ŔABERKIRINA ZANYARÎ YA SUŔȆN DÎNȆ ȆZDÎ

ŔABERKIRINA ZANYARÎ YA SUŔȆN DÎNȆ ȆZDÎ

Tu karekî bona milet deya naçe û ber çavê welatparêzan ra derbaz nabe. Efanê Emîn sala 2006an ji Moskvayê hatibû Rewanê bona pîrozkirina 100 salîya bavê xwe, êtnografê kurdî pêşin Emînê Evdal û ji xwe pirsî: -Bavê min berî mirinê salên dirêj ser berhemeke zanyarî kar dikir. Ew berhem ne çap bûye, ne jî reşnivîsara wê heye.

Û bo zelalkirina vê pirsê berê xwe da beşa Kurdzanîyê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Ermenîstanê ya Zanyarî, ku bavê wî salên dawî li wir kar dikir. Li wir bi pirs û pirsyaran va pê hesiya, ku pirtûkeke wî a neçapkirî a bi sernavê ”Bawermendîyên kurdên êzdî”, ku bi ermenî hatîye nivîsar, di arşîva Înstîtûyê da ye.

Efanê Emîn wê pirtûkê çap dike, dû ra bi xwe wê ji ermenî werdigerîne rûsî û çap dike. Pişt ra hîvî ji Têmûrê Xelîl dike ku ew wergerîne kurdî. Têmûrê Xelîl bi dilxwezî wê werdigerîne kurdî. Û welatparêz Mustefa Kilicaslanê ji Dêrsimê karê çapkirina vê pirtûka zanyarî di hêla fînansî da ser milê xwe bona ew derkeve ronkayê. Welatparêzekî din – Torinê Torin jî ev pêşgotina delal bo pirtûkê nivîsî, ku hûn li jêrê dibînin.

Bi hereketê van dilêşên miletê xwe ew pirtûk zûtirekê wê bi kurdî bê weşandin.

 

Torinê Torinî, lêkolîner

Gava ez berhema zaneyȇ ȇtnografîyayȇ û zargotinȇ – Ȇmînȇ Evdal ya ,,Bawermendîyȇn kurdȇn ȇzdî,, dixûnim, ev gotina wȇneḱȇşȇ navdar – Martîros Saryan tȇ bîra min: ,,Xwestina ḱurda ji siŕuştȇ tȇ, lȇ ҫi ku ji siŕuştȇ tȇ bedew e, bȇ qisûr e,,.

Hine sofîyȇn nû peyda bûyî ḱetine ҫol – pesaran. Hinek ji wana ȇzdîyan û ȇzdîtîyȇ ṫevî ҫiradankȇn sexte ji Hindistanȇ tînin. (Ne dîhar e ew welat, dîŕok, şaristanîya kal – bavȇn ȇzdîyan bona ḱîjan ḱoҫberȇn hatî vala dikin…). Hinekȇn dinȇ jî ȇzdîyan û ȇzdîtîyȇ ji Teveka 7 – an danazilînin – peyayî li ser erdȇ dikin.

Lȇ ȇtnografȇ ḱurd Emînȇ Evdal di evȇ berhema xwe da bi zanyarî destnîşan dike, ku bawerîya ȇzdîtîyȇ bi ḱîp ҫîya – banî, deşt – beyar, ҫem – kanîyȇn siŕuşta Ḱurdistana welatȇ bav – kalȇn ḱurdȇn ȇzdî va girȇdayî ye, bi mora wana morkirîye. Steyr, exterȇn ezmanȇ Ḱurdistanȇ: Steyra Serȇ Sivȇ, Pȇwr û Mȇzîn – Ṫerezû, Ḱomka Sȇwîyan, Rîya Kadiz, Karvankuj, Gaxûl û yȇn dinȇ dema ŕȇwîtîyȇ ŕȇberî li ŕȇwîyan kirine, demȇn ҫandin, eḱinberevkirinȇ, hilgȇŕ – dagȇŕȇn zozanan, ҫûyîna li ser mezelan bûne demjimêrȇn zȇndî û amin. Avȇn ҫem û kanîyȇn welȇt jîyan dane der û doran. Û kal – bavȇn ȇzdîyan li zîyaretȇn ,,li ŕex ҫevkanîyan û ber kenarȇn ҫeman,, li berpalȇn ҫîyan ,,Mar – zîyayȇn kevirî,, hela berî 3500 – 4000 salan danîne û steyr, hȇşnayî, agir, av, ҫiya, kevir, şikeft, bûyerȇn dinȇ ,,yȇn erd û ezmanan bi awa parȇz kirine,,. Heger ȇzdî li Arktîkayȇ yanȇ jî li Antarktîdayȇ bijyana, ayîna ȇzdî, ya me va dîhar, wȇ pȇşda nehata. Demȇn cejnȇn ȇzdîtîyȇ wekehevbûnȇn şev û ŕoj, ŕokurt û ŕodirȇj, nedîrdayîna steyr û exterȇn Kurdistanȇ va girȇdayî ne. (Dagirkerȇn Kurdistanȇ ji eyarȇn xwe jî derḱevin, nikarin vana biguhȇŕin – ṫune bikin).

Ȇtnografȇ kurd bi zanyarî destnîşan dike, ku ȇzdî neteweya xwe va kurd in. Zanyarȇ zargotinȇ piŕ baş haj ji qewl û beyṫȇn ȇzdîtîyȇ hebûye. Lȇ van qewl û beyṫan da ȇzdî ne ku wek netewe, lȇ wek mȇr – bawermendȇn dînȇ ȇzdî tȇne ŕaberkirinȇ. Ҫiqwasî jî hinekȇn ḱap – deqȇn destȇ xelqȇ bextȇ xwe bişewtînin, gotina qewl – beyṫan ya ,,Atqata min – Ȇzdîd,, ŕo nava ŕojȇ biguhȇŕin – bikin ,,Miletȇ min – ȇzdî,,, yeke, ,,Ṫerqîn,, a ku ser her mirîkî ȇzdî tȇ gotinȇ, divȇje, ku ,,ȇzdî dîn e,,:

Wȇ bȇ ser te Nikil û Nikîne,

We pirske, bȇje tuî ji ḱîjan dînî,

Tu bȇje ezî ȇzdî me….

Bin sernivîsa ,,Hebandina ŕuh,, da zanyar dinvîse ,,Bi vî awayî, gorî Xwedȇnasȇn ȇzdîyan meriv, heywan û hemû ŕuhber xwedî ŕuh in, ku ser demekȇ di canȇ wan da dijîn, lȇ piştî mirinȇ jȇ dûr dikevin, diҫine dinya dinȇ, bona heta – hetȇ bijîn,,. Ango ȇzdîtîyȇ da ŕuh – giyan ȇ ŕehmanî – nemirî pey mirina meriv ŕa xatirȇ xwe ji Dinya ŕonik dixwaze, ser ,,Pira Seratȇ,, ŕa derbaz dibe, diҫe ,,Dinya Axretȇ,,. Bi gotineke din, ȇzdîtîyȇ da ŕȇînkarnasîya klasîk ya hindîyȇ ṫune ye. Şûna wȇ da ȇzdîtîyȇ da meriv parҫekî hewildorȇ tȇ dîtinȇ. (Vira da jî bi dubare felsefa nemirinȇ veşartî ye). Merivȇ ji axȇ, avȇ, agir û ba sȇwirî wek simlekî zevîyȇ ye, guleke li ber zinȇr li teŕazinȇ ye, ,,marȇ ku di dema birûskvedanȇ hildifiŕe ezmanan û li vir dibe zîya,, ye, karxezaleke ḱûvî ye, dara li derȇ mala bavȇ Nûrȇ ya hizkirîya Ŕizgan şîn bûyî ye, steyreke wek ȇn Leyl û Mecrûm e li peŕȇ ezmîn. Lema jî ȇzdîtî bi xemxurî berbiŕî wana dibe. Û Sîyabendȇ Silîvî jî li Sîpanȇ Xelatȇ nagihîje mirazȇ xwe, ji ber ku ew gaḱûvî dikuje…

Pantȇona ȇzdîtîyȇ ya îroyîn ji Xwedȇ û 40 Meran (ji wana 7 yȇn Ŕiknȇ gor hejmara Ŕoyȇ, Hîvȇ û 5 geŕsteyrȇn dor Ŕoyȇ yȇn ku bȇ dûrebîn hatine dîtinȇ) ye. Gor hejimara 40 Mȇran jî 40 mal – ocaxȇn pîranîyȇ yȇn Cidan hene. Ji berhema Emînȇ Evdal jî tȇ xuyanȇ ku ȇzdî piŕ Mȇr – Melekȇn piştovanȇn bûyarȇn siŕuşta welatȇ xwe diparȇzin. Eva alîkîva girȇdana ayîna ȇzdî siŕuştȇ va dide destnîşankirinȇ, alîyȇ dinȇ va kevnarîya bawerîya ȇzdîtîyȇ tîne ber ҫavan. Bawerî ҫiqwas kevnar e, awqas Pantȇona wȇ bi piŕendam e û her Mȇr – Xwedawendekî wȇ xweyȇ ṫenȇ erkekȇ ye, ҫiqwas dîn nu ye, awqas her Mȇr – Xwedawendekî wȇ dibe xweyȇ ҫend erkan.

Ji ber ku bawerîya ȇzdîtîyȇ ya netewî ye, ew ȇtnosȇ va, ŕȇ – ŕizm, ŕabûn – ŕûniştin, deb û zargotina wȇ va girȇdayî ye. Emînȇ Evdal ȇ zaneyȇ ȇtnografîyayȇ û zargotinȇ ev hemû wek kezîyȇn keҫa ȇzdî nav hev da hûnandine.

Gava zanyar derbarȇ heykel – peykerȇn beran, hesp, box, şȇr, teyr, kevotk ȇn li ser mezelȇn ȇzdîyan da dinvîse, gotina steyrzanȇ birîtanî Vîlyam Olkot tȇ ber ҫavan. Gor gotina wî cara pȇşin cîhanȇ da binelîyȇn devera navbera ҫîyayȇ Masîs û ҫemȇ Ferat da ḱomȇn steyran belayî li ser birc – exteran kirine û navȇn ajalan lȇ kirine – nîşanȇn Zodîaka ḱember – goveka ajalan – Ҫelxa Felekȇ sȇwrandine…

Gava zanyar derbarȇ beranberdanȇ da dinvîse, Galaktîka me ya Ŕoyȇ tȇ ber ҫavan. Sala nû û salnema ŕojȇ cem kal – bavȇn ȇzdîyan berȇ berȇ da meha adarȇ da dest pȇ bûne. Zodîakȇ da destpȇk Birca Beran e. Kurdistana kevnare da sîmvoleke Ŕoyȇ hema beran bûye. Ji ber ku bȇ dûrebîn li dor Ŕoyȇ Hîv û 5 (bi ṫevayî 6) geŕsteyr hatine dîtinȇ, lema jî kevanîyȇn kurd Beranberdanȇ da ser navȇ her beranekî bona şivanan şeş (6) ḱate lȇdane – petine. (Xwezma ji 3003 navanȇn Xwedȇ yek jî hema ,,Nan,, e û bingeha jimartinȇ ya sûmerîyan jî hejmara 6 e. Bal ȇzdîyan hejmarȇn 6, 12, 18, 24, 30, 36, 60, 360 û hwd xwedîyȇn ḱemal û ŕamanȇn anegor in). Lȇ kalȇn zane pȇ ewȇ yekȇ, ḱa mîya qerȇ yan ya qerqaşȇ peşîya beranan da bȇ, pȇş va pȇ hesyane zivistana tȇ wȇ sert be yan milahîm be, dirȇj be yan kurt be.

,,Di hikyatȇn kurdan da beq diqure (diteqe), ji hundurȇ wȇ xort û keҫȇn cîwan derdikevin…. Keҫ û jinȇn kurdan wek nîşana hebandinȇ xemil û xişirȇn bi şiklȇn beqȇ bi xwe va dikin. Ser gelek kemberȇn jinȇn ȇzdîyan wȇneyȇ beqȇ hatîye nîşandan,,. Evan gotinȇn ȇtnogiraf kevirȇ ṫerezûyȇ bi şȇweyȇ beq ȇ Ûlam Bûrarîaş ȇ padîşahayȇ ḱasit tînine ber ҫavȇn min. Ev beqa mûzexaneya Mȇsamorȇ da li Ermenîstanȇ tȇ xweykirinȇ….

Zaneyȇn neyar (carna jî bin postȇ ,,dost û xȇrxwazȇn ȇzdîyan,, da) bi zanebûn, lȇ nezanȇn me bi nezanî dînȇ ȇzdî û dîŕok, çanda neteweyî yȇn hezaran salan ji hev qut û kajî – vajî dikin, heta, wek xudanȇ ,,Meshefî ŕeş,, (ya cîhana zanyarîyȇ ŕa dîhar) kurdȇn ȇzdî wek ,,azazîlparȇz,,, ,,dȇwparȇz,, ŕaber dikin. Lȇ Emînȇ Evdal dinvîse: ,,Bal ȇzdîyan dȇwȇn ejdaha jî ruhȇn neqenc bûn,…yȇn ku ne gelekî bi aqil in, hela di ser da jî xişîm û nezanin…,,. Ji berhema ,,Bawermandîyȇn kurdȇn ȇzdî,, tȇ xuyanȇ, ku Mȇr – Xwedawendȇn ȇzdîtîyȇ: Ȇzdîdȇ Sor (wek Yazadȇn berî zeredeştîyȇ), Melekî Taûs (Dûmûzî), Mîhr ȇ Mȇr – Xwedawendȇ Ŕoyȇ, Adî (Adya, Aldî, Xaldî) û yȇn dinȇ wek ȇn hindoavropîyȇn arî xweŕa ŕonahîyȇ tînin, berî tarîyȇ didin. Zanyar bin sernivîsa ,,Hebandina royȇ,, da dinvîse: ,,Bawerîya Royȇ di nav ȇzdîyan da ewqas bingeh girtîye, ku ji wana ra digotin Miletȇ Şems, ango merivȇn ku pey Royȇ diҫin an jî lawȇn Royȇ,,.

Helbestvana naskirî helbesteke xwe da divȇje, ku xȇn ji qulҫȇn fîzologîyȇ yȇn bona dil, gurҫikan, mejû, divȇ qulҫekî meriv jî bo hebandinȇ hebe. Belȇ heta li ser Dinȇ mirin, zengîn û xizan, newekehevî, şeŕ û doz hene, wȇ dîn û bawerî, xeyal jî ŕȇberîyȇ – şirîkatîyȇ li merivan bikin. Bîr û bawerîyȇn dînî yȇn ku Emînȇ Evdal berhema xwe ya ,,Bawermendîyȇn kurdȇn ȇzdî,, da ŕadixe li ber ҫavȇn xwendevanan alîkî va girȇdana ṫevî welat, ҫand, ziman, dîŕoka kal – bavan dîhar dikin, alîyȇ dinȇ va, gor zengînîya erdnîgarîya Kurdistanȇ – buhuşta demekȇ ya li ser erdȇ, bi Xwedȇnasî û siŕuştparȇzî hûmanîzmȇ, qencîyȇ, pakîyȇ, dilovanîyȇ, xȇr û xweşîyȇ bo 72 (dehbarîya jimara pîroz ya 7) miletan, ŕȇwîyȇn ŕîyan, serȇn ser belgîyan, girtîyȇn hevsan, nefsȇn tengîyan, ḱesîv – ḱûsîvan pȇŕa jî bona bawermendȇn ȇzdî daxwaz dikin.

Ȇtnogiraf Emînȇ Evdal gotina D. Pagîrȇv ya ,,Heta niha jî bi tu kesî ra li hev nehatîye haj ji surȇn dînȇ ȇzdîyan hebin,, anîye bîr û hema bi evȇ berhema xwe jî, nenihȇŕî zordarîya zextȇn îdȇologîya Sovȇtîyȇ, gele surȇn dînȇ ȇzdîyan dîhar kirîye…

 

P.S. Wêneyê bergê berhema zanyarî ya Emînê Evdal, ku me bi gotarê ra tevayî çap kirîye, Mustefa Kilicaslan çê kirîye, lê ew demkî ye, dikare bê guhêrandin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Torinê Torinî

Li kolêca doxtirîyê, Zankoya doxtirîyê ya dewletê li Rewanê, fakûltêya jûrnalîstîkayê ya heman zankoyê xilaz kirîye. Serwêrê para dermanan ya serwêrtîya dermanxanan ya bajarê Gumrîyê û hevt navçeyên Ermenîstanê bûye. Niha serwêrê dermanxanê ye.

Qeydên dişibine hev