Helbesteke endamekî Kaniya Pêncçavî

Helbesteke endamekî Kaniya Pêncçavî

Walî Bedelpûr

 

Dayîk

 

Dayîka min tu yî tabat û hemû sebra cihan

Hilgera barê bi êş û zehmet û sext  û  giran

 

Nayê gotin medh û wesfa te bi sed dîwan û şe’ir

Ey ku zikra hubba te ye karê  min  gav  û  zeman

 

Te  xwedî  kirim  dil  û  can  pirr  bi  êş  û  zehmetî

Ma dikarim bîr bikim ez wan hemû derd û xeman

 

Te bihorand umrê xwe da ku bihêz be cane min

Ew  ji  lutfa  te  ye  îro   min   çi   kêmasî   neman

 

Te    çîroka    nenivîsî    ya    evînê      xwendiye

Ber wê ye eşqa te dil da gel min e li her deran

 

Derdên min te yên xwe zanîn can te goriyê min kir

Çawa    ez  xwe  goriyê  bejna  te  nekim  dayê  can

 

Hebûna  min  ji  te  û  hêvî  ji  te  kevte  dilî

Ber te ye îro hemim ez dayîka rind û ciwan

 

Walî îro natewan e ku bişêt  medha  te  ket

Lê bihêle gorî ket cane xwe yê bê te ne can

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktiya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetiya Zanistên Civak werdigire. Demek dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên Nûbihar, Barê û Wêje û Rexneyê de derketine.

Qeydên dişibine hev