XURTBÛNA NASYONALÎZMA KURDAN -1

XURTBÛNA NASYONALÎZMA KURDAN -1

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê beşek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Xurtbûna nasyonalîzma kurdan”. Me ew kirîye 4 beşan. Em îro beşa yekê raberî we dikin. Beşa duduyan emê piştî heftêyekê çap bikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 140

 

“Xoybûn”

Têkçûna serhildanên li Kurdistana Tirkîyê, Îranê û Îraqê di nîveka salên 20î serekên kurdan, ku piranîya wan li ser axa Tirkîyê xuliqîbûn, hişyar kir, ku rêxistinên miletîyê saz bikin û kar û emelên xwe ji bingehê va biguhêrînin. Serhildanên bi serokatîya Şêx Sehîd, Simko û Şêx Mehmûd Barzincî ew yek dane xuyakirin. Lazimaya sazkirina rêxistina sîyasî ya hemkurdîyê hebû, ku bikaribûya serhildanên gel yên ji hev qutbûyî, ku li Kurdistana perçebûyî da hebûn, bigihîne hev û şerê ji bo damezirandina dewleta kurdan bike. Û ew kar gerekê serekên kurdan yên rêxistinên miletîyê yên Tirkîyê bi rê va bibirana, ji ber ku cêribandina wan di wî karî da hebû û pêwendîyên wan yên baş hebûn him di nava civaka kurdan ya li welêt, him jî li Rohilata Nêzîk û Awropayê. Karê wan berê xwe da û sala 1927an li ser axa Sûrîyê û Libnanê, ku di bin destê Fransîyayê da bûn, komîtêya kurdan ya miletîyê ya bi navê “Xoybûn” (“Serxwebûn”) hate sazkirinê.

Malûmatîyên derheqa dem û cîyê vê bûyerê da di nivîsan da ji hev cuda ne. Gorî malûmatîyên cesûsîya Îngilîs, karê amadekarîya sazkirina vê rêxistinê di sibata sala 1927an da dest pê bûye, dema du dêlêgasyonên kurdan seredana Bêyrûtê kirin û li wir bi yek ji binemalên kurdan yên bi nav û deng – binemala Bedirxanîyan ra, ku li wê demê li Bêyrûtê dima û qedirê wê li Kurdistanê pir bû, civîyan, pirsa derheqa damezirandina dewleta kurdan guftûgo kirin û pêşnîyar hate kirinê derheqa wê pirsê da bi… bolşêvîkan ra hevraxeberdanan bidine derbazkirin[1]. Herwiha behsa peydakirina hevabendan jî hate kirinê û di wî karî da roleke taybet didane aşûrîyan.

Piranîya çavkanîyan di wê pirsê da hemfikir in, ku “Xoybûn“ di meha çirîya pêşin sala 1927an di gundê Bîhomdunê, li Libnanê hate damezirandin (angorî gotina pêşekzanê Fransîyayê alîyê pirsên kurdan da Lyûsên Rambû – di 5ê çirîya pêşin da)[2] û li wir kongrêya “Xoybûn“ê ya pêşin hate derbazkirin[3]. Ev rêxistinên kurdan yên nasyonalîstîyê yên Tirkîyê ketine nava wê komîtêyê: “Kurdistan Taali“, “Kurd Teşkîleti Îçtimayî cemîeti“, “Kurd Mîllet Firkasi“, “Komîtêya serxwebûna Kurdistanê“. 28ê çirîya pêşin sala 1927an “Xoybûn“ gorî Peymana Sêvrê serxwebûna Kurdistanê îlan kir û bi wê ra tevayî dijî Tirkîyê şer îlan kir. Gundê Kurd-Ava li berpala çiyayê Agrî-daxê bû paytextê Kurdistanê yê ser demekê, lê Dîyarbekir bû paytextê herdemî. Di hindava Farizistanê, Ermenîstanê, Îraqê û Sûrîyê da daxwazên dostanîyê hatine dîyarkirinê.

Ev kes ketine nava Komîtêya karger ya “Xoybûn“ê (ango, hukumeta Kurdistanê): Sûrêya, Celadet û Kamran Bedirxan, Memdûh Selîm beg, Şahîn beg û karmendên kurdan yên bi nav û deng yên din. Îhsan Nûrî paşa hate hilbijartin wek Serekqumandarê ordîya kurdan, ku hema bêje serokê “Xoybûn“ê bû, lê serekê admînîstrasyonê Îbrahîm paşayê Hesikîyê ji Têllo bû, ku di paşdemê da kete dewsa Îhsan Nûrî û bû serekqumandar. Ser tepeyê çiyayê Agrî-daxê ala kurdan ya miletîyê hate bilindkirin4.

“Xoybûn“ê platforma sîyasî qebûl kir – plana kar ya ji bo demên nêzîk. Bi şirovekirina O. L. Vîlçêvskî5 ew ha ye: 1) ji hev belakirina hemû partî, komele û rêxistinên heyî û wana bikine nava “Xoybûn“ê; 2) şerê dijî Tirkîyê heta wê demê, ku ew mafê kurdan yê axê nas bike; 3) amadekarîya ji bo serhildana tevayî û hevgirtî, ji bo wê lazim e serekekî nû hilbijêrin, hemû hêzên ûsyanvanên kurd gorî karê leşkerîyê perwerde bikin û çekan bidine wan, navbendeke ûsyanvanan saz bikin; 4) pevgirêdanan saz bikin tevî hukumeta Îranê û partîyên Îranê ra; 5) pêwendîyan saz bikin bi hukumetên Îraqê û Sûrîyê ra, peymanan bi wan ra girêdin, ku mafên kurdan yên li van welatan bê parastin û testîq bikin, ku di paşdemê wê tu de`wekarîyên kurdan di hindava van dewletan da tunebe.

Bi vî awahî bû bernameya sîyasî ya “Xoybûn“ê di dema damezirandina wê da. Tu şik tune, ku ew di praktîkê da li ser qûmê hatibû çêkirin. Wan deman hela ne bingehên sîyasî, ne yên civakî, ne jî yên hiqûqî gihîştibûn bona şerekî serketî bikin seba Kurdistana serbixwe, bi kêmanî li ser axa Tirkîyê tenê. Derheqa Kurdistana Îranê da kêm bîr dianîn, dûrî aqilan bû, ku ji bo kurdên Îraqê û Sûrîyê otonomîyê bi dest xin. Nasyonalîstên kurd – teşkîldarên “Xoybûn“ê bi xeyalan va nexweş ketibûn. Di bin destê “Xoybûn“ê da tu aletekî zexm tunebû, ku bikaribûya strûktûrayên wisa saz bike, ku bikaribin daxwazên wan yên berfireh pêk bînin. Di rastîyê da ew hevgirtina ser demekê ya nasyonalîstên kurdên Tirkîyê û dîyasporê bû, ku dikaribû pirsdanînên sînorkirî pêk bîne di hêla teşkîlkirina kurdên Tirkîyê bona ew serî hildin û “meseleya kurdan“ bigihînine Roavayê.

Lê hewce nake kemala wê bûyerê kêmtir bikin. Ya pêşin, ewê alî kir, ku hêzên kurdan xwe bigihînine hev, berî gişkî jî li Tirkîyê, dijberîya navxweyî û nelihevîyên sîyasî gelek kêmtir bû. “Xoybûn“ ser demekê bû navbendek, ku welatparêzên kurd yên Tirkîyê û welatên cînar li dor wê civîyan. Ya duduyan, ji nasyonalîstên kurdan ra li hev hat li ser axa Sûrîyê û Libnanê bingeheke xurt saz bikin û ji wir karê organîzekirinê û propagandayê meşandin (komîtêya “Xoybûn“ piştî avabûna xwe di nava demeke kurt da cîguhastî li Sûrîyê bû). Ya sisîyan, nasyonalîstên kurd ji der va ra pêwendîyên gelek xurt saz kirin, ku ji bo wan pir giring bû, wek nimûne pêwendîyên bi rêxistina ermenîyan ya here xurt li dervayî welêt – partîya “Daşnaksûtyûn“ ra. Serekê daşnakan V. Papazyan tevî kongrêya “Xoybûn“ê ya pêşin bû. Wek ku Qasimlo gotîye, “Xoybûn“ tam di bin tesîra daşnakan da bû, ku “di hêla sîyasî, teşkîldarîyê û aborî da piştgirîya wê dikirin“6. “Xoybûn“ê destxweda kontaktên nêzîk bi beşa leşkerî ya “Daşnaksûtyûn“ê ra danî û ji bo pêwendîyan Rûbên paşa kivş kir.

“Daşnaksûtyûn“ yek ji serkanîyên fînansekirina “Xoybûn“ê bû, diha rast, ew navçîgar bû, ji ber ku daşnak bi xwe gelek pere ji Fransîyayê werdigirtin. Xoybûnîyan ji dayîreyên Fransîyayê yên cesûsîyê ji destê pêşin alîkarî werdigirtin (ji Byûroya dayîreya surî û ji Barêgeha sereke ya leşkerên Fransîyayê li Sûrîyê û ew kar çawîş Rondo bi rê va dibir). Xên ji wê, “Xoybûn“ di nav demeke kurt da xwe fînanse kir: mihacirên kurd yên dewlemend yên ji Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî û welatên Roavayê yên din alîkarîya aborî dişandin. Hema pey sazkirina komîtêyê ji mîlyonekê zêdetir dollar hate berevkirin7. “Xoybûn“, ku navbenda wê li Sûrîyê bû, herwiha li welatên din jî beş û parên xwe da sazkirinê, berî gişkî jî li Tirkîyê û herwiha li Awropa Roava û heta li Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî jî8.

Sazkirina komîtêya “Xoybûn“ê bû dewraneke nû di nava dîroka nasyonalîzma kurdan da, ku meriv dikare bêje ji qalibê xwe yê teng derket, kete nava erafê navnetewî da û pêwendîyên xurt bi hemû kurdan ra saz kir. Ew xwedî bingeheke taybet bû û ew bingeh ji yên serekên kurdan yên berê cuda dibû û gorî berjewendîyên wan kesan bû, ku “Xoybûn“ ji wana piştgirî û alîkarî distend. Ji bo nimûne, “Xoybûn“ nasyonalîzma eşkere dîyar dikir û îdî agîtasyona ne tenê Kurdistana “serbixwe“ dikir, lê herwiha Kurdistana “Mezin“ jî, ango, ji bo dewleteke bona hemû kurdan. Organa çapê ya sereke ya “Xoybûn“ê – “Hawar“, bi bangawazîyên nasyonalîstîyê va dagirtî bûn. Bi wê ra tevayî jî, “Xoybûn“ berjewendîyên daşnakan, fransizan û hinekî jî îngilîsan dida ber çavan û hewil dida aktîvîya xwe li Sûrîyê û Îraqê, hinekî jî li Îranê, bide nermkirinê û tevaya karê xwe yê sereke li Tirkîyê bimeşîne9. Bi vî awahî, di rastîyê da “Xoybûn“ bû teşkîldara tevgera kurdên Tirkîyê û pirs dabû ber xwe ji têkçûnên berê dersê hilde û tevgereke nû amade bike. Plana sazkirina dewleta kurdan ya hevgirtî di hêla axê da hema bêje ji Tirkîyê dernediket, dibe hinekî digihîşte sînorên Tirkîyê-Îranê.

Pevgirêdanên “Xoybûn“ê bi Fransîyayê û çend dewletên Roavayê yên din ra (piranî bi riya “Daşnaksûtyûn“ê) tesîreke ne bêlî him li ser qedirê komîtêyê dikir, him jî li ser kar û barên wê.

Ji alîkî va “Xoybûn“ê gelek tişt dikir bona pirsa kurdan bibe ya întêrnasyonal, civaka Roavayê bi rastîya rewşa kurdan ra bike nas û gelek kar dikir bona ew bibe navbenda ronakbîrîya kurdan ya kêmjimar û li ser axa Sûrîyê û Libnanê bingehên pêşketina çand û perwerdeya kurdî saz kir. Endamên “Xoybûn“ê elfabeya kurdî ya bi tîpên latînî amade kirin, dest bi ronahîdîtina rojname, kovar, pirtûkên dersan, edebîyeta perwerdeyî û bedewî kirin. Tesîra wî karê komîtêyê li ser civaka kurdan, ku gelekî hewcê pêşketine di hêla kûltûrî da bû, heta niha jî pir e.

Ji alîyê dinê va, mêlgirtina “Xoybûn“ê ya ber bi Roavayê ji bo wê problêmên ciddî saz kirin. Gelek behsên bi şik bela bûn (xwesma li Tirkîyê), ku xudêgiravî nasyonalîstên kurd bi şêwr û temîyên welatên dereke, xwesma Îngilîs, kar dikin. Heta deng bela bû, ku serhingê navdar Lowrens bi riya mihacirên ji Tirkîyê qumandarî li ûsyanvanên kurd dike. Femdarî ye, ku ji bo van behsan tu îzbatî tunebûn10.

Bi vî awahî, “Xoybûn“ qet jî partîyake tevaya kurdan nîbû (û partî jî nîbû), lê ew di civaka kurdan da rehên kûr avîtibûn û tesîra wê ya sîyasî li ser tevaya Kurdistana perçekirî hebû. Ew eynî “komîtê“ bû, ku dervayî sînorên Kurdistanê kar dikir, lê nêzîkî wê bû û endamên wê zêde nîbûn, piranî jî ji binemalên gelek navdar bûn, qedirê wan di nav milet da pir bû, lê herdem di mihacirîyê da dijîtin. Di rastîyê da tesîra wan zêde li ser kurdên Tirkîyê û Sûrîyê hebû û piranî bi riya cesûsîya ne lêgal kar dikirin.

Li welatên dereke, li Roavayê, xebata komîtêyê her tenê karê propagandîstîyê û kûltûrîyê-perwerdeyîyê bû. Li Yekîtîya Sovyet bi çavê dijminayê li karê “Xoybûn“ê mêze dikirin, wê dihesibandin wek piştgirên cesûsîya împêrîyalîstîyê, ku bi partîya dijî Sovyet ya daşnakan va girêdayî ye. Lê “Xoybûn“ ev bawerî heq ne kiribû. Ji ber ku nêzîkîhevbûna tevgerên kurdan û ermenîyan yên nasyonalîstîyê piştî nelihevkirinên bi dehan salan û dijminayê karekî kêrhatî û kardar bû û derbeke giran digîhande emelên şovînîstîyê. Û alîkarîya dewletên Roavayê yên dagîrkar, bêy ku wan heq-hesaban bidine ber çavan, ku berjewendîyên wan tê da heye, alî xurtbûna tevgera miletîyê-azadarîyê dike, di nav wan da ya kurdan jî.

Bi vî awahî, damezirandina “Xoybûn“ê bi xwe ra dewraneke nû anî ji bo pêşketina nasyonalîzma kurdan, dema kurdan xwe li riya hevkarîya bi welatên Roavayê ra girt, herwiha bi riya partîya “Daşnaksûtûyn“ jî. Paşeroj gerekê bida xuyakirin ka ew rê kardar e, an na û “Xoybûn“ di hêla organîsebûnê û sîyasî da çiqasî amade ye di şertên nû da pirsdanînên, ku li ber wê hene, pêk bîne.

Riataza

[1] AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 150, belge 221. Dewsgirtîyê konsûlê Brîtanîyayê li Helebê A. C. Akras ji bo Wezîreta karên der 14.02.1927.

[2] Rambout L. Les kurdes et le droit. P., 1947, rûpel 29.

[3] Di çapemenîya Sovyet da îzbatîyên bê bingeh hene derheqa wê yekê da, ku ”Xoybûn” xudêgiravî di buhara sala 1927an da, li kongrêya li çiyayên Kurdistanê hatîye sazkirin. Û xudêgiravî hema li wir navbenda hînbûnê ya ordîya kurdan hatîye damezirandin bi serokatîya çawîşê barêgeha sereke Îhsan Nûrî beg (kovara ”Na zarûbêjnom Vostokê”, sal 1932, hejmar 2, rûpel 136). Gorî malûmatîyên din, Îhsan Nûrî – kaptênê ordîya Tirkîyê, li Bîtlîsê hatîye dinyayê, di dibistana leşkerî ya Stembolê da xwendîye, tevî kongrêya Sivasê (îlona sala 1919an) û şerê ji bo serxwebûnê bûye, jina wî tirk e (OM. 1930, hejmar 8). O. L. Vîlçêvskî nivîsîye, ku kongrêya nasyonalîstên kurd, ku Bedirxanîyan û endamên komîtêya Sêvrê serokatî lê kirine, di destpêka sala 1927an da li Helebê hate derbazkirin û li wir piştî guftûgoyên meh û nîvekê ”Komîtêya kurdan ya miletîyê Xoybûn” hate sazkirin. OM (1930, hejmar 7, rûpel 293-295) elam dike, ku ”Xoybûn” li Helebê hatîye damezirandin; serokê wê jî doktor Şukrî Mehmed bû, ku piştî şerê hemcihanê yê yekemîn Yekîtîya daxuliqandina kurdan saz kirîye û sêkrêtarê sereke jî Selîm Memduh hatîye hilbijartin, ku di wextê da kolêca fransî li Antîohîyê (Enteqîyê) xilaz kirîye. Ne dûr e, ku O. L. Vîlçêvskî kongrêya pêşin ya ”Xoybûn”ê wek şêwrdarîyeke amadekarîyê qebûl kirîye, ji ber ku hemû çavkanîyên din rojeke diha dereng destnîşan dikin – çirîya pêşin sala 1927an (Vîlçêvskî O. L. Tevgera kurdan ya miletîyê, Tb., 1946, rûpel 131).

4 Safrastian A. Kurds and Kurdistan. L., 1948, rûpel 84; Rambout L., Les Kurdes et le droit, rûpel 29.

5 Vîlçêvskî O. L. Tevgera kurdan ya miletîyê, rûpel 129-131.

6 Ghassemlou A. R. Kurdistan and the kurds. Praha, 1965, rûpel 53, 54. Di dêklarasyona sîyasî ya kongrêya pêşin ya “Xoybûn“ê da dihate gotin: “Kongre îlan dike, ku Ermenîstan û Kurdistan, ku ew herdu milet bi sedsalan li ser axa wan mane, wê tu caran nekevine bin hukumê dewleteke din û wê hewil bidin bigihîjine serxwebûnê. Kongre îlan dike, ku ev herdu welat her tenê welatên gelên ermenî û kurd in“ (Akopov A. Pirsa kurdan û daşnak.- Bolşêvîk Zakavkazya, 1931, hejmar 2, rûpel 38).

7 Vîlçêvskî O. L. Tevgera kurdan ya miletîyê, rûpel 129-131.

8 OM. 1930, rûpel 445. Rojnameya Almanîyayê “Berliner tagebladett“ nivîsî (13.07.1930), ku “Xoybûn“ ji Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî pereyên mezin distend û komîtêya wê ya navbendî, ku mihacirên kurd diketine navê, pêşî li Fîladêlfîyayê bû û paşê ew cîguhastî Helebê bû, paşê jî Demişqê (AVPRF, fonda 132, çente 15, dexle 23, belge 8). Gorî malûmatîyên din, “Komîtêya“ kurdan ya pêşin Sureya Bedirxan saz kir û ew li Detroytê bû û hemû pere li wir berevî ser hev dibûn. Beşên wê li bajarên din yên DAY da jî hebûn.

9 Vîlçêvskî O. L. Tevgera kurdan ya miletîyê, rûpel 141, 134-135; Elphinston W. G. The Kurdish Question.- International Affairs. 1946, vol 22 (January, hejmar 1), rûpel 96.

10 Om. 1930, hejmar 9, rûpel 445-446. Wan deman behsên derheqa tewlebazîyên Lowrens li ”warên sincirî” yên Rohilatê di çapemenîya Sovyet û ya çepên Roavayê da bi germ û gurr dihatine çapkirinê û ji bo van gunehkarîyan tu îzbatîyeke bi belge jî ne dianîn. Ji bo nimûne, ”Krasnaya zvêzda” li ser bingehê çapemenîya Fransîyayê nivîsî, ku li ser sînorê Tirkîyê-Farizistanê zabitekî Îngilîs peyda bûye û ”wisa xuya ye ew Lowrens e”, ku ji Sûrîyê hatîye wira. Ev salixên ji alîyê tu kesî va ne îzbatkirî bi tevgerên kurdan yên li Tirkîya Rohilatê va û bi hevraxeberdanên di navbera Farizistanê û Tirkîyê yên derheqa çareserkirina şerên ser sînoran va girê didan (AVPRF, fond 132, 1930, dexle 31, defter 84, belge 79). Zanyarê Îngilîs Filipp Greyvs nivîsî, ku ”bolşêvîk û lêyborîstên Îngilîs yên bêçare” piştgirîya wê vêrsyonê kirin û bela kirin, ku Lowrens li Kurdistanê, Afxanistanê û li navbendên ne rehet yên Rohilata Nêzîk yên din dîtine (Graves Ph. Briton ant Turk, rûpel 222). Derheqa şikberîyên li ser wê yekê, ku Lowrens çûye Kurdistanê, di beşa vê pirtûkê ya din da malûmatî hene.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Rizo

    Ne rast e. Di serhildana Agirîyê da paytexta Komara Agirîyê gundê Kurdava bû (niha nav bûye Tirkmena), paytexta Kurdistana mezin jî bajarê Agirî bû. Ne Dîyarbakir. Îhsan Nûrî yê serokê serhildanê di bîranên xwe da wusa nivîsîye.
    Dibêje heta ku Kurdistan bi giştî azad bûya, Agirî ji bo demekê bûbû paytext.

Şirovekirin hatine girtin.