Nameyên evînî -33

Nameyên evînî -33

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a sîûsisîyan e..

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro ji nameyên evînî çap dikin, ku Nura Şane amade kirine. Ev name evîndarê Nurayê ji Nurayê ra şandine. Lema qîmetê wan nameyan bilind e.

 

***

Hinek evindarên hev in, hinek jin û mêrê hev in. Em herdu ne jî, qurbana Roja te bim, Rojbaş. Tu Roja min î.

 

***

Ezîza dilê min raza û gelek baş kir. Ez nû rabûm ezîza min. Em ji hevdu têr nebûn û ew têrnebûn wisa dike, ku em zêde bi hevdu va bêne girêdan û ji hevdu zêde hez bikin.

 

***

Ezîza dilê min cihanek ji min ra şandîye, ez qurbana wê bim. Ev çi hediyayên xweş in, bêhna wan çiqas xweş in, tahma wan çiqas xweş in. Wey ez dilê te bixum, ezîza min a delal, ez nizanim di çi rewşê da me…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *