ÇAVKANÎ, Fêrîkê Ûsiv

ÇAVKANÎ, Fêrîkê Ûsiv

Ji weşanxaneya LÎSê berhemên helbestavanê me yê herî binavûdeng

 

Xwendevanên hêja, weşanxaneya LÎSê hemû berhemên helbestvanê meyî binavûdeng çap kirine. Em ji îro da, her carê yek ji wan berheman çap dikin.

Çavkanî pirtûka yekem a Fêrîkê Ûsiv e ku ev pirtûk bi zarekî herikbar, kubar û mişt ji rabûn û rûniştin û toreya Kurdî av vexwarî pêk tê. Deng û reng û bîna xwezaya wetenê xwe wekî şekirê di nava çayê de têkel kiriye û wekî karxezalekê raberî me dike. Em di vê dîwanê de li gelek taybetîyên Fêrîk rast tên ku di pirtûkên din de wê bibe palpişta hostayîya wî a li şi’rê. Gotin û vegotina ji deryaya dengbêjîya Kurmancî av vexwarî û lîrîzma ji kana siruşta welatê wî derbûyî hê di serî de pireke zexm di navbera xwe û xwendevanan de ava dike:

Gundê Pampê dawet gendî,

Ez lê teglîf, ez lê xwendî.

 

Di nav koma qewm û biran,

Min wergirtiye xemla giran.

 

Li bejna min çuxê Kurda,

Kembera zîv qayîş ser da.

Li ser pişta kihêl Pêgas,

Xweş hêl dibim ber bi Parnas.

 

 

 

 

Navê Pirtûkê Çavkanî
Navê Nivîskêr Fêrîkê Ûsiv
Rêz-Cûre Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî -19
Amadekar Zera Fêrîk
Redaksîyon Şivanê Dêrikî
Zimanê Pirtûkê Kurdî
Berg Şener Ozmen
Agahîyên Çapê 12.5 x 20.5 cm, Çapa Yekemîn 2018, Bizim Büro Matbaacılık, Enqere
Hejmara Rûpelan 82
ISBN 978-605-81521-4-4

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev