Arwinê deh salî artîstê teatroya Stockholma Swedê ye!

Arwinê deh salî artîstê teatroya Stockholma Swedê ye!

Xuya ye dijminên kurd û Kurdistanê rind zanin, ku eger mafê kurdan bêne dayîn, kurd dê bi serketinên xwe va li welêt û li cihanê deng bidin û qîmetê dijminên kurdan wê bikeve. Û ew serketin wê rojekê jî bigihîne damezirandina dewleta kurdan. Lema bi her awahî li ser riya pêşketina kurdan dibin asteng.

Mêze bikin li Sweda ku çend hezar kurdên her çar perçeyên welatê me û dervayî Kurdistanê dijîn, kurd gihîştine çi serketinan: Dîlbaya dengbêj li Swed bû stiranbêja salê a here serketî. Dengbêjekî din Darîn li cihanê deng da. Özz Nujen artîstekî Swed yê gelek binavûdeng e. Tîma futbolê a bi navê ”Dalkurd” di lîga Swed ya here bilind da dilîze. Li Parlamentoya Swed anaha 5 kurdên ji çend perçeyên welatê me hene.

Arwînê ku teze 10 salên xwe tije kirine, êdî pê ra gîhandîye di hêla gîmnastîkayê da hêjayî medalyaya zêrîn bibe. (derheqa wê yekê da li vira bixwînin: http://krd.riataza.com/2017/11/13/piroz-arwin-saman/ ).

Berî çend rojan jî Arwinê Saman Ismail li teatroya “Ormteatern”, di spektakla (şanoya) “Glasbåsarnas barn” (“Zarokên şûşeçêkiran”) da rola ”Klas och Pojken” (“Klas û lawik”) bi serketî lîst û yek ji artîstên wê teatroyê yê berçav e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev