Siltan Silhedîn – 6

Siltan Silhedîn – 6

Yekta Uzunoglu, nivîskar

Silhedîn dibêje: “Natan, eger ku Xweda ji me gişan bi awayekî wekhev û pir hez dike û ji ber vê yekê heqê misoger û heqaniyetê nade ti kesan çima di Tewratê de dibêje ‘Min benî Îsraîl da ku li ser tevahiya gelên din desthilat be, şand.”

Natan dibêje: “Na Siltanê min. Xweda ewqas zêde, heta û heta bi qasî xwe ji me hez dike û ji ber vê tiştekî wisa nabêje. Xweda dibêje ‘Min benî Îsraîl da ku ji zarokên min ên din re riya heq nîşan bidin, şandin. Mûsewî zarokê yekem û mezin ê Xweda ye. Pişt re wî Îsa û Mihemed şandin û 3 kurên wî yên ku rêberiya riya ku ber bi Xweda ve diçe çêbûn.

“Madem ku te ev dizanî Natan te çima heta niha ji min re negot? Çima te hişt ku ewqas êşên ji ber hewlên peydakirina heqaniyetê bikêşim?”

“Siltanê min, min jî nedizanî. Ez vê yekê ji te û ji gelê te yê Kurd ku xwedî heq û heqaniyeta ku Xweda dayî, hîn bûm. Tiştên ku min li ba we dîtî, tiştên ku min di şexsê te yê pîroz de jiyayî bûn sedem ku li dîroka xwedayê mezin afirandî bikolim, hîn bibim. Lê jixwe bûyera heq û heqaniyeta wekhev ya ku bi salan e ez lê dikolim, li ser dixwînim parçeyekî teqez ê gelê te ye. We Kurdan her tim her sê kurên Reb ango Xweda hembêz kirine, mazûbaniya wan kiriye û we heq û hiqûqa wan parastiye û herwiha hûn qewmê yekem û tekane yê ku Xweda afirandî ne.”

Welatê te baxçeyê ku Xweda ji bo Adem û Hewayê ava kiriye. Çiyayên we tekane çiyayên ku hembêza xwe ji keştiya Nûh re vekirine. Gava ku Nemrûd Hezretî Brahîm avêt nav êgir, axa ku ew parastî axa wî baxçeyê bi gul û kulîlk bû, ew ax axa Kurdan e. Gava ku em bi ronahiya Hezretî Mûsa ji destê Firawûnên ku li Misrê em bi sedan salan dikirin xulam rizgar bûn û hatin welatekî nû, dîsa yên ku hembêza xwe ji me re vekirî gelê te bû û gava ku me li Adiabeneyê duyemîn dewleta xwe ava kir yên ku Erbîl (Arbella) kirin paytext jî gelê te bû. Gava alîgirên Îsa ango kurê duyem ê Xweda ji aliyê qewmê min bi xwe û tevahiya qewman ve dihatin xwestin ku werin kuştin dîsa yên ku ji bo wan hembêza xwe vekirî qewmê te bû, axa Kurdan bû. Şikeftên we ew parastin. Wan hiştin ku li Mûsilê, Amedê, Mêrdînê, Ferqînê û gelek deverên din perestgehan ava bikin. Ez tenê katip ku heq û heqaniyeta ku Xweda ji bo tevahiya zarokên xwe bi awayekî yeksan xwestî were dayîn dinivîsim na jî wergêrekî ku vê yekê bi lêv dike, me.

Silhedîn radibe ser piyan. Bi gavên giran ber bi Natan ve dimeşe. Bi destan digire û wî radike. Bi hemû hêza xwe wî hembêz dike. Hêsir ji çavên van her du şexsiyetên bijarte diherikin.

Silhedîn dibêje, “Birayê Natan! Were temenê xwe ji bo heq û heqaniyeta wekhev, ji bo ku zarokên Xweda bi hezkirin bi hev re bijîn û digel Xwedayê xwe tarxan bikin”.

Natan bersiva xwe digel hêsirên çavê xwe, xwe tevlî Silhedîn dike û dide.

Pişt re Silhedîn bang li tevahiya fermandarên xwe dike û dide fermanê ku bi hilhatina rojê ev ew dest bi fetihkirina Qudsê bikin. Lê dibêje: “Her ji kîjan olê be, ji kîjan qewmî be divê ti siwîl zirarê nebînin û ti cî neyên talankirin û divê riyên av û erzaqan ên Qudsê neyên birîn.” Eger riyên av û erzaqan bihatana birîn dê di hundir çend rojan de deriyên Qudsê bihatana vekirin. Lê gava ku vî bajarî ji bo her sê lawên Xweda pîroz e fetih dike ew riya dirêj û adilane hildibijêre. Fetihkirin 12 rojan didome û di her êrîşê de Silhedîn ji fermandarên dij re dibêje eger ku ew teslîm bibin dê tehde bi ti kesan neyê kirin û piştî fethê jî ev bajar ji Xweda û tevahiya zarokên Xweda re vekirî be. Lê bawerkirina wan û qanî bûna wan a bi Silhedîn bi delîlan pêk tê. Lewra ew tiştên ku Silhedîn dixwestin bike di her sê olan de jî ne hatibûn bihîstin ne jî hatibûn kirin.

Fetha Qudsê di sibeha 20’ê Îlona 1187’an de dest pê dike û di 2’yê Kewçêra 1187’an de bi dawî dibe. Sedem dîsa Silhedîn e. Digel ku hêjmara leşkerên wî ji yên ku dixwazin bajêr biparêzin zêdetir in jî , ew naxwaze xwîna wan birije. Li bajêr jin û zarokên Baronê Îbelinê Balîan jî hene. Baron Balîan ew kesê ku ji derve êrîşî Silhedîn dike bû.

Balîan nameyekê ji Silhedîn re dişîne û jê dixwaze ku jin û zarokên wî bi silametî ji bajêr werin derxistin. Silhedîn dibêje: “Eger tu mêr bî, tu yê werî jin û zarokên xwe bi xwe ji bajêr derbixî. Çawa mêrek wê jin û zarokên xwe ji wîjdana hin kesên din re bihêle!”. Herwiha Silhedîn dibêje eger ku bi xwe were dê ti ziyan ne li wî ne jî li jin û zarokên wî neyê kirin.

Bi rastî destûr ji bo ku Baron Balîan here jin û zarokên xwe ji bajêr derxîne, tê dayîn û rojek jî muhlet tê dayîn. Yanî Baronê ku dijmin e di nava leşkerên Silhedîn re xwe li ba dixe û bêyî ku ti êrîş lê werin kirin dikeve nav bajêr. Lê ew soza xwe nagire. Zar û zêçên xwe nabe, nare û peywira parastina bajêr digire ser xwe.

Pîskopos Herakliyûs ji ber xwîna rijiyayî û mirovên mirî bi ber Balîan digere û dixwaze ku şer rawestîne. Lê Balîan li ser her mirovê ku li bajêr e zextê dike ku ew jî şûran rakin û şer bikin.

Lê Silhedîn bi vê yekê jî hêris nabe. Bi rijd ji fermandarên xwe yên ku kirina Balîan dîtî û jê rik girtî re dibêje divê ti zirar negihe jin û zarokên Balîan. Balîan di şer de were kuştin jî dê ti tişt bi jin û zarokên wî neyê.

Di 29’ê Îlonê de Balîan jî fêm dike ku êdî xênjî teslîmbûnê ti çareyên wî nemane. Ew êdî fêm dike ku digel xweşbîniya Silhedîn a bê sînor dîsa jî dê bajar were fetihkirin. Balîan ji Silhedîn re elçiyekî dişîne û dixwaze aşt bibe. Lê Silhedîn êdî pê bawer nake û ji elçî re dibêje “Fermandarê we Baron Balîan carinan ji bîr dike ku ew mêr e. Wî soza xwe ya dawiyê xwer. Ji ber vê yekê bila kilîta barûya Mûsa rake û were weke mêran. Weke du birayan em ê li hev bikin. Tiştekî xirab ê weke teslîmiyetê yê ku rûmeta mirovan diêşîne ez ne bi wî datînim ne jî li ti birayên xwe yên din.

Di 2’yê kewçêrê de Baron Balîan tê û kilîta derîya Mûsa radestî Silhedîn dike. Digel tevahiya derewên wî Silhedîn wî weke birayan diezimîne.

Silhedîn komkujiyên ku gava xaçperest ketî Qudsê pêk anîn, dubare nake. Weke her car, xwe naxe bin nîrê bêhêziya tolhildanê. Roja îniyê nimêja xwe li Mescîdî Eqsa dike. Ew dihêle û dixwaze ku roja paşîniyê, yanî roja şemîyê, tevahiya Cihûyan li sînagogên xwe û roja yekşem jî Îsewî jî li kilîseyên xwe îbadetên xwe ji Xwedê re bikin.

Lewra ew lawekî pîroz ê ku dilbirehmiya xwe ji qewmê xwe wergirtî ye. Ew kurê Kurdên dadxwaz û rêzgirê heq û heqaniyeta mirovan e.

Di wêne da: Siltan Silhedîn û Natan

Riataza

Derheqa nivîskar da

Yekta Uzunoğlu

Yekta Uzunoğlu ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr, nivîskar, aborînas û peyamnêrê kurd e ku di sala 1953an de li Farqîna Dîyarbekirê hatiye dinyayê. Di salên 1983 - 1988 avakar û rêveberiya Enstîtûya Kurdî ya Bonnê kiriye. Li Pragê, li Komara Çekya dijî. Bi tevahî 40 pirtûk nivîsîne, wergerandine û weşandiye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *