Ji nimûneyên zargotina me – 140

Ji nimûneyên zargotina me – 140

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûçilî me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê em çar beşên berhemeke êpîkîyê ya bi sernavê “Kilama Al paşa” û “Kilama Memê” raberî we bikin. Em îro beşa wê a pêşin çap dikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl 

 

Kilama Al paşa

-Memê lawo, were meke bêîtbarî

Ezê tera bînim pêncsed xatûnê bi carî

Were şeherê Muxurzemînê mehêle hîvîya min kalî.

 

Go, ez nizanim, nezer nahêle Memê Zînê bivîne

Wê welat berbi welat bigerîne

Cara mayî çevê dê û bavê pêxîne

Yarebî, tu bikî yalê keremê

Ezê şêwr-misiletê daynim vêderê

Zanim nezerê çi bîne serê Zînê û Memê.

 

Memê ajot, çû. Ewan siyarêd giregirêd bavê wî jî dane pey. Memê piş xweva nihêrî, ku siyarê bavê wî wê pey ketine, go: “Welle, ezê bisekinim, bira ewana bên, ezê bêjimê bira vegerin, gunene, hemîn ez diçim, ewê bêne çi?”. Memê sekinî, siyar gihîştinê.

 

Kilama Memê

-Gelî giregirêd bavê mino

Hûn carekê vegerin kok û bino

Lê anemetî webe kalebavê mino.

 

Memê ku usa got, siyar temam vegerîyan. Memê jî ajot û çû. Sê roj û sê şeva Memê Bor bi qeydêva ajot. Nizanibû ku borî qeydkirîye. Qeyda lingê Bor birî, Bor jêra kêlimî, gotê:

 

-Herê Memê min dînî delale

Eva sê şev, sê roje tu

Li min duxurî mîna teyare

Tu qet nabêjî qeyda lingê Bor dixwere.

 

Go: -Memê minî serbestî

Eva çend şeve li min duxurî bi destî

Qet nabêjî qeyda lingê Bor digestî

Malxirab, çerm xwar, maye hestî.

 

Go: -Herê Memê minî kurî

Ev sê şeve tu li min duxurî

Qet nabêjî qeyda lingê Bor dibirî.

 

Banzda erdê Memê delale

Ji ber xwe hilkişand têlkêş zilfeqare

Avîte nava qeyd û çîtale

Qeyd birî mîna xiyare.

 

Go: -Ez wîkim, yekê cebare

Ez li vira bûme xiravmale

Borê minî gele bedhale.

 

Bor got:

 

-Memê, mekişîne tu xemane

Lingê min bipêçe bi dezmalane

Min avde bi selefêd çevkanîyane

Min tîmarke nazik-nazik bi tilîyane

Ezê te bigihînime Cizîra Botane.

 

Memê lingê Bor pêça, zînê wî ji piştê hilda, gema wî ji dêv derxist, berî nav mêrgê da û bi xwe çû ser kanîkê xwera raza. Rojek, dudu, sisê û çar. Wextekê Memê rabû ber bi Bor çû. Dîna xwe dayê Borê wî dîsa mîna berê rût-tezî bûye, tûka sipî dewsa birîna şîn bûye. Ewî Bor anî, zîn û bûsat kir, lê siyar bû. Memê sî û heft roja bê sekinandin ajot. Çû derkete deşta Cizîra Bota. Lê Memê nizanibû çi cîye û çi ware. Bor gote Memê, go:

 

-Serê xwe hindavda hilde mêzeke bi tûşe

Deşta Cizîrê deşteke bi pûşe

Qeretûkê wê kifş dike, ew cotkarîye yan teyrekî qereqûşe?

 

Memê minî devdînî aqilkurîne

Bor bi zengûya rastê ditirsîne

Borî bimbareke nava feyzil eynêra

Cem cotkarekîva dertîne.

 

Wextê çevê Memê li cotkarî ket, Memê şikirîya xwe anî, go: “Eva nêzîkî çil roj û çil şevîye ez rê têm, hê çevê min li evd û însana neketîye, lê vê sehetê min cotkarîk dîtîye”. Memê bi kilamkî got:

 

-Cotkarî, tu wîkî îlahîye

Ezê bidime te du kulm zêrê findeqîye

Were bêje min pirsa rastîyêye

Ka riya Cizîra Bota kî alîye?

 

Cotkarî go:

-Wîkim îlahîye

Ezê bêjime te rastîyêye

Ew riya tu li ser – ya Cizîrê bi eynîye.

 

Memê du kulm zêrê findeqî dane cotkarî û kete rê, ajot çû. Êpêceyî çû, careke dinê ser cotkarîda vegerîya, go: “Canim, Cizîr – hezar Cizîr, min ne pirsî axayê wê, mîrê wê, salix û sûlixê wê”. Memê ku vegerîya, cotkarî go: “Welle, eva vegerîya, wê min bikuje”. Çimkî qirara welatê wan usa bû, bi şerîyetê berê pere didane merîya, paşê merîya dikuştin. Wekî dijminê wan biya jî, dîsa pêşîyê pere didanê, paşê dikuştin. Digo, berê xûna wana dikirin, bona gunê wan nekeve situyê wan, paşê dikuştin. Memê dûrva gazî cotkarî kir, go:

 

-Qurba, çira direvî? Ezê çend pirsa ji te bikim. Were minra bêje ka mîr û axayê Cizîrê kî û kîne?

Go: -Mîrê Cizîrê Mîr Seydîne, erfat û egîtê wê Erfan, Çekan û Qeretajdîne.

Ewî usa got, Memê dîsa kulme zêr dane cotkarî, ajot û çû. Bira cotkarî xwera şabe, gayê xwe berdan û zû-zû çû mala xwe. Wê rojê jî Qeretajdîn bi herdu birê xweva hatibûne rav û nêçîrê. Qîza Bekirê Ewîn jî remildar bû, navê wê jî Zînê bû, ewê jî remilê nihêrîbû, wekî Memê wê îro bê. Ew jî hatibû ser pira Zembelîyê sekinîbû, digo: “Memê bê, ezê bêjimê: Zînê ezim, qet meçe nav Cizîrê, hema min hilde û ji vir bive”.

Memê ajot, rêda çû, dîna xwe dayê sê siyara wê daye ser xezalekê, dikin-nakin nikarin xezalê bigirin. Memê Bor avîte ser xezalê, wê sehetê xezal girt. Qeretajdîn û herdu bira xwe pêra gîhandin û gotine Memê, go:

-Qurba, eva nêçîra kêye, wekî te girt?

Yek ji wan, yek ji Memê, Memê dest avîte Qeretajdîn, bi destekî ji ser zîn hilda, go:

-Ezê te li erdê xim, eleperçe bikim.

Erfan û Çekan gotine birê xwe, go:

-Canim, were em herin, mêrik heyfa wî li me hatîye, mera nêçîr girtîye.

Memê jî go: -Qurba, ez merîkî xerîbim, min tu xirabî li we ne kirîye, gunê min li we hatîye, min wera xezal girtîye.

Memê nêçîra wan dayê. Ewana ajotin çûn. Memê jî ber bi Cizîrê çû.

 

Memê ajote ser pira Zembelîye

Dît ser pirê zerîke rûniştîye

Memê selam da zerîyêye.

 

Zerîyê go: -Ser çeva bê Memê Alane!

 

Memê go: -Tu çawa zanî ez Memême?

 

Go: -Ez usa zanim tu Memêyî

Eva çil şev û çil roje tu rê têyî

Qey seva xatirê min zerîyêyî.

 

Memê go: -Zerîyê, ha zerîyê

Agir têkeve binê penîyê

Lê kanê gustîlka mine li tilîyê?

 

Go: -Wextê Memê min vira peyda bû

Hiş û aqil ji serê min çû

Gustîlk ji tilîya min unda bû

Gustîl ji tilîya min kete pira Zembelî, unda bû.

 

Zîna qîza Bekir go: -Memê, ez dîna xwe didimê tu ketî nav mitala, dilê xwe ji min sar dikî. Eva bû çil şev û çil roj ez ji boy te serê vê pirê rûniştime, ser nexişê kerge, sur û sermayê li min daye, ez reş bûme; wekî tu min nebî, ezê deng bidime cindîyêd Cizîrê, wê perçê teyî mezin guhê te bihêlin.

Memê gelekî şaş û heyrî ma, tu rê jê dernedixist, go: “Yarebî, bavê min digot ezê tera pêncsed xatûnê bi carî bînim, ez seva eva reşe mirdar hatime vira? Min mal û halê xwe, bavê xwe terikandîye”. Bor dîna xwe da Memê, dît ku wê ji kerba biteqe, Memêra kêlimî:

 

-Herê, go, Memê, eva qîza Bekirê Ewîne

Ewe remildare, remila xwe datîne

Gelek rêwîngê mîna te ji rê dadigerîne.

 

Tu ewê bavêje terkuya xwe û zîne

Bi zenguya rastê min bitirsîne

Îzina Xwedê ewê tenişta xwe li erdê bivîne.

 

Memê ew hilda avîte terkuya xwe, bi qest go:

-Were, tu Xwedê xwe, ezê te bibim, idî qedera min eve.

Wextê avîte terkuya xwe, bi zenguya xwe Bor tirsand, Zîna Bekir jorda erdê ket; îsal ne mirîye, îsal heft sale mirîye. Memê ket nava mitala, cara mayîn hat ser wê peya bû, dest kire dil, ava sar lê reşand. Ew hevekî ser xweda hat. Çevê xwe vekir. Memê go:

-Tu Xudayê xwe, qirar be, wextê min Zîn xatûn anî, ezê te jî bivim tême carîya wê.

Bi wê formê sozê xwe kirine yek.

Memê ajot û çû ber bi şeher. Bor kêlimî, dîsa gote Memê, go:

 

-Memê, eva heye – Cizîra Botane

Hevîrtirşkê xwe ji xûnê sitirane

Wextê ro diçe ava, bira li birê nabe xudane.

 

Go, tu qapûtê hêşîn serê xwe werîne

Nezera zarê wane berê maka

Usanin, behrêda çevê masî dertîne.

 

Memê qapûtê hêşîn serê xwe dialîne

Dizgînê ser qerpûzda dadixîne

Borî bimbareke, Memê kûçe-kûçe digerîne

Der xanmanê Qeretajdînva dertîne.

 

Xatûn Perî li rewaqa jorîn dibîne

Xwe li nerdiwana jorda wartîne

Go: -Xilamno, hespê birangê min bivine extexanê.

 

Bi xwe kete bin milê Memê

Go: -Birao, keremke alîyê dîwanê

Ser çevara bê mêvanê hanê.

 

Xatûn Perî xwe dîwanêra digihîne

Heft doşeka dewsa yekê datîne

Memê navda dihêwirîne.

 

Memê qapût serê xwe dertîne

Xatûn Perî herd çevê xwe divîne

Nûr û nedera Memê daye birca hêşîne

Radibe merîkî ser Qeretajdînda dişîne.

 

Xulam çû pey Qeretajdîn, go:

-Mîrê min, xatûn Perîyê digo: “Bira bê, mêvanekî wanî gelekî ezîz hatîye”.

Qeretajdîn û herdu birêd xweva rabûn berbi malê hatin.

 

Qeretajdîn bi birava hat derda

Selam dane Memê di serda

Hêja bûne çar bira, hevra xeberda.

 

Ewana û Memê sê şev û sê roja tev hev rûniştin û xeberdan. Ji wan tirê ew roje, ew sehete û ew deqîqeye. Xatûn Perî jî carê êmekekî çêdike, wekî bîne ber wana. Lê bi şabûna Memê, nûr û nedera Memê temaşe dikin, nan û av nakevine bîra wan.

Mîr Seydîn dîna xwe dayê şikyatçîya hevdu xarin, idî pê li zimanê hev dikin. Ewî merîk şande cem xatûn Perîyê, go:

-Here bêjê, bira Qeretajdîn nesekine, bê.

Xulam çû, dîna xwe dayê xatûn Perî wê bi kevgîrê êmek li hev dixe, go:

-Xatûn Perî, mîr digo bira Qeretajdîn nesekine bê, şikyatçîya hevdu xarin.

Wextê ewî usa go, xatûn Perîyê kevgîrek ji pêra enîya wî da. Xûna sor serda hat. Xulam go:

-Welle, wekî ez bimirim jî, ezê xwera rabim, li Memê temaşekim. Xulam çû dîwanêda sekinî û temaşa Memê kir. Mîr merîkî dinê jî şand, go:

-Kuro, bêje Qeretajdîn bira bê. Mêvanê wî çawa mêvane, eva sê roje ewî derge û dîwan hiştine bêxweyî.

Ew xulam hate cem Qeretajdîn û bi camêrî hîvî kir, gotê. Qeretajdîn rabû tenê çû cem mîr. Mîr go:

-Axir eva sê şev û sê rojê weye, te derê dîwanê dadaye, şikyatçîya hev xarin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *