Ax Tamara! Ax Tamara! Axtamar…

Ax Tamara! Ax Tamara! Axtamar…

Mela Mihyedîn, lêkolîner

Ji zemanê berê ve evîn hebû û evîn tenê ne para me bû.

Bi saya çîrokan evîna beşerî bûye nemird.

Ji zemanê berê keçeke xweşik ya keşîşê girava behra Wanê hebû ku niha ji wê giravê re Axtamar an jî Aqdamar tê gotin. Navê keçikê Tamara bû.

Tamara jineke li hev hatî û jina herî bedew ya bajarê Wanê bû.

Tamara û bavê wê li girava behrê dijîyan.

Wexta rojekê Tamara ji bo karekî berê xwe dide bajêr, di rê de leqayê şivanekî Kurd tê. Wexta çavên wan dikeve hev, evîna wan dibe mîna heyv. Ji berê de gotine “Çav çavan dihebîne, dil dila dihelîne.”

Ji roja ku hev dîtin ne ew çavên beşerî û ne jî ew dilê beşerî nema tebatê radigire. Timî daxwaza wan ji bo hevdîtinê can dimîne.

Ji hev re soz didin ku herşev wê hev bibînin.

Wexta roj diçe ava û şev wekî perdeyeka tarî ser rûyê dinyayê digire Tamara di destên wê de find tê li qeraxa behra Wanê, finda xwe pê dixe û li benda dildarê xwe disekine. Dema şivan ji dûr ve şewqa findê dibîne hema ji keyfa xwe li nav pêlên behra Wanê dide û qesta findê dike.

Dema her du evîndar dighîjin hev ji şev heta berbangê bi hevra dikevin civatê û ji hev re yarîyan dikin. Di sira bayê berbangê de şivan ji dildara xwe xatir dixwaze û carek din bi paşpaşkî ve xwe li nava pêlên behrê dide û vedigere mala xwe.

Bi vî şiklî demek dirêj bi hev re hevaltî dikin.

Êêê, mezinan ji berê de gotine: “dinya ne bi zorê ye, bi dorê ye.” Wekî di hemû çîrokên evînî de çawa Bekoyê Ewan hebin û bikevin navbera evîndaran de di vê çîrokê de jî kesên fesad diçin ji bavê Tamarayê re fesadîya wan dikin. Gava keşîşê dêrê (bavê Tamara) bi vê yekê dihese çavên wî sor dibin û tecrîdê li ser keça xwe dideyne. Nahêle keçik derkeve derve û wê di mal de mahkumî dike.

Keşîş bi saya fesadan hînî hemû tiştên wan dibe.

Şivanê feqîr ji her tiştî bê agah her şev diçe qeraxa behrê û li banda îşareta Tamarayê disekine. Heta derengî şevê dimîne ne Tamara tê û ne jî îşaretek. Lê dîsa jî şivan dev ji evîna xwe bernade û her şev diçe qeraxa behrê û li benda îşaretê dimîne.

Ji şevan şeveke tarî derya û li ser behrê pêlên gawirîn heyî keşîş li tê ber behra Wanê û finda xwe pê dixe. Bi pêxistina findê kelecan û çirûsk ji laşê şivan difûrin û xwe li nav pêlên behrê dide û qesta findê dike. Lê keşayê bê îman ji wî serî diçe serê din û her gav cihê xwe diguherîne. Feqîro hey find li ku be berê xwe dide wî alîyî. Bi vî awayî keşîş heta şivan bêtaqet dimîne cihê xwe diguherîne, wê şevê pêlên behra har laşê şivên dikişîne ber bi jêr û şivanê Kurdî wê şevê jîyanê xwe teslîm dike. Berîya ku canê xwe teslîm bike cara dawî navê dildaya xwe diqîre ezman û dibêje: “Ax Tamara!”

Wexta ku Tamara dengê şivan nas dike bi feryad û fîxan ji malê dertê û berê xwe dide cihê deng. Keçika dil şewat xwe diavêje nava pêlên behra serxweş. Ne ew dighîje şivan û ne jî şivan xwe dighîne Tamarayê. Her du jî laşên xwe dispêrin behra Wanê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktiya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetiya Zanistên Civak werdigire. Demek dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên Nûbihar, Barê û Wêje û Rexneyê de derketine.

Qeydên dişibine hev