Kurd yek ji mezintirîn diyasporayên cîhanê ne

Rola diyasporayên kurdan ji bo piştgirîya doza Kurdistanê

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 39

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 39an ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim. Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê, zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemû parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdarên hêja, îro jî Civak û Sîyaset di carçovaya bernameya derbarê Diyasporaya kurd, derheqa pêkanîna koordînasyoneke hevbeş ya Rawenda Kurdên Diyasporayê ku li civîna 10ê sivata îsal ya Rêxistinên sivîl yên Kurdên Diyaspora li Stockholm a Swêdê hate li darxistin, nêt û armanca damezirandina konfederasyona kurdên Evropayê, herwiha derheqa plan û proje, rol û bandor, xebat û çalakîyên wê yên ji bo piştgirîya doza Kurdistanê, li gel hemû serokên wan komele û rêxistinan ku li konfederasyonê de cihê xwe girtine gotubêjan dike. Vê carê mêvanê me ye rojhilatnas û akademîsyen, nivîskar, profêsorê zanîngeha Abaya Alma Atayê, serokê civaka kurdên Qazaxistanê “Berbang”, serokê Kongreya Navnetewî ya Civaka Kurd (ya welatên Sovyêta berê) Kinyazê Îbrahîm Mîrzoêv. Hefteyekê berî wê mêvanê bernameyê serokê Federasyona Komeleyên Kurd li Fînlandê birêz Welat Nehrî û serokê Federasyona Komeleyên Kurd li Danmarkê birêz Ednan Axacan bûn.

Berî destpêka hevpêyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya doktor Kinyazê Îbrahîm.

Kî ye Kinyazê Îbrahîm?

Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv 1ê Gulana sala 1947an, li navçeya Zengîbasarê, li gundê Rihanlû ya Ermenîstanê hatîye dinyayê. Malbeta wî ji Serhedê ye. Ew ji Eşîra Celaliyan in. Kal-bavê Kinyazê Îbrahîm ji Rojhilatê Kurdistanê hatine Bazîdê, ji wir jî li Îdirê bi cih û war bûne. Kinyazê Îbrahîm sala 1963an xwendina xwe li dibistana gund de temam dike. Piştî sala 1963an li Yêrêvanê dest bi dibistana navîn dike û 1966ê salê dibistan diqedîne û di Fakultêya Ziman û Dîrokê ya Zanîngeha Bakûyê de xwendina xwe berdewam dike. 1978-ê salê li bajarê Bakûyê têza xwe ya doktoriyê dinivîse. Têza wî li ser têkiliyên edebiyeta Kurdan û Azêriyan e. Li Yêrêvanê, li Zanîngeha Xaçatûr Abovyan salên dirêj serokatiya Beşê Ziman û Edebiyeta Azêrîyan kiriye. Piştî Şerê Qerebaxê terka Ermenîstanê dike û di destpêka sala 1990-î de li Alma Ataya Qazakistanê bi cîh dibe. Vê gavê Endamê Yekîtiya Nivîskarên Qazaxistanê û Endamê Yekitiya Rojnamegerên Qazaxistanê ye.

Dr. Kinyazê Îbrahîm li Qazakistanê û Asya Navîn nûnerê Navenda PEN’a Kurd e û Berpirsê Giştî yê kovara edebî Nûbarê ye, ku li Alma Atayê bi zimanê kurdî û rûsî ronahî dibîne. Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm sala 2013 an di Assamblêya Gelên Qazaxistanê de di warê neteweyên endam de wekî Cîgirê Serokê Assamblêyê Nûr Sûltan Nazarbayêv ku di heman demê de Serokkomarê Qazaxistanê ye, hate hilbijartin. Prof. Kinyazê Îbrahîm di van 20 salên dawî li gelek welatan de xelatên navnetewî wergirtiye. Li Rûsîya, Qazaxistanê, Îran û Gurcistanê hatiye xelatkirin. Sala 1999an, li Moskvayê navê Akadêmîk werdigire. Kinyazê Îbrahîm 6 zimanan dizane. Ewî nêzîkî 20 kitêb li ser pirtûkxaneya kurdî zêde kiriye. Vê demê Dr. Kinyazê Îbrahîm di gel malbeta xwe li bajarê Alma Atayê ya Qazaxstanê de dijî û kar dike. Ew zewicîye, xwedîyê du qîz û 3 kuran e.

Birêz Kinyazê Îbrahîm ra ji stûdyoya radyoya Ria taza li bajarê Almatayê ya Qazaxistanê, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan. Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên serokê Kongreya Navnetewî ya Civaka Kurd (ya welatên Sovyêta berê) Kinyazê Îbrahîm Mîrzoêv bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *