AGAHİYÊN DİN ÊN KU KURDTİYA MENTEŞAYİYAN EŞKERE DİKİN

AGAHİYÊN DİN ÊN KU KURDTİYA MENTEŞAYİYAN EŞKERE DİKİN

KURDTIYA MÎREKİYA MENTEŞA YA KU BERÎ OSMANİYAN LI ANADOLUYA ROJAVA DEWLET AVAKİR (II)

Beşa pêşin a berhema zanyarî ya lêkolîner Ciwan Murad me berî çend rojan bi 3 perçeyan raberî we kir.

Em îro perçeyê duduyan yê beşa II çap dikin. Çaverêyî perçeya dawî bin.

 

Murad Ali Ciwan

Menteşa, emîr sevahîlekî (mîrê peravan) Selçûqiyên Rûmê bû.[16] Bav û bapîrên wî li peravên Deryaya Egeyê wek emîr sevahîlên sultanên Selçûqî berpirsiyarî hildabûn ser milên xwe û wek xwedanê erdên ku îro dikevin nav wîlayetên Tirkiyeyê Aydın û Muxlayê bûn. Bavê Menteşa Begê damezrênerê Mîrekiya Menteşa, ew Emîr Bahaeddîn e ku di Qeremannameya Şikarî de bi navê Hacî Bahaddînê Kurdî[17], di Selçûqnameya İbn Bîbî de Melîku’l Sevahîl Emir Bahaeddin Muhammed[18] tê binavkirin. Emîr Hacî Bahaddînê Kurdî di serîhildana Mehemed Begê Qeremanî de yê ku Qonya zeft kir û bû sebebê rûdana Cîmrî, bi parastina Qonyaya paytexta Selçûqiyan berpirs bû û bi hêzeka hindik li hundurê bajarê Qonyayê bû. Wê demê ji bal Mehemed Begê Qeremanî yê ku bajar zeft kiribû li gel yek du emîrên din hat kuştin. Piştî kuştina Emîr Bahaeddîn, kurê wî Menteşa li şûna bavê xwe bû emîr sevahîl.

Li gor îdîaya Şikarî, Hacî Bahaddînê Kurdî di destpêkê de emîrê Sêwasê bû. Kurê wî Menteşa jî wê demê li ser sefereka mezin a bavê xwe li şûna wî bi wekîltî Sêwas îdare dikir. Li gor Şikarî ji ber cazîbeya warên zozanî yên çêrê bapîrê pêşîn ê naskirî yê Qeremaniyan Nûreddîn (Piştre mîrekî ji kurê xwe Qereman Beg re hişt, ew bi xwe çû bû mirîde Baba Îlyas û wek Nûre Sofî hat naskirin) di dema nebûna Hacî Bahaddînê Kurdî û wekîltiya Menteşa Begê gênc de bi hîle bajar xist destê xwe. Menteşa xapand kêşa aliye xwe û ew wek begê tabiê xwe teyinî Sêwasê kir. Menteşa ji bavê xwe re got ku rewşê qebûl bike, bixêrtirîn encam ê ev be. Hacî Bahaddînê Kurdî jî êdî ji mecbûrî qebûl kir ku Sêwas bibe bajarekî ser bi Qeremaniyan ve. Ji vir pê de Şikarî, Hacî Bahaddînê Kurdî û kurê wî Menteşa Beg li peravên Deryaya Egeyê wek hevkarê Qeremaniyan dinasîne.

Lê qasî ku tê fahmkirin, ew hin rûdanên li deverên cuda yên di demên cuda de ji bal qehremanên cuda ve kirî tevîhev dike û bi mihaweleya pesindayin û mezinkirina Qeremaniyan hin vebêjên xwe bi xwe durust kirine û şaşîtiyên giring jî kirine.

Weka me bi xwesipartineka çavkaniyên Bîzansî di nasandina Germiyanî û Menteşayiyên li rojavayê û başûrê rojavayê Anadoluyê nîşan da, ya nêzî aqilan ew e ku Hacî Bahaddînê Kurdî ji bal sultanên Selçûqî[19] ve hê gelek berê li peravên Deryaya Egeyê wekî melîku’l sevahil hatibe danîn û ew ne ser bi Qeremaniyan ve be, ku ew bi xwe jî mîrekiyeka Selçûqiyan bû, lê emîrekî rasterast tabiê sultanan be. Heta gava Mehemed Begê Qeremanî rûdana Cîmrî derxist, Emîr Bahaeddîn Muhamed bi parastina Qonyayê wezîfedar bû û di dema serîhildanê de ji bal Qeremaniyan ve hat kuştin (Buyera Cîmrî û loma mirina Emîr Bahaeddînê Kurdî 1277 e), kurê wî Menteşa ket şûna wî.

Di Menaqibên Arifan(Ariflerin Menkıbeleri) ya Ahmed Eflakî de, menqibeyên ku behsa peywendiyên Sultan Weledê kurê Mewlana Celaleddinê Rûmî û kurê wî Arif Çelebî yên li gel mîrên Menteşa, yên Germiyan û yên Aydiniyan dikin hene. Pêwendiyên di van menqibeyan de bahskirî li gel li ser Menteşa Beg, Yaqûb Begê Yekê yê kurê Alîşêrê Germiyanî û Mehemed Begê Aydinî ne û li gel çavkaniyên Bîzansî lihevhatî ne.

Rêkûpêktirîn xebata li ser şecereya begên Menteşayî ji bal Paul Wittek ve hatiye kirin[20]. Wî xwe sipartiye çavkaniyên Bîzansî, Şikarî, Munecimbaşî, Ahmed Eflakî û kronîkên din yên wek van, her wiha li kîtabeyên li ser kêlên gorrên begên Menteşayî û yên li ser eseren mîmarî yên wan şecereyek derxistiye. Wittek, gazinan dike ku nivîsên kîtabeyan ew qas mehiyane û têkilhev bûne ku gelek caran nayên xwendin, silsile û navên li ser wan her gav li gel hev ne lêhatî ne. Di rastiyê de meriv bi xwe jî gava yên ku wî qerar daye ku rast xwendiye dibîne , diyar dibe ku wî ew jî rast nexwendine.

Wittek, tevî van dijwariyan qebûl dike ku hew Hacî Bahaddînê Kurdî yê ku navê wî di Qeremannameya Şikarî de derbas dibe wek navê bavê Menteşa yê herî nêzî rastiyan e, lê piştre di wê şecereya ku ew dikêşe de bi awayekî balkêş cih nade vî navî.[21]

Wittek, du-diliya xwe ya li ser navê Hacî Bahaddînê Kurdî dispêre du sedeman. Ya yekê; ev nav di nusxayên destnivîs yên Qeremannameya Şikarî yên ku hemû jî piştre hatine îstînsahkirin de, carina Hacî Bahaddîn, carina jî Hacî Bahadir derbas dibe. Ya duyê jî Şikarî hin buyeran dike karên Hacî Bahaddîn ku di esasî de piştî wî, piştî 1277-ê rûdane, heta buyerên salên 1290-ân, yên 1300-a ne.

Bêguman ev herdu sedemên dudiliyê dikarin bên zelalkirin. Derbasbûna navên Hacî Bahadîn û Hacî Bahadir ne ji ber hebûna du kesên cuda ne, lê ji wê ne ku di alfabeya erebî de ya yekê bi ‘ﻥ’ (nûnê), ya din bi ‘ﺮ’( rêyê) xelas dibe. Di destnivîsan de ferqa grafîkî ya navbera wan tenê xalek(noxteyek) e. Gava xala di nûnê de li serê neyê danîn an bê jibîrkirin, yan bimehe ew ê wek rê bê xwendin. Loma di dema îstînsahkirinan (jiber nivîsandinan) de her ji bo eynî şexsî carina Bahaddîn û carinan jî Bahadir hatiye xwendin û nivîsîn.

Sedemê duyê jî ew e ku tê fahmkirin ku ne Şikkarî, ne jî Wittek wan j bilî bapîrê Menteşayiyan Hacî Bahaddînê Kurdî, hay ji Emîr Bahaeddîn Kurdê mîrê Mîrekiya Kurd a Amasyayê ya serbixwe nîne ku yek du deh salan piştî Hacî Bahaddînê Kurdî hatiye. Me di xebata xw ya bi navê Amasya Bağımsız Kürt Emirliği(Emareta Kurd a Amasyayê ya Serbixwe)[22] de, cihekî fireh daye jiyan û dema Mîrê Amasyayê Bahaeddin Kurd.

Kurd Beg, di dawiya sedsala 13-ê û nîvê pêşîn ê sedsala 14-ê de buye mîrê Amasyayê, yê Qeyseriyê, berî wan li Sêwas, Amasya û Qeyseriyê emîrtî, walîtî û wezîrtiya Mîrekiya Eretnayiyan kiriye.

Tevî ku Şikarî di berhema xwe de li hin cihan navê Kurd Beg, Hacî Qutlu(Kutlu) Şah îbn Kurd û Xwace Alî dide jî bi qenaeta me ew wan nasnake, bes di beşê pêşî yê esera xwe de ku esas ew wergerên ji Farisî ên ser bi Tirkî yên beşên menzûm ên Yarîcanî û Dehannî ne, ji wan neqil kiriye lê ji bo ku baş nas nake bapîrê Menteşayiyan Hacî Bahaddînê Kurdî û Mîrê Amasyayê Emîr Bahaddîn Kurd têkilhev dike[23] Karên ku Emîr Bahaddîn Kurd, piştî mirina Hacî Bahaddînê Kurdî yanî piştî 1277-ê dike wan jî dike yên bapîrê Menteşayiyan. Gava ew bên naskirin û fahm bibe ku ev nav yên du mîrên kurd ên cuda ne, buyer hê zelaltir li ciyên xwe rûdinên û ew sedemên ku Wittekî dixin nav gumanan ji meydanê radibin.

Rewşeka din jî heye ku diyar e Paul Wittek dixe nav dudiliyan. Di kîtabeya ser kêla gorra Ahmed Gazî îbn Îbrahîm Beg ê mîrê Menteşayiyan ê ji demen dawiyê de ku di sala 793/1391-ê de hatiye çikandin, navin li serê hene ku li gel navên standard yên şecereya wî li hev nakin. Kîtabe wiha ye: Ahmed Gazî îbn Îbrahîm, îbn Orxan (Orhan), îbn Mesûd, îbn Menteşa, îbn Eblîstan, îbn Karabay.

Wek tê dîtin li gel navê naskirî yê Menteşa hin navên balkêş (Eblîstan, Karabay) hene, lê navê Hacî Bahaddînê Kurdî tuneye. Ger hebûna muhtemelen ê wek Muhammed Beg derbas bûya. Li şûna bavê Menteşa ‘’Eblîstan’’ heye.

Em Eblîstanê wek navê kevn ê bajarê Elbîstana ser bi Meraşê ve dizanin. İsmail Hakkı Uzunçarşılıoğlu jî ji bo Eblistanê wiha dinivîse: ’’Navê Eblîstanê şayanê dîqetê ye. Navê berê yê Elbistana îro ya qezaya wîlayeta Maraşê Eblistin bû. Gelo ev navê memleket di eynî wextê de navê kesan e jî? Di sedsalên 14-ê û 15-ê de, di tarîxê de rastî navên kesan ên wek Dimşiq, Misir, Bexdad, Mardîn, Isfahan jî tên. Loma navê di kîtabeyê de navê kesan e’’[24]

Her wiha, berî kîtabeya li jorê, di kîtabeya li ser Mizgefta Ahmed Gazî de ya ku li Mîlasê hatibû avakirin, ku sala 780/1378-ê hatibû nivîsîn, şecereyeka cudatir heye ‘’Vê mizgefta mezin Emîrê ezîm û sultanê mukrî malike rikaba qewman, sultanê hukumdarên Ereb û Eceman[25], Ahmed Gazî Beg –Xwedê jiyê wî dirêj bike- îbn merhûm û maxfûr şehîdê bextewer İbrahim Beg bin Orhan, bin Mesûd, bin Eblistan avakiriye’’ . Ciyê balkêşiyê ye ku li vê derê hem di ya dema hê saxiya Ahmed Gazî de, hem di ya ser kêla gorra wî de, bapîrê pêşîn Qarabay (Karabay) tuneye. Hê balkêştir, navê demzrênerê mîrekiyê Menteşa jî tuneye. Di kitabeyên dorkenarê deriyên hilkişiyana ser mihraba vê mizgeftê de jî, her ew şecere heye.[26]

Wittek, li ser aghiyeka li gel dîroknivîsê Bîzansî jî dikeve gumanê. Balê dikêşe serê ku Pachyméres behsa kesekî bi navê ‘Karmanos Alisurios’ dike û ji vê, encama navê Alîşêrê Germiyanî derdixe. Lê li dereka din, ji nivîsandina ‘Karmanos Mantachiyas’ şîroveyeka din dike û dinivîse ku meriv nikare bigihîje wê encamê ‘Karmanos’ê wek ‘Germiyan’ fahm bike, ev ne mimkin e dibêje.[27] Çima? Çimkî yekî Menteşayî ye. Eseas gelek siriştî ye ku civakên di nav hev de, li gel hev, yan cîran navên naskiriyên hevdu bidin zarokên xwe, lê em wê bidin aliyekî.

Li gor Wittek, ev pirtir dikare bi navê Qereman (Karaman) re wek hev be yê ku di salnameya dewletê ya Kalkaşandî ya di 1412-ê de temamkirî de wiha derbas dibe ‘’El Emîr Zervan îbn Karaman ibn Menteşa’’(‎الاميرذروان بن كرمان بن منتشا). Wittek ji vir tevdigere û wek bapîrê Menteşayiyan biryarê li ser navê Qereman dide, vî navî di şecereya xwe de bicih dike.

Helbet Wittek, di eynî wextê de awayê erebînivîsandiya teksta Kalkaşandî jî dide. Ji vê jî fahm dibe ku ne mimkin e wî qesda navê Qereman (Karaman) kiribe. Ya ku di Tirkiya îro de wek ‘Karaman’ tê nivîsîn, li gor elfabeya Erebî divê wek ‘Qereman (قرمان )’ hatibe nivîsandin. Kalkaşandî ‘’El Emîr Zervan îbn Kirman/Karman (ne Karaman jî) îbn Menteşa’’ nivîsîye. Nav, bi misogerî, hem di Pachyméres, hem di Kalkaşandî de ‘Karmanos/Karman/Kirman’ e. Ya divê ev wek ‘Germiyan’, ya jî wek nivîsandî ‘Karman/Kirman’ bê qebûlkirin, tu riyeka din tune. Ji xwe di dîrokê de peyva ‘Kirman/Karman ‘ ya ku buye nav ji însanan re heye. Karman Şah, piştre buye Kermanşah / Kirmanşah’. Eger bê bibîranîn ku di qirnê navîn de, beşeka giring a Kurdan ku hatine Anadoluya navîn û rojava ji derûdora Şarezor/Germiyana Kurdistana Iraqê ya nuha û Kirman /Kirmanşah/Loristana Kurdistana Îranê ya nuha hatine, navên ‘Germiyan’ yan jî ‘Karman/Kirman/Kerman’ maqûltir in.

Ji teksta kîtabeya ku Wittek di kitêba xwe de daye fahm dibe ku wî kîtabeya ser kêla gorra Ahmed Gazi Beg jî şaş xwendiye gava gotiye Karabay. Li gor teksta erebî ne mimkin e ku ev gotin wek ‘Karabay, Qarabay’ bê xwendin. Belkî ‘Kurbî Beg/Qurbî Beg/Kurî Beg’, hetta ‘Q[a]zi Beg’ bê xwendin. Wittek bi xwe dinivîse ku kîtabe zêde mehiyaye, derfeta xwendin û bişaftineka zelal nade. Tevî vê jî balkêş e, ev nav wek ‘Karabay’ xistiye dawiya şecereyê. İsmail Hakkı Uzunçarşılıoğlu jî dinivîse ku ‘’her çendî Doktor P. Wittek ev nav wek Karabay Bey xwendiye jî di kîtabeyên beşê duyê de wek Kuri yan Kari Bey hatiye xwendin’’. Uzunçarşılıoğlu bi xwe jî nekariye bixwîne.

Piştî van zelalkirinan, dimîne gotina ‘Eblistan’ ku vê kîtabeya ku dikeve dema serdestiya Osmaniyan dikare wek ’Eblistanî’ jî bê xwendin. Belkî hê rasttir welê bê xwendin. Di kitêbên berê de yên bi Osmanî û erebî, ya bi navê ‘hurûfê îmla’ nedihat nivîsîn lê dihat xwendin. Hin dîroknivîsên Tirk û Osmanî ji bo ku ev qaîde li ber çavan negirtine, ‘Germiyanî’wek ‘Germiyan’ yan jî ‘Germiyan Begi( Begê Germiyanê) wek ‘Germiyan Beg’ xwendine. Bi vî awayî dikare navê ‘Eblistanî’ (Elbistanî) bi maneya ‘’yê ji Eblistanê/Elbistanê’’, ev xanedanî bi bajarê Elbistanê yê ku di dewra Îslamê de wek bajarekî Kurdan ê avadan bû, bê pêwendîdar kirin.

Lê ya qenctirîn ew e ku meriv kîtabeyên di dewra serdestiya Osmaniyan de, di dewra entegrebûna bi wan re de, fahm bike ku bi zanebûn hin navên rastîn ên şecereye nehatine nivîsîn hin navên nerast û nelêhatî hatine nivîsîn. Revîzekirina şecereyan li gor dem û dewranan li seranserê dunyayê li nik hemû xanedaniyan heye.

Hema hema temamiya Kurdên ku hatine Anadouya rojava û navîn, berê hatine deverên Suriyeyê; Şam û Helebê, ba Eyyubiyan. Piştre ji wan deran belavî deverên Meraş, Elbistan, Malatya û Sêwasê, hetta Qeyseriyê û Amasyayê bûne, gav bi gav li wan deverên Anadoluya rojava û navîn ên bahskirî bicih bûne.

Ne ecêb e ku Hacı Bahaddînê Kurdî yan bapîrekî wî yê bi navê Qurbi/Qurbi/Q[a]zi Beg ji Elbistanê be. Ji xwe destpêka jiyana Melîku’l sevahil Emîr Bahaeddîn Muhammed li Sêwasê derbas buye.

Bi vî awayî, eger ê şecereyek ji bo xanedaniya Menteşayiyan bê danîn, Qarabey/Karabey û Karaman/Qereman Begê ku Wittek wan bi nav dike divê bên avêtin rexekê, muhtemelen şecereyeka wiha bê avakirin:

Quri/Qurbi/Qazi Beg, kurê wî Eblistan[î] Beg/Emîr Hacî Bahaeddin Muhammedê Kurdî, kurê wî Menteşa Beg, kurê wî Kirman (Karmanos/Germiyan) Beg, kurê wî Mesûd Beg, kurê wî Orhan Beg, kurê wî Îbrahîm Beg, kurên wî Mûsa, Muhammed û Ahmed Gazî Beg, (piştî Ahmed Gazî biryê wî) Muhammed Beg, kurê wî Îlyas Beg, kurên wî Ahmed û Leys Beg. Kurê Ahmed Îlyas Beg. Divê neyê jibîrkirin ku hinek xelekên di navê de zeîf in.

Ji alî behsa me ve yên giringtirîn, Emîr Hacî Bahaddinê Kurdî (Melîku’l sevahîl Bahaeddin Muhammed) ê ku Mîrekiya peravan ya tabiê sultanên Selçûqî kir û Menteşa Begê ku serbixweyiya vê mîrekiyê îlan kir û navê xwe lê kir…

Ji bo ku di vê xebatê de aramanca esasî Kurdtiya Menteşayiyan e ê zêdetir cih nede dayin dîroka wan, zêdetir li ser eslê wan ê etnîkî bê temerkuzbuyîn.

Riataza

[16] Selçûqiyên Rûmê ji yên ku li serhadên bejayiyan (li ser sînoran) mîrtî dikir re ‘’uc beyi’’ yên li peravên deryayên vekirî mîrtî dikir re ‘’emir sevahil, meliku’l sevahîl’’ (sahil begi)dihat gotin.

[17] ŞikarÎ, Qeremanname (Karamanname),

[18] Îbn Bîbî (El Huseyin b. Muhammed b. Alî el-Caferî er-Rugadî) yê amadekir Prf. Dr. Mürsel Öztürk, Kültür Bakanlığı (Wezareta Kulturê), 1996 Ankara

[19] Muhtemelen Alaeddinê Yekê yan jî kurê wî Xiyaseddin Keyxusrew.

[20] Paul Wittek, Menteşa Beyliği r. 24-55, 132-153, 177.

[21] Esas neliheviyên wiha ku di berhema Wittek de hene pirr balkêş in. Ez gelek fikirîm ku gelo dibe ku tehrîfatên dema wergerandina wê ya ser zimanê Tirkî bin. Lê bi derfetên xwe yên şexsî min orîjînala berhemê nedît û nekarî ez wan bidim berhev. Loma ez nikarin tiştekî di vî warî de bejim.

[22] Murad Ali Ciwan, ‘’Amasya Bağımsız Kürt Emirliği’’, https://muradciwan.com/2018/02/18/amasya-bagimsiz-kurd-emirligi/

[23] Karamanname, esas di sê qonaxan de ji bal sê kesan ve hatiye nivîsîn. Ev, Dehhânî, Yârîcanî û Şikarî ne.

Dehhânî ji bo Sultanê Selçûqiyê Rûmê Alaeddîn Keyqubadê III-ê (m. 1303) di terzê Şehnameya Şair Firdewsî de bi Farisî eserek nazm kiriye, di dawiya eserê de ji bo Qeremaniyan (Karamanoğulları) beşeka ji 600 beytan pêkhatî nivîsîsiye, lê berî ku vÎ beşî temam bike miriye.

Li dor piştî sê çarîk qirnan, Alaeddîn Begê (1361-1397) Qeremanî ji şairekî bi navê Yârîcanî daxwaz kiriye ku ew ji ciyê ku Dehhânî nîvco hiştiye û heta dema wî binivÎse û temam bike. Berhem bi Farisî bi awayekî nezm hatiye temam kirin. Li dor 125 salan piştî Yarîcanî, diçaryeka duyê ya sedsala 16-ê de Şikarî berê beşên nezm ên bi Farisî yên van herdu şairan li gor xwe wergerandiye ser Tirkî, di beşê dawÎn de jî wÎ bi xwe dewra dawîn û ya hilweşiyana Qeremaniyan lê zêde kiriye. Loma yên xwedan agahiyên sedsalên 13-ê û 14-ê Dehhanî û Yarîcanî ne, ne Şikarî. Loma ku ew di şertên bêderfetiyên wê demê de wekî weqanivîsekî (kronîkorekî) mixalifê yên Osmanî dibe ku wÎ agahî j du bahaeddînan tunebe.

[24] İ. Hakkı Uzunçarşılıoğlu, Anadolu Beylikleri ve Akkoyunlu, Karakoyunlu Devletleri, Weşanên TTK, 1937, Ankara, r. 19-22.

[25] Yê ku Wittek wergêraye, uhtemelen ji bo li vê derê cardin pêrgiyê bibîrxistina Persan/İraniyan/Eceman nebe, gotina ‘Ecem’ rakiriye û wiha wergerandiye ‘Arap ve Arap olmayanların hükümdarlarının sultanı’.

[26] Wittek, Menteşa Beyliği r. 132-145.

[27] Paul Wittek, Menteşa Beyliği, r. 52.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev