Siltan Silhedîn – 5

Siltan Silhedîn – 5

Yekta Uzunoglu, nivîskar

Siltan Silhedîn heqê misoger û heqaniyeta heta wê gavê di hundir xwe de niqaş kiribû û ew ji Natan pirsî bû. Êdî tîr weke ku dê ji kewanê qet venegere firiyabû. Vê pirsê bi awayekî ecêb, bi awayekî pêknehatî û weke brûskeke nebihistî dinya bi awayekî bêveger guherandibû.

Natan di şûna xwe de matmayî mabû. Lê ew digel tirseke bêhempa pê serwext bû ku Siltan li benda bersiva pirsa xwe bû.

Wî bi tenê bi dengekî tenik û bi tirs karibû ku bibêje “Siltanê min konê te pir germ e. Eger ku em derkevin derve û çardaxekê ava bikin tu yê rihet bikî û digel wê ez ê jî hewla bersiva pirsa te bidim. Pirsa te pirseke zehmet e. Divê ez rave bikim. Lê ez naxwazim li ser piya te biwestînim.” Siltan Silhedîn pêşî bi pêşniyara Natan ecêb dimîne. Pişt re aram dibe û qayîl dibe. Ew ji kon derdikevin. Li derve kilîm û mînderên bi neqşên Kurdewarî yên reng rengî tên raxistin.

Silhedîn dixwaze ku Natan li hemberî wî rûne. Her ku Natan dibîne ku ew hêrisiya li ser Silhedîn a ku wî qet nedîtibû ji ser Silhedîn radibe, aramtir dibe. Silhedîn jî bi hêviya bersiva pirsa xwe ya ku ji bo Natan bibû sedema dojehê, dilxweş dibe.

Ew weke 2 dostên qedîm li hemberî hev rûdinin, û Natan careke din dibêje ku dê bersiv gelekî dirêj be. Siltan fermanê dide ku ji wan re şerbet were anîn. Natan destûrê dixwaze û bi tevahiya hêza xwe hewl dide ku bersiva pirsa Silhedîn a ku Silhedîn demildest dixwest bersiva wî were dayîn, bide. Natan dibêje:

“Siltanê min, hezar car hezar (ku dibe mîlon) sal berê şahekî ku tevahiya dinyayê bi rêve dibir hebû. Wî da ku tevahiya mirovahiyê bi awayekî dilşad bijî, dinya kiribû bihiştek. Ew tekane şah bû ku bi awayekî adilane ji heywanan, ji tevahiya candaran hez dikir. Di serdema desthilata wî de li rûyê erdê ti candarên ku ne dilşad bin tune bûn. Her candarî rizqê xwe yê ku pê wî dilşad bike werdigirt û şikir dikir. 3 kurên şahê dinyayê hebûn. Her yekî wan ji hev qeşengtir, xweşik, baqil û bêhampa… her sê jî weke şewqa di eynikê de ya bavê xwe bûn. Rojekê ji rojan ew desthilatdarê mezin ya dinyayê biryarê dide ku êdî bi kar û barên dinyayê eleqedar nebe. Ji wî be ku êdî her tişt ji bo ku tevahiya candaran dilşad bin, kiriye. Ew biryarê dide ku ji dinyayê bar bike û birêvebirina dinyayê ji kurên xwe re bihêle. Ew bang li her sê kurên xwe dike û berê biryara xwe ji wan re dibêje. Kurên wî pê şaş û mat dimînin. Ew gelekî bi ber xwe didin. Lê nikarin ku bavê xwe ji biryara wî vegerînin. Êdî dibînin ku nabe, dibêjin: “Baş e, bavo. Mafir ku tu dikî herî qene ji me re bêje piştî te dê kî ji me li dewsa te bibe desthilat?”

Şah ji wan re dibêje ku dê qadî ji wan re bêje ku kî çawa desthilatiya xwe bi kar bîne û dê rayeyên wan di hundir sê qûtîkên biçûk de ji bo qadî were teslîmkirin. Kurên wî şaş û mat dimînin. Bav bang li qadî dike. 3 qûtikan didêkê û jê re dibêje: “Piştî ku ez ji dinyayê çûm van qûtîkan bide kurên min.” Hikimdarê mezin ji zarokên xwe xêtir dixwaze û bi qadî re tenê dimîne. Qadî di warê agahiyên di hundir qûtîkan de û di warên wate, naverok û bikaranîna wan rayedariyan de agahdar dike. Qadî bi xemgîniya çûyîna şah her sê qûtîkên emanet werdigire. Dê ji kurên şah re çi bêje dixe hişên xwe. Şahê mezin jî bi awayekî bêveger êdî ji dinyayê vediqete, bar dike û diçe.

Ew gustîlk hêza hikimdar bû. Kurên wî digotin qey wê bavê wan ji yekî ji wan re gustîlkê bihêle. Lê bavê wan ji wan her yekî re gustîlkeke weke ya xwe hiştibû. Her sê jî şaş dimînin û ji qadî dipirsin: “Qadîyo, ji van gustîlkan kîjan gustîlka rast e? Bavê me ji me her sêyan kî kire hikimdar?”

Roja duyem her 3 kur diçin ba qadî. Qûtîkên xwe vedikin. Di her qûtîkê gustîlkekê dibînin. Ew ji bavê xwe dizanin yê ku gustilkê dixe tiliya navîn ya destê rastê şah e. Lewra bavê wan jî her tim gustîlk dixiste tiliya navîn a destê rastê û di wê gustîlkê de cewherekî bi sihir ê ku her tim dibiriqî hebû.

Qadî li rûyê kurên Şah dinihêre û dibêje: “Gustîlkên we her sêyan jî gustîlkên rast in, ango ya bavê we ye.” Kurên hikimdêr pê ecêb dimînin. Lewra li gorî her yekî ji wan bavê wan hikimdarî ji wan re hiştibû. Ji Qadî re dibêjin: “Bavê me da ku tu ji me re bibêjî tiştine ji te re gotibûn. Çi gotibû ji kerema xwe bêje?”. Qadî dibêje: “Gustîlkên we her sêyan jî gustîlka bi sihir e, a ku bavê we di tevahiya desthilatdariya xwe de qet ji tiliya xwe dernedixistibû. Hûn her sê jî kurên bavê xwe ne. Ji ber ku bavê we bi awayekî yeksan ji we hez dikir ji gustîlka xwe ji bo we her sêyan sisiyên din çêkirin û ji we re hiştin. Lewra wî ewqas ji we hez dikir ku pê qayîl nedibû ku yekî ji we li ser yên din desthilatdariyê bike. Hûn her sê jî di heman hêzê de ne û weke bavê xwe ji tevahiya candaran hez dikin û jiyanê didine wan. Hûn bi saya gustîlkên xwe her tim digel bavê xwe di têkiliyê de ne. Lê tenê bi hezkirin û helwesteke yeksan û adilane ya li hember tevahiya candarên din… Heta ku wisa be hûn ê bi bavê xwe re di nava têkiliyê de bin. Lê eger na ev gustîlk ne hêzê didin we, ne jî dihêlin ku hûn bi bavê xwe re di nava têkiliyê de bin. Hêza ku gustîlk dide we hêza bavê we ye. Bavê we dê hêz û hezkirinê bi riya gustîlkê bide we. Lê eger ku hûn mafê her candarî bi hezkirinê neparêzin, wê gustîlk bê kêr bimîne û wê peywendiya we ya digel bavê we jî qut bibe, tune bibe. Hûn ê nekaribin ji bavê xwe ti hêz û piştgiriyê werbigirin. Lê eger ku hûn di riya ku wî nîşanî we dayî re bimeşin wê bavê we her tim bi we re be. Bi riya van gustîlkên bi efsûn.”

Silhedîn bi gotinên Natan şaş nabe. Berevajî, aram dibe. Bi saya gotinên Natan barê ku li ser milê wî ye û wî hêrs dike, bê biryar û bi west dike ji ser wî radibe.“

Ji Natan dipirse: “Yanî Reb, ango Xweda ji me her sêyan; ji Misilman, Xirîstiyan û Cihûyan bi awayeki yeksan hez dike?

Natan dibeje: “Reb ji tevahiya zarokên xwe bi awayekî wekhev hez dike Siltanê min. Cudahiya di navbera zarokan de li dijî hiqûqa wî ye. Eger em zarokên wî ne, wê çaxê ew yeka li dijî hiqûqa me ye jî.”

Rebê Elemê ewqas ji me, ji me hemûyan bi awayekî wekhev hez dike, ku ti hêz û ti heqî nade me ti kesan, ku em hikim li ser hevûdin bikin.

Wêne: Nuh Ateş

Riataza

Derheqa nivîskar da

Yekta Uzunoğlu

Yekta Uzunoğlu ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr, nivîskar, aborînas û peyamnêrê kurd e ku di sala 1953an de li Farqîna Dîyarbekirê hatiye dinyayê. Di salên 1983 - 1988 avakar û rêveberiya Enstîtûya Kurdî ya Bonnê kiriye. Li Pragê, li Komara Çekya dijî. Bi tevahî 40 pirtûk nivîsîne, wergerandine û weşandiye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *