ALFABEYA JIYANÊ

ALFABEYA JIYANÊ

Helbesteke endamekî Kaniya Pêncçavî

 

Walî Bedelpûr

 

Kê dibêjît serdema şe’ira kilasîk boriye

Ka ewên dêjin ku ev rêbaze dawî hatiye

 

Nuh ez ê rêsim bi wezna faîlaton risteyek

Sî û yek tîpên bi kurdî rêz bikim dê yek bi yek

 

Yek bi yek rêzik bi rêzik kom bikim peywên cuwan

Ta nebêjin waje bo şe’ira kilasîk dî neman

 

Pê dikim dest ez bi tîpa A dewamê pê didim

Ta ku hêza Bê heya Zê çê nişanî we bidim

 

A ye Av û A ye Agir A ye Awat A ye Al

Bê Bihar û Bê ye Baran Bê ye Bask û Bê ye Bal

 

Cê Civakek Canfida û Cê Ciwanên Cewherîn

Çê mixabin bûye Çar parçên welatê dilbirîn

 

Dê ye Dîroka gelê min Dê tejî Derd û keser

Ê di gel tîpa E dengdêr in di peywên pirreser

 

Fê ye Fikrên aFirîner Fê ye Ferheng û huner

Gê ye Gaziya Gelên Girtî li ber Gurz û çeper

 

Hê Heyamê Hilweşîna Hêlîna Hovên Heram

Û dengdêra li gel hev jîn didin peyw û kelam

 

Jê Ji boy me car bi Jan û car Jî Jîn û Jîngeh e

Kê  Kilama  Kal  û  bavan wêjeyê ra bingeh e

 

Lê Lefava wan Lehengên can Li dest rêka weLat

Mê  didet  Mizgîniya  rojên  tejî  xêr  û  xelat

 

Nê Newaya Nûbihara Xanî û Nûra Feqî

O ye Owzanên Cîzîrî wêjeyê ra rewneqî

 

Pê Perîşan im wekî Pêl û şePolên bê qirar

Qê ji Qeyrana ku tim tînin li ser me hovê har

 

Rê Revendên Rêkedûrên Rênenasên pirr feqîr

Sê Seba Serbestîxwazî tev dibin pest û heqîr

 

Şê ye emma ŞurŞura ava rûbarên pirr Şirîn

Tê ku Tên xar ser dilê Têniyê ew warê birîn

 

U û Û tim bûne navber warê min wan kirne çar

Vê ema  eşq û Viyan e naVbera Vîndar û yar

 

Wê Welatê Wek bihişt War û sitarê me tewan

Xê Xebata bê Xilasî em dikin roj û şevan

 

Yê ye destê Yarî ku têj aliyê Yezdanê pak

Zê bi Zêra dê bineqşe ew Zevî û war û Xak

 

Hate dawî risteya me ger çi pirr ji pirsgirêk

Alfebê ya jînê bû ku hate gotin rêk û pêk

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktiya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetiya Zanistên Civak werdigire. Demek dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên Nûbihar, Barê û Wêje û Rexneyê de derketine.

Qeydên dişibine hev