Qonaxeke nû li Rojhilatê Kurdistanê

Qonaxeke nû li Rojhilatê Kurdistanê

Mehmed Salih Bedirxan

Ji Newroza 2015an heta niha xebatên siyasî û civakî li Rojhilatê Kurdistanê zindî bûne. Aliyên siyasî Peşmergeyên xwe ji nava kampên Başûrê Kurdistanê derxistine û ew li ser sînorê Başûr û Rojhilat bi cî kirine. Xisûsî jî Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ji sala 2015an ve Pêşmerge li ser sînorên Başûr – Rojhilatê Kurdistanê bi cî kirin, di sala 2016-17an de deng jî bi çekan ket û gelek pevçûn di navbera  Pêşmergeyên Rojhilat û pasdarên Îranê de rûdan. PDKÎ, hizba serkêşiya helmeta Rojhilat dikir xebata xwe ya nû weke “rasan” ragihand. Rojname û malperên fermî yên PDKÎyê jî armanca rasanê jî weke pêkvegirêdana xebata çiya û bajarên  aşke dikin.

Li aliyê din partiyên din ê Rojhilatê Kurdistanê, Hizba Demokarata Kurdistanê, (HDK) Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, Sazûmana Xebat jî çalakiyên xwe yên rêxistinî li Rojhilat zêdetir kirine.  Herwiha hemahengî danûstendin jî di navbera aliyên siyasî jî de zede bûye û di gellek meseleyên Rojhilat de dibin yek helwêst.

Ligel rêxistin û hizbên kurdan, partî û rêxistinên weke, “Ceyşûl Adîl, Mucahîdînî Xelk”  rêxistina “Tevgera Ereban a bo Azadiya Ehwazê” ya eyaleta Xuzistanê jî ji 2017an ve dest bi çalakiyên mirovî û siyasî kirine. Xwepêşandanên çileya 2018an xisûsî jî yên Xuzistanê weke, “şoreşa millet, proseya guherîna rejima Îranê” hatin şirovekirin. Şîrovekarên siyasî xwepêşandanên zêdetir ji 2 hefteyan li Îranê dewam kirin weke encamên rêxistinên wan rêxistinên belûc û ereban şîrove kirin.

Herçend ew çalakiyên serê salê li Rojhilatê Kurdistanê ne zede bûn jî xelkê Rojhilatê Kurdistanê di 15ê Nîsanê de li bajarên Merîwan, Bane, Serdeşt, Pîranşar, Ciwanro û Seqiz yên Rojhilatê Kurdistanê kolber û esnafên kurd dest bi grevê kiribûn. Saziyên mafên mirovan û çalakiyên medenî aşkere dikin wê ew grev piştî Cejna Remezanê dûbare dest pê bikin û li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê belav bibin.

Berpirsê Navenda Çavêdêriya Mafên Mirovan a Hengaw Arselan Yarahmadî bo malpera me Riatazayê aşkere kir ku greva ajovanên kamyonan ê Rojhilatê Kurdistanê hîn jî dewam dikin û Îran neçar bûye kamyonên Iraqê derbasî Îranê bike bo kar û barên xizmerguzariyê.

Pirsiyar ev e: “Gelo weke li welatên din ê Rojhilata Navîn dema wê yekê hatiye guherîn li Komara Îslamî ya Îranê jî pêk were û rejima şîemezheb tuşî giriftên navxweyî bibe?”

Avabûna hevpeymaniyeke dijî rejima Îranê û pişt-cepheyeke opozîsyona Îranê dikare rejima Îranê tûşî gelek giriftên navxweyî bike û rêliber destêwerdanên wê yên li Rojhilata Navîn bigire. Herwiha millete Îranê zêdetir ji 35 sala ye çaverêyî pişt-çeperekê ne. Lewre sazûmana melleyên şîeezheb di stûyê millet de bûye mîna toqê lanetê.

Rûdanên dawî aşkere dikin ku delîlên avabûna wê piştçepereke opozîsyonê û hevpeymaniyekê hene û di demeke nêzîk de wê welatên “Lîga Erebî” (Arab League) Erebîstana Siûdî, Îmarat, Kuweyt, Ûrdin bi piştevaniya Amerîka, Îsraîl û Fransa wê beramberî karûbarên Îranê yên li Rojhilata Navîn rawestin û piştevaniya opozîsyona Îranê bikin.

 

Berê kurdan li Washingtonê ye

Ligor zanyariyên min ji siyasetmedarên Rojhilatê Kurdistanê standine Kongreya Amerîkayê nûnerên hemû aliyên opozîsyona Îranê vexwendine Washingtonê. Tê çaverêkirin di Kongreya Amerîkayê de derbarê siberoja Îranê de kombûnek bi rêve biçe û nûnerên partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî beşdarî kombûnê bibin. Diyaloga kurdan a ligel opozîsyona Îranê gelekî muhîm e. Tenê bi hilweşîna rejima mezhebi kurd li Îranê dikarin bigihên mafên destûrî. Bo wê çendê  jî danûstendin û diyaloga kurdên Rojhilat a ligel opozîsyona Îranê pêwîst e gelekî bihêz be.

Herwiha guherîn an rûdanên siyasî û civakî yên li Îranê bêguman wê tesîreke mezin li herçar parçeyên Kurdistanê jî bikin. Nûmûneya Rojavayê Kurdistanê li ber çavan e. Destêwerdanên Îranê û Tirkiyê yên di referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de dagirkeriya Tirkiyê ya li Efrînê, gefên milîsên şîe yên li Başûrê Kurdistanê, hewla Tirkiyê ya dagirkeriya Qendîlê îsbat in ku qedera herçar parçeyên Kurdistanê yek e. Gelo haya aliyên siyasî yên herçar parçeyên Kurdistanê çiqasî ji vê mesele heye û ew bo çarenivîsa Kurdistanê çi difikirin? Gelo ajandeyeke wan a taybet bo Rojhilatê Kurdistanê heye?

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *