Li Kurdistanê di vê qonaxê de wateya Kerkukê, Qendîlê, Şengalê, Efrînê

Li Kurdistanê di vê qonaxê de wateya Kerkukê, Qendîlê, Şengalê, Efrînê

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

Kurdistan, bi taybetî jî Başurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke gelek dijwar re derbas dibin. Ev qonaxa ji bona neteweya kurd qonaxeke gelek xeter e. Di vê qonaxê de neteweya kurd ji gelek alitan de birîndar e, birîna wê jî gelek kur û xwîndar e.

Birîna kevintir, Kerkuk e. Kerkuk bi gotina Serok Mele Mistefa Barzanî, dilê neteweya kurd e. Kerkuk, di dewletbûna kurdan de, di yekîtiya neteweya kurd û Kurdistanê de xwediyê mîsyon û roleke gelek mezin e. Bajarê petrolê ye û gelek dewlemend e. Hezar mixabin cara pêşi di sala 1975an de, cara dawî jî di Oktobira  2017an de jî, di piştê de hat xençer kirin.

Qendîl çiyayê Kurdistanê ye. Qendîl, bi helwest û hebûna PKKê li wir dibe sedem ku Başûrê Kurdistanê bi deh salane ye ku di bin tadeyeke ne heq û mezin de ye. Dewleta Tirk her dem, hebûna PKKê li Başûrê Kurdisranê sedem nîşan dide, salê çend caran operasyonên hawayî û reşayî li dar dixe. Di van rojên dawî de jî Dewleta Tirk bi kuraniya 30 kîlometreyî Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Encam dê heta ku biçê naye zanîn.

Efrîn (Çiyayê Kurd), bajarê Rojavayê Kurdistanê ye. Bajarekî taybet e. Xwediyê dewlemendiyekê ye. Ciyakî xwendayê wê zêde ne. Ciyekî hunermend û entellektuel e. Hezar mixabin beriya vê demekê ji aliyê Dewleta Tirk de hat Îşgal kirin.

 

DIVÊ KU STATUYA KERKUKÊ GOR HIQÛQA FEDERAL Û NAVNETEWEYÎ BI REFERANDÛMÊ DIYAR BIBE…

Di jiyana kurdan de Kerkuk her dem di rojevê de bûyê. Dewletên dagirker jî ji bona ku pêşiya dewletbûna neteweya kurd bigrin, her dem li ser Kerkukê sekinîne. Dewletên dagirker nexwestine ku Kerkuk bidin kurdan. Lewra wek min rêzên jorîn jî diyar kir, Kerkuk bajarekî dewlemend, petrolê, dîrokî ye; dikaere bibe bingeha Dewleta Kurdistanê. Loma jî dema emperyalîstan Kurdistan bi Peymana Lozanê beş kirin, ew hesaba hatiye kirin.

Dema ku Pİştî Şoreşa Îlonê (1961) di navbeyna Serok Mele Mistefa Barzanî û PDK û Rejîma Baasê û Dîktatoriya Iraqê de Peymana Otonomiya Kurdistanê pêk hat, mijara Kerkukê bû gengeşiyeke gelek mezin. Di encamê de ji bona Kerkukê peymaneke taybet hat li dar xistin. Biryar hat girtin ku statuya Kerkukê, yanî Kerkuk dê bi Otonomiya Kurdistanê û an jî bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re bê girêdan, divê bi plebîsîtê (referandûmê) diyar bibe. Divê ku plebîsît jî di nav çar salan de di sala 1974an de bê li dar xistin.

Hezar mixabin ji bona ku dihat zanîn ku Kerkuk dê di encama plebîsîtê de bi Kurdistanê re bê girêdan, Rejîma Baasê ji bona ku peymana Otonomiyê xerab bibe, provokasyonên gelek mezin pêk anî. Gelek caran hewil da ku  Serok Mele Mistefa Barzanî jî bikûje.

Rejîma Baasê di encamê de di sala 1974an de şer derxist. Bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetan, Îranê, Emerîkayê ji şer encam girtin û Otonomiya Kurdistanê di sala 1975an de hat xerab kirin. Çar dewletên kolnyalîst piştgiriya Peymana Cezayîrê kirin. Iraqê erdê xwe yê dewlemed wek bertîl da Îranê.

Piştî wê tê zanîn ku Şoreşa Milî ya Gulanê hat li darxistin. Piştî Şoreşa Milî ya Gulanê Kurdistan di gelek zehmetî û qonaxan re derbas bû heta avakirina dewleta federal ya Iraqê. Dema ku Makezagona Dewleta Federal hat pejirandin, di xala 140î de hat pejirandin ku statuya Kerkukê dîsa bi referandûmê bê diyar kirin. Biryar hat girtin ku referandûm di sala 2007an de bê li darxistin.

Hezar mixabin Hikûmeta û meclîsa federal ev wezîfeya xwe pêk nenanî. Partiyên Kurdistanê û endamên Meclîsa federal yên kurd jî ew wezîfetya xwe pêk neanîn. Ji bona Kerkukê serhejmariya nûfûsa Kerkukê pêk nehat û referandûm jî pêk nehat ji bona Kerkukê.

Loma û girêdayî gelek sedemên din di Îlona 2017an de referandûma dewleta serbixwe çê bû. Di encama referandûmê de biryara dewleta Kurdistanê hat girtin û diyar bû ku Kerkuk jî bajarekî Kurdistanê ye.

Hezar mixabin di 16ê Oktobira 2017an de encama êrişa çar dewletên kolonyalîst (Dewleta Iraqê, Tirk, Îran, Sûriye) Kerkuk hat îşgal kirin.

Hikûmeta Navendî dixwaze ku Kerkukê bike ereb û demografiya wê bigûherîne. Lê di hilbijartina 12ê Gulanê de gel bersîv da Abadî  û hemû erebên nîjadperest. Wan wenda kir. Eerebêm maqûltir û kurdan qezenç kir.

Di qempenyaya hilbijartinê de serxwebûna Kurdistanê û statuya Kerkukê her dem di rojevê de bû.

Divê statuya Kerkukê bi referandûmê bê diyar kirin. Hiqûqa federal, makezagona dewleta federal ya Iraqê, hiqûqa navneteweyî jî vê yekê re, rê vedike.

Mesrûr Barzanî jî di hevdîtinaa xwe ya serleşkerê hêzên hevpeymanî de ev yeka diyar kir. Ev jî diyar dike ku kurd û bi taybetî PDKê li ser Kerkukê dicirivê û xebat dike.

Birêz Mesrûr Barzanî dibêje ku: “Dema ku Kerkûk û derdora wê di bin kontrola Pêşmerge de bû, gelek aram û parastî bû. Pêwîst e di zûtirîn dem de û li gor nexşerêya benda 140 ya destûrê rewşa wan navçeyan were çareserkirin û dawî li rewşa dagîrkeriyê were anîn.”

Piştî hibijartinê ji bona Referandûma Kerkukê, ji bona ku îşgala Kerkukê dawî bê, ji bona ku encama referandûma serxwebûna Kurdistanê cîbicî bibe, derfetên mezin û girîng derketin holê.

Divê hemû kurd û kurdistanî, partiyên Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî PDKê di vê qonaxê de baş xebat bike û ev karên milî pêk bîne.

 

DIVÊ KU QENDÎL Û ŞENGALÛû HEMÛ HERÊMÊN KURDISTANÊ JI ALIYÊ PKK’Ê VE BÊ VALA KIRIN…

PKKê dema piştî salên 1982an li Başûrê Kurdistanê bi cî war bûn, bi peymanekê bi cî war bû. Ew peymana di navbeyna PDKê û PKKê de hatibû li dar xistin. Lê PKKê di dema mêvantiya xwe de jî li Başûrê Kurdistanê xerabî dikir. Endamên Partiya Komunîst ya Iraqê, KUKê û PDKê kûşt. Heta xwest ku dest bide ser Liqa Yekemîn ya PDKê û ji bona vê jî plankir kû hemû berpirsiyarên PDKê yên herêma Behdînanê bên kûştin. Ev plana bi destê endamekî Komîteya navendî ya PKKê hat deşîfre kirin. Pêşiya vê keresatê hat girtin.

PKKê piştî salên 1984an jî di serî de Qendîl û li gelek herêm, gundên Başûrê Kurdistanê bi cî bû. Li wan herêman û gundan wek hêzeke dagirker tevgeriya. Herêm îşgal kirin. Nehişt ku hêzên pêşmergeyan biçin wan herêman. Xwestin ku desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bidin rûxandin. Meşrûiyeta dewleta federe ya Kurdistanê nas nekirin. Ji bona ku desthilatdariya Kurdistanê têk bibin, li hemberî PDKê û YNKê û li hemberî Hikûmeta Kurdistanê şer kirin. Gor aqil û îdeolojiya xwe tevgeriyan. Zerare mezin dan Kurdistanê.

PKKê bi ew helwest û siyaseta xwe ya dagirker, herêma Şengalê jî îşgal kirin. Wek hêzeke Iraqê û Îranî tevgeriyan.

Ji serî de ew helwest û hebûna PKKê li Başûrê Kurdistanê bû sedem ku Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê operasyonên hewayî û reşayî pêk bîne.

Nûha jî dixwazin ku Qendîlê û Şengalê ji destê PKKê derxin. Loma jî Dewleta Tirk 30 kîlometreyî axa Başûrê Kurdistanê dagir kiriye.

Diyar e k u di pêşeroj de kereseta mezintir dê derkeve holê.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bersiva pirsên Ajansa “Anadolu” da û got, li devera Xakûrkê gelek xal hatine kontrolkirin û êdî Qendîl ji bo wan aramancek dûr nîne.

Soylu got: “Me berî niha di nava xwe de gengeşe dikir. Em biçin Qendîlê an Efrînê. Me çêtir dît ku biçin Efrînê. Em berî niha diqîriyan û me digot emê Qendîlê bistînin. Lê niha em naqîrin. Ji ber ku em kengî bixwazin dikarin biçin li Qendîlê rûnin.”

Ev piştî wê yekê tê, duh Rêvebirê Navçeya Sîdekan ya ser bi qezaya Soran ve Îhsan Çelebî ragihand, artêşa Tirkiyê hatibû nava gundê Bermîze û piştî ku hevkarî ji aliyê gundiyan ve nedîtûn careke din vegeriyan binkeyên xwe.

Berî du rojan jî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihandibû, hêzên wan bi kûrahiya 27 K.M derbasî nava xaka Herêma Kurdistanê bûne û niha amadekariyê ji bo êrîşa li ser binke û baregehên PKKê li çiyayê Qendîlê dikin. (Kurdistan24)

Li hemberî vê yekê dîsa PKKê awanturîst tevdigere û realîst hereket nake. Berpirsiyarê PKKê Karasu got ku: “AK-Partî ji bo desthilatdariya xwe dikare her cure bêaqilyê bike. Hikûmeta Tirkiyeyê ji ber tirsa serneketina hilbijartinê bi hêminî tevnagere û dikare li dijî Qendîlê her cure êrîşan bike.

Endamê Konseya Rêveber a KCKê dîsa got ku “Lê Tirkiye nikare bi hêsanî êrîşî Qendîlê bike. Ew ji bo şerî amade ne û dê li her derê berxwedanên mezin bikin.”

Lê divê baş bê zanîn ku ev operasyona Qendîlê, Operasyona Dewleta Tirk û Ocalan ya hevmişterek e. Loma jî PKKê li ber xwe nade û dê Qendîlê teslîmî Dewleta Tirk bike. R. T. Erdogan jî dê jî piştî Cerablûsê, El Babê, Idlîbê, Efrîn, Menbîcê dê di hilbijartinê de qezenceke mezin bike.

Divê PKKê Başûrê Kurdistanê neke Efrîn, Loma divê PKKê bi lezûbez ji Başûré Kurdistanê derkeve.

 

DIVÊ LI EFRÎNÊ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ Û KÊMTIR IN DEWLETA TIRK HIQÛQA XWE CÎBICÎ BIKE…

Siyaseta Rejîma Baasê û PKK/PYDê bi hev re bes  ji bona Efrînê kerasat çênekir, ji bo tevayî Rojavayê Kurdistanê xeterî çêkir. Wek tê zanîn beriya vê demekê Efrîn hat îşgal kirin. Rejîma Sûriyeyê nûha dixwaze ku PKK/PYDê bê çek bike. PKK/PYDê vê daxwazê nîne cîh. Loma jî dûr nîne ku Rejîma Baasê li Rojavayê Kurdistanê dest bi operasyona bike. Helbet Raqa û Derê Zor jî dê di nava vê operasyonê de be.

Diyar e ku Rejîma Sûriyeyê bes bi serê xwe nikare operasyonê bibe serî. Lê Dewleta Tirk jî di vê pişrsê de piştî îşgala Efrînê û heta beriya wê xwediyê plana operasyona Rojavayê Kurdistanê ye. Loma jî dê herdu dewlet tîfaq pêk bînin, Rûsya û Îran jî dê ji wan re piştgir be.

Lê nûha rewşa Efrînê qelek ne baş e. Dewleta Tirk û çeteyên mûxalîf yên hevalbenên Dewleta Tirk; hiquq û heqên kurdan û tevayî rûniştvanên Efrînê bin pê dikin.

Di desthilatdariya herêmî de  mafê rûniştvanên Efrînê nas nake.

Divê hemû kurd, di bin pêşengiya Efrîniyan de ji bona ku Hiqûqa Navneteweyî, Peymana Neteweyên Yekbûyî, heta kêmtir in hiqûqa Dewleta Tirk li Efrînê bi cîbicî bibe, xebat bikin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev