BAVÊ ZARGOTINA CIMETA KURD

BAVÊ ZARGOTINA CIMETA KURD

Bona 80 salîya bûyîna Hecîyê Cindî

Fermo, mêze bikin ku çawa nifşên nû qedirê mezinên xwe digirin.

Di wêneyê da hûn akadêmîsiyan Kinyazê Îbrahîm, profêsor Hecîyê Cindî û doktorê zanyarîyê Çerkezê Reş dibînin.

Gotar sala 1980î hatîye nivîsar û malpera me bêy ku destkarîyê di nivîsê da bike, wê çap dike.

Çerkezê Reş

Tarîqa (dîroka) çanda kurdên sovêtê hindava dîroka cimeta kurdayê hemtomerîda iro qewmandin – izbatike pir kemale kivşe. Û hewceyî lêgerina ulmiyêye kûr, hûrgilî û her alîye. Pirs ewe, weki hema raçevkirin-lênihirandina wê teriqêye analîtîke sersûrte jî têndêns, pirînsîp û qeyde-qanûnêd pêşdaçûyînêye berke hewaskar dihar dike. Ew teriq salêd 20-30-ida goveka miaserkirina pirograma rêvolyûsîya (şorişa) kûltûriyêye lênînîyêda bihembû-livya. Rîya wê, tiştekî eyane, nav hal-wextê cimetêyî nexwendîtîyêra derbaz dibû. Lema jî hema serê sêrîda serecema nêt-meremêd bi xeysetê ûtîlîtarî pozîtîvva başqe bû. Lê bi logîka heja tarîqîyê wê hêdî-hêdî rex êmpîrîzma êklêktîkda usa jî mecal-mikanêd perwaza fîlosofiyê-êstêtîkêye konsêptûale bînfire dest anî. Û herkê zarotya xweda ew ji terîqa kûltûra hemkurdîyê qetyayî bû, bawer bikî haj wê tunebû. lê bere-bere “gênê” êtnîkîyê – esilîyê hişyar bûn –leqyan. Û pêlêd “çûyîn-hatina” bîranîna xûnêye saxlem bûne teqil-helanêd tambûna sifetê wêyî miletîyê-xwexwetîyê. Hilbet, ardimî – alîkarya wekîlêd întêlîgênsîya (rewşenbîrî) cimetêd sovyetîyêye biratîyê (îlahî ya ermenîya) û hukumê kûltûra wane berbiçav tu car bi şêkirdarî nayê bîrkirinê. Kûltûra kurdê sovyetîyê nav şemala mêtoda rêalîzmêda gûl vedida. Lê gîha ser koka xwe şîndibe. Û aha Hecîyê Cindî hê destpêbûna salêd 30-da ser koka miletîyêye hîmlîye zorda-ser xezna zargotinêda vegerya. Hecîyê Cindî hîmdar, sêwirdar, sazkirekî wê kûltûrayêye, kîjan bûye milk bona hişyarkirinê û naskirinê, bona xwetestiqkirina miletîyêye ronahîyê. Îro edî silsileta întêlîgênsîya kurdaye çara dêrî dixe.
Û xironîka serhatya emirê Hecîyê Cindî kela şuxilkarîya geşe. Ew cêribandina xebathizya nebînayîye nehêvşandîva xweber mekteba terbîyetkirin – hînkirina silsiletê tezeye, kana bîr-bawerîyê û moralîyêye.
Hecîyê Cindî sala 1908-a 18-ê adarê li gundê Emançayîrê ji dîya xwe bûye. Bavê wî – Cindîyê Esêd ji mala Cewarya bû. Ew mal ji êla sîpka, ji bereka utîya bû û nav 16 gundê kurmancîye ser qeza Qersêda eyan bû çawa malekê enzele bi qedir-qîmet. Lê rojê oxirmê girane reşe – heş pêra gihîştin, û ew mal jî war-miskenê kal û bava qetya -şihitî û dero-deroyî bû.
Sala 1918-a dê û bavê Hecî edî malêva tev komê, qewin-pismama û ermenîyê cînar ji ber şûrê xezev-şipûka Roma reş direvin. Berê xwe didine Urisêtê, têne Ermenîstanê, yalê Aparanê. Lê Cindîyê Esêd wî wextê mirin-jîyan û zilmêva tevhev bûyîda desttewar û hêvîbir rûnani. Ew bi rezadilî tev eskerê Cihangîr axa li Baş Aparanê miqabilî zulmkar, zeftçîyên tirk dike şer. Lê çerxa çep bûyî ya xwe dike. Hecîyê 10-11 salî dê-bavê xwe û herdu xuşkê xwe- Şerê û Perîşanê unda dike. Ew dikeve êtîmxana Qersê, paşê ya Gyumrîyê. Xortê milûkî xwey şuret vê derê xwe li xwendinê digire û sala 1929-a têxnîkûma ermenîyaye pêdegogîyê xilas dike. Daxuliqandina Ermenîstanê rîya emrê teze ber cahilê kurdî pêciryayî rê û dirbên pêşdaçûyînê vedike. Ew dibe dersdarê kurdî pêşinî xweyê xwendina pêşekzanîyê. Û sala 1929-1930-î ew li gundê Qundexsazê çawa dersdar û serwêrê mektebê kar dike. Ewî rûpelêd serhatîya şûxilkarîyaxweye pêşîn dinîvîse. Lê mêl-mocê zanêbûnêye kûr ew anîne Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê, fakûltêta fîlologîyê, kîjan 1933-a bi serfirazî xilas kir. Xwendkarê Ermenîstanêyî kurdî pêşin wê şûnda li Înstîtûta kûltûra materyalîyêye RSSE bi serekvanîya profêsor Asatûr Xaçatiryan usa jî bû aspîrantê kurdî pêşin. Bi vî cûreyî ew êdî wa gotî bi resmî jî dibe şuxilkarekî cimeta xweyî kûltûryêyî pêşînî naskirî.
Hewaskare, ku katibê kommerkezîya PKE pêşin A. Xancîyan cîvîna 9-da pêşdahatina xebatçîyê kurdî ulmî bimbarek dike. Lê helbestvanê navdar Êxîşê Çarêns guhdarîya mexsus dide ser Hecîyê Cindî, miqala wîye pêşine derheqa hişyarbûna kurdaye sosyalîstyêda şiklê wîva almanaxa fûndamentale “Hoktêmbêr-Noyêmbêr”-da neşir dike. Hê sala 1934-a Heîyê Cindî bi Hurmetnama hatiye rewakirin. Sala 1936-59-a ew li Înstîtûta RSSE AU Zimîn û Lîtêratûrayêda xebata xwe pêşda dibe. Sala 1959-a li sektora Înstîtûta rojhilatzanîyêye AU RSSE çawa xebatçîyê ulmîyî sereke dixebite û pêra jî heta 1967-a serkarîyê li para kurdzanîyê dike. Hecîyê Cindî usa jî rêdaksîya rojnama “Rya teze”-da ji roja himdanîna wêda xebateke berbiçav mîyaser kirîye. Sala 1930-î-da, tevî Zeyneva Îvo, him ji para kurdî ya radyoyêda (Yêrêvan) xebitine çawa dîktor (sipîkêr). Çawa hate gotin, ew hê sala 1929-da pêşda hatîye çawa dersdar û ronahîdar. Sala 1930-da heta sala 1938-a xwendinêra tevayî usa jî têxnîkûma kurdaye Pişkavkazêye pêdagogyêda xebitîye çawa dersdarê zimanê kurdî. Salên 50-î para xwendinxana ermenîyaye pedegogîyêye kurdîda dersdarî kirîyê. Sala 1968-da li para fakûltêta ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye rojhilatzanîyêye kurdzanîyê dibe dersbêjê ziman, lîtêratûra û zargotina kurdî. Ewî heta niha çilî zêdetir rênîşê metodîyê, program û kitêbê dersaye cuda-cuda nivîsîne û hazir kirine, kîjan bûne mecal – mikanêd hînbûn – hînkirinê – dereca hildana nexwendîtîyêda, û xebatêd kûltûr-ronkayêye hemcai nav kurdê Tifaqa Sovêtyêda. Ewî ser hîmê tiranskirîpsya alfabêta rûsî elîfba kurdîye teze hazir kirîye, kîjan sala 1945-a alîyê vezîreta RSSE ronkayêda hatîye testiqkirinê. Hecîyê Cindî dersdar-ronayîdare -bi fikra van xeberaye here bilind, fire û tam. Bedilhewa nîne, ku întêlîgênsîya ermenîya wî hesab dike X. Abovyanê kurda.
Edî 60 salî zêdetire – berevkirina zargotinê, xebata ulmîyê û lîtêratûrîyê bûne cûrê heyatîya emir-jîyana wîye herrojî. Raste, tu derece-çiqileke kûltûra kurdaye ruhanîyê tune, li ku emekê wîyî mezin tunebe, li ku wî gilîyê xweyî qîmetlî negotibe (zimanzanî, tarixzanî, miletzanî, nivîsara xebernamê, metodîka dersdarîyê, lîtêratûra bedewetîye, lîtêratûra tercimê, zaravzanî, sazbendîzanî, jûrnalîstîka, pûblîsîstîka û yêd mayîn), lê mezmezkê şuxilkarîya wîyî himlî, cî-dereca şuxil-emelê wîyî fûndamental folklorîstîkaye, başqe gotî, zargotin, berevkirin û têkstologya folklorîyê. Wê derê ew rêvaçûyîn û rengê xweva ji esil-esasê emekdarê fîlologya klasîke hemtomerîye. Erafê wê meydanê mêrxasîya Hecîyê Cindî kir-tu kesî nekir. Ewî xezne-ênsîklopêdya tarîxa xûna cimeta kurd, keskesora ruh û tîrêj-perwaza gênya, firaseta wê koka xwexwetîya zar-dengê miletîyê ji undabûna bê ser-berate xilas kir û rûsipîtî teslîmî paşwextîyê kir… Vê derê wî merd-merdane, bi îzin-rusqeta moralyêye tam bi helalî qazançkir – rex G. Sirvanstyanê ermenî, Kîrşa Danîlovê ûris, Tomas Persîyê îngilîz, Girîmê biraye alman, Vûk Karacîçê sêrb, Kirîşyan Baronê latîş sekinî. Hema tenê reqema xebata Hecîyê Cindî kirî jî merya zendegirtî dihele. Lê parevekirin, sîstêmkirinêd wî qinyatîye nebînayîye janirîyê, têmatîk –serecemîyê, pasportîzasîyayê û bi ulmî lênihêrandina wan, hazirkirina têkstaye hemberevkirî! Ewî mecalê têxnîkîyê nedane xebatê. Hemû parêd wê xebata tîtanîyê bi destê xwe, bi qewet -hereketa xweye nefsîye miaserkirîye. Gund-gund, bajar-bajar, yêr-yêr, zozan-zozan gerîyaye, diyar kiriye, xilaskirina zargotinêva mijûl bûye. Çilk-çilk sazkirina sînemdeftera kurdaye bê serî-binî hatîye dûmayîkirinê… Sala 1936-a Hecîyê Cindî li Yêrêvanê berevoka “Folklora kurmanca” neşir kir. Ew çawa qewmandina kûltûrîyê-tarîxîyê hate qebûlkirinê. Cara pêşîn bû, ku zargotina kurda bi çapeke mezin dibû îzpatîya neşirkirinê û kurdzanîyê. Alîyê nêzîkbûna metogolîyêda jî ew berevok ya pêşin bû, çimku têda bawer bikî hemû janir û cûrê zargotina me cîyê xweyî layiq girtibûn.
Sala 1940-î Hecîyê Cindî bi têma “Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî” dîsêrtasîya xweykir û navê kandîdatê ulmêd fîlologîyê sitend. Ew qewmandin îro sê aspêktava (tebî) kemal -serecema xurt distîne. Cara ewlin zargotina kurda dibû têma dîsêrtasyayê, û dîsêrtant jî dibû kandîdatê ulmayî pêşin Tifaqa Sovyêtêda. Bi wî teherî sala 1940-î bi fikra akadêmîyê sala hişyarbûn -rêketina fikirdarîya kurdê sovyetêye ulm – îzgeryêye.
Salekê şûnda ew xebata bi kitêbeke başqe li Yêrêvanê neşir bû. Ew lêgerîna qey bêjî tê bîrkirinê. Lê rastî ewe, ku gerekê bê dîtin -qîmetkirinê çawa hîm û serkanîya kurdzanîya sovyetê. Zemanê pey neşirbûna wêra derbasbûyîda çi xebat jî hatine kirinê, dendik-sirfê wan alyê tebîye metodologîyê, pirsdanîna, texmînkirina yan jî şirovekirinada edî kurdzanîya sovyetîyêda hatibûne danînê. Helbet, mor-durişma wede ser wê tê kivşê. Hine têz û pirînsîbên îzgerîya tomerî zûva kevin bûne, îro xwe efû nakin, lê ew yek ne gunekarîye, çîvanêd temamya ulmê sovyetêra tê girêdane. Hema tenê nêrîna vîzûal (sersurte) jî kemala wê xebatêye pir giran tîne ber çava.
1. Dîfêrênsîyasîya janrêd zargotina kurdî û xaraktêrîstîka wane fûnksîyonal – ontologîyayê.
2. Heleqetîyêd zargotina kurdî tevî efirandinêd cimetê cînare zarkî û nivîsar.
3. Hûrgilî azurukirin, şirovekirina beyt-serhatîya “Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî” bi hemû komponênta (bedewetî, mêtrîka, ziman, gênêolojîya zargotinê, miletzanî, zaravzanî, êtnologîya, taqêd demografyayê-teriqê-sosyalîyê, ekonomîkayê, toponîmyayê, onomastîka, sazbendîzanî, xerîtzanî û tiştên mayîn). Hecîyê Cindî vira ser hîmên 32 şaxê beyt-serhatîyê têksta himberîhevkirî hazirkirîye.
Çawa hûn dibînin, ev lêgerîna aqara problêmatîka xweva dikare bê hesabkirine program-rênîşa pêşdaçûyîna kurdzanîyêye wê hêne. Bi kîtêb-dîsêrtasya “Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî” Hecîyê Cindîyî 32 salî li êrafê meydana ulim xwe kivşkir çawa zanekî şerezayî gihîştî. Û wê diha rast û cî bûya, herkê seva wê carekêra navê doktorê (dereca duda) ulmêd fîlologîyê bidana wî. Lê ew dereca 24 sala şûnda -1964-a bêy xweykirina dîsêrtasyêyê dane wî. Belê, lazimaya xweykirina duda tunebû, çimku wî 24 sala pêşda jî “norma” doktorîyê edî bol-bol tijî kiribû. Lê sala 1940-da heta niha çiqa sal bi telî -tengasî û şîrinayî-şabûnêd xweva kişyane-xulxulîne, bûne salêd şuxilkarî û karkirina govekfire, bilet û kesrî. Xebatê zargotinberevkirinê, têkstologya folklorîyê, bi zimanêd başqe-başqe neşirkirin û piropagandakirina durr-cewahirêd cimeta kurd edî gihîştine dereca sînor-hudûdêd heqzende ji zefta nefsekî der.
Ew hemû xebatêd tekstologîyê bi aparatêd ulmî, nasîya û pêşxeberava hatine razîkirinê. Ji wan pêşxebera her yek pirsdanîn- argûmentasya, enenekirin û tomerîkirinêd xweva lêgerîn-monografîyake ulmîye tame. Destanîneke zargotinzanîyêye hêleye monografîya “Nîşandayina dostîya cimetêd ermenî û kurd di nav zargotinêda” (1965, ermenkî). Ew dereca wê têma ferzda tomerîkirina qinyat û texmînkirinêd ulmîye hemcabe û îlahî qîmetê xweyî çavkanîzanîyêyî bilindva cûda dibe. Belê, Hecîyê Cindî wê kitêbêva jî çawa çavkanîzanekî hazirî destemel pêşda hat.
Sertaceke kurdzanîyêye tomerîye berevoka “Meselok-xeberokê cimeta kurd.” Bi vê xebata ji 800 rûyî Hecîyê Cindî qey bêjî xwest bêje -çika şuret û xebathizya helale enzel emirê mezinda jî çi to ecêba kûltûrîyêye terikî dikarin bikin, çi to efatîya bînine sêrî. Pêşxebera fikirkûre ser dereca destanînêd zargotinzanîyê, başqe gotî, parêmologîyê hatîye nivîsandin, parevekirin, sîstêmkirin cî – war kirine. Qinyatêd çapa ji hiş-aqila der, rênîşêd tiştanîyê, nevsîyê, cî-warîyê wê kitêbê digihînine helanê têkstologya folklorîyêye here bilind, dikine xebateke monûmêntal.
Çawa lîtêratûrzan Hecîyê Cindî bi du kitêbêd bi zimanê ermenkî- “Lîtêratûra kurdaye Ermenîstana Sovyetîyê” (1954), “Gotara lîtêratûra kurdaye Ermenîstana Sovyetîyê” (1970) û çilî zêdetir miqalava pêşda hatîye. Nav wanda bi cûrê pozîtîv (erênkî), ji tebîyêd çapnîşa lîtêratûrzanya elexêryê rîya lîtêratûra kurdîye sovyetîyê tê nîşandayînê. Lîtêratûrzanî rûh û xeysetê xweyî analîtik – kirîtîkîyêva (rexnedarî) ulmekî sertî obyêktîve, ji sêktantîzmê dûr û dere. Lê van xebatada dupa ne bi gunê avtor gelek nav û îzbatîyêd merî lê şikber, “sera-bera” bi protêksîya eşkere dersbasî ser rîya neşirbûnê bûyî cîyê belasebeb hatine werimandin-giloverkirinê. Qîmetêd êstêtîkîyê-bedewetîyêyî eynî carna bin sîya “bejin-bala” ziwana eksîlîtêratûriyêda mane. Hîmên manîya vê qewmandinê bi tomerî nav yekalîtîya mêtodologîya sosîyologîyêdanin, kîjan rex qeyde-qanûnê sipêsîfîkûma îskûstvayêra derbas dibe û ya sereke hesab dike “deng-besê” sinifyê-sosyalîyêye tezîye bayê rojêra hatî. Lema jî “şûrê” pirînsîpa wekehevkirinê, rast-dûzkirinêyî êmpirîk wêderê çep-rast dibire. Dêmek, ne sûcê wîye, ku prosêsa pêşdaçûyîna lîtêratûra kurdaye sovyetîyê kitêb û miqalêd wîda sifetê xweyî qîmetîyêyî rêalva nayê kivşê. Ew yek bi hukumdarîya wedeye mexlûqetîyê-sosyalîyê û sipêsîfîka halê miletîyê-pisîxologîyêva tê şirovekirinê. Lê kemala wan kitêba û miqalaye terîqî -îzbatzanîyê tucar nayê înkarkirinê. Em bîrnekin, ku Hecîyê Cindî salê dirêj teşkîldarê emir û deba kurdê sovyêtîyêye lîtêratûrîyê bûye. Ew dêlêgatê hemcivîna tifaqa nivîskarê sovyêtîyêye pêşine. Ji sala 1932-a hetanî 1966-a serwêrî li sêksîya nivîskarê kurdaye rex tifaqa nivîskarê Ermenîstanê kirîye. Edî deve-devî 60 salîye, ku ew usa jî şuxilê tercimekirinêva mijûl dibe. Bi tercima wî weke 12 kitêba neşir bûne û 15 pîyês (şano) hatine nîşandayînê. Îlahî berevokêd “Nivîskarêd ermenîye sovyetîyê” (1936), “Destegul” (1963), “Bihara dila” (1978) başqe dibin. Ew rastî gotî himdarekî lîtêratûra meye tercimekirinêye. Helbet, bi xwestin û armancê wedeye dîdaktîk -terbîyetdarîyê Hecîyê Cindî hîmlî teqil daye ser nêt -meremên tercimekirinêye tarîxê-nasdayînê. Lema jî ew tercimana diha zû qewmandinêd kûltûrîyêne. Lê hine îzbatîyêd tiransformasya bedewatiya bi qîmetva tercimêd Hecîyê Cindî di wextêda rola xweye kûltûr-ronkayê qedandine, û cîyê wan nav tarîxa lîtêratûra tercimekirinêda cîkî kivşe.
Hecîyê Cindîyî niviskar ji ber bêşîka sazbûna lîtêratûra kurdaye sovyetîyê sekinîye. Raste, wî şiyêr, poêm û piyês jî nivîsîne, lê şuret-qewata wîye efrandariyê îlahî pirozayêda (nivîsarê vekirî) bûne “naz-nemete” lîtêratûrîyê. Berevoka serhatîyaye “Berbanga teze” (1947) û romana “Hewarî” (1967) bîranîn- “hişyarkirinêd” rîya kurdê sovyetîyêye bedewetiyêne, bîn-boxsa “tendûreka” emirê helal, cûrêd gilîkirinêyî dilovan, teqil-toqila zimanê dewlemendî pirawaz û çivir, ku ji nexş-nemûrîya “zexîra” xeberdan û zargotina cimetêye pilastîk tê “raçavkirin”-tîrkirinê. Cixîzê xeysetê miletîyê romana “Hewarîye” bîyografîyê-xironîkîyê kêmasîyêd wêye kompozîsyon û fabûlîyê “sepedikin” û wê datînine nav rêzonansa mexlûqetîyêye “dûmikdirêj”. Şedetîya wê yekêne usa jî îzbatîya kurtkirî, bi sernivîsara “Û bahar hat…” tercimekirin-neşirkirinêd wêye rûsî û ermenkî (1985).
Salêd 30-îda H. Cindî efirandinêd bedewetîyêye “xurû” xwexwetîyêra tevayî êpêce nimûnêd zargotinê jî veçêkirine. Mesele, “Çîrokê kurdî” (ermenkî, 1949), “Beyt-serhatîyêd kurdî” (ermenkî, 1960), “Karxezal” û gele berevokêd mayîn. Ça tê kivşê, wî ew berevok hazirkirine hîmlî seva xwendevanêd ermenî, ku nasiya wan dîsa û dîsa bide zargotina me.
Eyane, ku li Latvîayê Krîşyan Baron hesab dikin “Bavê dayina” (dayna–currê zargotina gelên Berbaltîkayê). Lê em jî bi şêkirdariya kûre helal doktorê filologîyê, profêsor, Şuxulkare Zanîstîyêye Emekdar Hecîyê Cindî Cewarî navkin “Bavê zargotina cimeta kurd”, bav, kemala emir û emekê kîjanîyî mezin seva silsileta edî temî –şîrete, wesîyete, cirya îsafêye, çavkanya ruhdarbûna enzele buhurtîye… Ew bi xwe jî hê zêndîtiya xweda bûye lêgêndeke cindî…

Ev gotar bûye Pêşxebera berevoka Hecîyê Cindîye “Bahar”, sal 1988.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Kordûnde

    Xwedê rehma xwe li Hecîyê Cindî û hemû Kurdên me yên li Sovyetê ke ku wana xezneke wusa milletê me ra hîştine ku, milletên sed sale dewletên wan hene xezna wan ya nivîskî ewqas tune. Ew şîr heramên ku îro dibêjin Êzdî ne Kurd in li ku, ev merivana li ku? Bira evnê teze, qurbana xwelîya bin pîyê wan bin.

    Xwezil me arşîva Rojnama Rîya Teze jî bixwenda. Niha tê da çi tiştê xweş hene. Ku hebûya, minê şev û roj gişt bixwenda. Xwezil emrê me têrê bikira yekî jî arşîva Rîya Teze çap bikira mîna Hawar ê û yên din, me jî bidîta.

Şirovekirin hatine girtin.