Şengal – Heşdî Şabî xelkê ji malên wan derdixe

Şengal – Heşdî Şabî xelkê ji malên wan derdixe

Mehmed Salih Bedirxan

Milîşên Heşdî Şabî dest datînin ser mal û milkên xelkê û doza çolkirina bajêr li xelkê dikin.

Milîşên Haşdî Şebî yên ser bi Îranê gefê li xelkê Şengalê dixwin û bi ser mal û milkên hemwelatiyan de digirin. Ligor zanyariyan duhê li gelek gundên Şengalê û bajêr bi xwe Heşdî Şabî dest danîne ser milk û wesayîtên xelkê û ew ji gundên wan derxistine. Berdevkê Ragihandina Pêşmergeyên Şengalê Xelîl Şivan zanyariyên dawî derbarê rewşa dawî ya Şengalê de bi Riataza ra par vekir û aşkere kir ku metirsiya şer di navbera Pêşmergeyên Şengalê û milîsên Heşdî Şabî de heye. Şivan herwiha da zanîn ku Heşdî Şabî bi ser mala hemwelatiyên sivîl de digire û dest datîne ser mal û milkên wan. Di berdewamiya axaftina xwe de Şivan aşkere jî kir ku duh êvarî li gundê Koço Heşdî Şabî wesayîtên gelek hemwelatiyan ji wan standine û ew ji malên wan derxistine.

“Em ê bersiva êrîşan bidin”

Şivan da zanîn ku ew ê beramber êrîş û fişara Heşdî Şabî ya ser xelkê Şengalê de bêdeng nemînin û wiha got: “Milletê me çawa DAIŞ têk bir û ew ji Şengalê derxist, wê Heşdî Şabî jî ji bajêr derxe û dawiyê li wan bîne. Me her amadekarî kirine. Daxwaza me û banga me li berpirsên Herêma Kurdistanê û raya giştî ya kurdan jî ew e bila alîkariya me bikin. Riyekê di navbera Sihêla û Şengalê re vekin.”

Herwiha Fermandeyê Pêşmergeyên Şengalê Qasim Şeşo jî  duh êvarî aşkere kiribû, rewşa Şingalê gelekî aloz bûye û îhtimal heye di navbera hêzên Pêşmerge û Heşda Şeibî de şer derkeve.

Çi bibû?

3-4ê Tîrmeha 2014an Dewleta Îslamî li Iraqê û Şamê (DAIŞ) êrîşî Şengalê kiribû. Herwıha bi hezaran keç û xortên kurdên êzdî qetil kiribû û bi hezaran  keç û xort jî hêsîr kiribû. Herwiha tê texmînkirin zêdetir ji 15 hezar kurdên êzdî ji ber êrîşên DAIŞê derketin û kampên penaber de bi cî bibûn.

Herwiha 11ê Mijdara 2015an Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyên Şengalê bi serfermandariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Şengal ji deste DAIŞê rizgar kiribûn û aramî li navçeyê peyda bibû.

Herwiha piştî 25ê Îlonê 2017an Referanduma Serxwebûna Herêma Kurdistanê gruba xiyanetkar (Lahor Cengî, Aras Cengî, Ala Pavel Talabanî) a berpirsên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) 16ê Cotmeha 2017an Heşdî Şabî û Artêşa Iraqê êrîşî Kerkûk, Xûrmatû, Daqûq, Taze, Beşîr, Mexmûr, Rebîa, Şengal, Zûmarê kiribûn û li wan navçeyan bi cî bibûn. Milîsên şîemezheb li gelek navçe û deverên kurdnişîn bi ser malên xelkê de girtibûn û ew şewitandibûn. Herwiha Neteweyên Yekgirtû (NY) derbarê binpêkirinên mafê mirovan ê li Xurmatû û Kerkûkê gelek caran hikûmeta Bexdayê hişyar jî kir.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *