdar dilê xwe hejiya. Ew di cida vegeriya mal, û ji bavê xwe re li ser Enkîdo Axifî. Jê re got herku min xefkên xwe vedidan, wî mirovî bi hêza xwe ya bê sînor benê xefkên min pirig piringî dikir. Bavê jê re got here bajarê Urok cem Gilgamiş û vê dozê jê re bibêje. Ancax ew kanibe çareseriyekê ji te re bibîne.

Nêçîrvan çû cem Gilgamiş li bajarê Urok, û doza Enkîdo jê re got. Gilgamiş ferman da nêçîrvan ku fîkneya pîroz Şamat (5) ji perestgeha Eştarê bi xwe re bibe. Gava ku Enkîdo dibînin bira Şamat xwe li hember wî tazî bike, ji bo Enkîdo ferîbende û bedewtiya gewdeyê wê bibîne, çiçik û navrana wê bibîne. Bira Şamat wî aran bike. Wê çaxê tu wan bi hevdu re bihêlîne.

Nêçîrvan Şamat bi xwe re bir û çû daristanê. Piştî sê rojan gihîştin dera ku nêçîvan Enkîdo lê dî. Herduyan Enkîda pan. Piştî çend rojan Enkîdo xuyabû. Nêçirvan weha bi Şamatê re got:

 

Ev Enkîdoye fîkneyê

Pêsîr û navrana xwe raberê bike

Bira bi ferîbendeya te aran bibe

Jê merive bi xwe arazomend bike

Di wî de viyanê vejîne

Gava te bibîne dê di xefka te keve

Cilan ji xwe dîne ji bo ser te de were

Fûnksiya jinê bi vî lawirî hov naskirin bike

Gava bi hezkirin hate te û bi te de hat girêdan

Dê lawirê pê re li çolan jiyan bûne

jê birevin. 

Gava Enkîdo nêzikî wan bû, Şamat weke nêçîrvan jê xwest, xwe li ber Enkîdo tazî kir. Engîzeya Enkîdo vejîn kir. Enkîdo bi gewdeyê Şamat gellek aran bû. Hêza peyatiyê di hundirê wî de rabû. Weke mêr û jin şeş rojan û heft şevan bi hevdu re man. Gava Enkîdo ji Şamat têr bû, hewilda ku weke berê biçe nav lawiran û bi wan re bijî. Lê lawir jê tirsiyan û dûre wî riviyan. Kir ku bi wan re birive û şopa wan de, lê sistîniyek kete çongên wî, û nikanibû biriviya. Ew hest bû ku ji hêza xwe ya berê gellek ketiye. Lê tevî ku weke berê ne hêzdar e, ew niha şarezaye, hemû tişt li ber çavên wî ron bûne. Vegeriya cem Şamat, li ber nigên wê rûnişt, û bi dilgermî ji xwe re li bedewtiya wê nihêrî. Şamat jê re got:

 

Tu şarezayî lo Enkîdo…

Tu weke Yezdanekî

Çima tu li çolê bi lawiran re digerî?

Were ez bi destê te bigirim

Te bibim Urok

Uroka parastî û ya sûran

Ez te bibim malarojhilat

Ew cihê Ano û Eştarê ye

Li wir Gilgamiş ê hêzdar e

Ew yê weke gayê lawirî desthilatdariyê li ser mirovan dike. 

Şamat bi Enkîdo re got tu yê li Urokê jiyaneke şaristanî bijî. Jê xwes bi hevdu re herin perestgeha Eştarê, li wê derê Gilgamiş bibînin, ji bo Enkîdo nasiyê pê re bike. Jê re got Gilgamiş şahê hêzdar e, hêza wî weke hêza gayekiye. Ew desthiladariyê li ser mirovan giş dike. Enkîdo daxwaza Şamatê erêkir, lê bi egereke ku ew ê bi Gilgamiş re di zoranbaziyê keve (werin hevdu) û zorbiriyê lê bike.

Şamat û Enkîdo bi hevdu re berve bajêr hatin. Di wê demê de Gilgamiş xewneke xwe dî. Xewna xwe ji diya xwe Nanson re got:

 

Lê dayê şava çûnî min xewnek dî

Min dî ez bi pozbilindî û serbilindî di nav lehengan de dimeşime

Stêrk li ezmanan derketin

Yek ji wan li pêş min ket

Weke ku neyîzika Ano bû

Min kir ku rakim

Lê li min giran bû

Min kir ku bilivînim

Min nikanibû bilivanda

Şêniyê Urokê li dorê kom bû

Mirovan li hawirdorê hevdû gêr dikirin

Hogirên min li ser civiyan

Nig radimusan

Ez ser de xar bûm weke ku ser jinekê de xarbibim

Alîkariya min kirin min rakir û hanî ber nigê te

Min ew kir hevalbendê xwe. 

Diya Gilgamiş xewna wî jê re şîrovekir. Jê re got ku dê dostekî te çêbibe. Ew ê di tengasiyê de piştgiriya te bike. Ew dostekî gellek hêzdar e, û ticarî te tenê nahêlîne.

Enkîdo û Şamat, berî ku bi Urok gihêjin, ew giştin bajarekî biçûk. Nişteciyên wî bajarî bi qilafetê Enkîdo ecêb man. Bi hêza wî ya bêhempa. Ji wan ve xuyabû weke ku ew zinarekî ji ezmên ketiye. Ji wan ve xuyabû ku ew lehengê dê wan ji Gilgamiş rizgarbike. Nan û mey dan ber. Belam Enkîdo ne nan nasdikir ne jî li meyê nihêrî û nizanibû bixwara. Şamat jê re got: Nên bixwe Enkîdom.., ev madeya jiyanê ye, meyê vexwe. Enkîdo nan xwar, mey vexwar. Paşê mirovê bajêr porê wî şeh kir, bi don mistdan. Li hember kiryarên van mirovan, Enkîdo ew ji şêr û guran parastin, û ji wan re bû pasvan gava radiketin. Carekê Enkîdo mirovek dî. Xarin kiriye destê xwe û bi aliyekî de diçe. Bi Şamatê re go bane vî mirovî ke. Gava mirov hate ber. Enkîdo jê pirsî tu vê xarinê ji kê re dibî? Mirov got, ez diçim şahiyeke bûkekê, ez vê xwarinê ji bûk û zêve re dibim. Dê Gilgamiş were şahiyê ji bo berî zêve di cem bûkê keve, û şevê siftehîn pê re rakeve. Enkîdo pir xeyîdî, hêrs bû, û biryar girt ku ew ê nehêle Gigamiş vê şermê bike.

Giş bi hevdu re çûne şahiyê. Ketin bajarê Urok. Mirovên bajêr Enkîdo dîtin. Li dor wî kom bûn. Nihêrîn ew çiqas girs e, û hêzdar e. Ji wan ve hat zanîn ku Enkîdo tenê kane li hember Gilgamiş bisekine. Enkîdo çû û li ber deriyê bûkê rawestiya, lihêviya Gilgamiş ma. Gilgamiş hate şahiyê, û dî ku Enkîdo deriyê bûkê li pêş wî girtiye. Gellek hêrs bû. Ji Enkîdo xeyîdî, û jê xwest ku ji ber derî here. Enkîdo guh nada wî. Û herweha herdu ketin rikî hevdu. Dîwar ji lêdanên herduyan hejiyan. Her yek ji wan bi hêzdarî li yê din xist. Lê Gilgamiş ew xist û çongên xwe danî ser zikî wî. Gilgamiş ji hêrsa xwe daket. Enkîdo jî bi hêzan Gilgamiş venasî bû. Ew giriya ji berku gellek hêza xwe winda kiriye. Lê Gigamaş ew wek dostekî hêja ji xwe re wergirt.

Riataza

——

  • Gilgamiş: Ev nava vedigere serdema someriyan. Wateya vî navî nê zanîn. Bi zimanê somerî tê wateya mirovê koka dareke nû“, yanî mirovê malbatek jê dibe”. Bi zimanê akkadî tê wateya „cengewerê pêşeng“. Urok: Bajarekî somerî yê nabdar. Di Tewratê bi „Erk“ bi navdibe. Di çavkaniyên grêkî de bi „Orxwa“ nav dibe. Şûnwarê wê niha dorê 220 km li başûr- rojhilatê Baxdadê ye. Perestgeha pîroz ya navdar “ Ayî- Ana“ li wir bû. Di wê peresgehê de perestî ji Yezdan „Ano“ û Yezdana „Eştar“ re dikirin.
  • Ninson: Yezdanek e. Jina Yezdan Lokabenda bû. Lê Lokabenda ne bavê Gilgamiş bû. Bavê wî Lila bû. Wateya vê peyvê yanî babetekî Şeytan. Bavê wî gahinê Gulab bû. Bajarê Urok du paçebûn. Parçeyk perestgeha „Ayî-Ana“ lê bû. Parçeyî di „Gulab“ bû.
  • Ano: Yezdanê tewrî mezin bû. Ciyê wî li Ezmanê heftan bû. Perestgeha ku ji wî û Eştar re nimêj dikirin Ay-Ana li Urokê bû.
  • Orora: Ew Yezdanek ji Yezdanên Afiradinê ye.
  • Fîkne: Qehpika pîroz: Weha di efsanê de tê binav kirin. Di wî zemanî de hinek keşik penaberî perestgehan dibûn ji bo seks bi nimêjvanan din. Bi wan keçikan re digotin keçîndarên pîroz.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *