Meha Remezanê bûye meha teqereq û qarawarê

Meha Remezanê bûye meha teqereq û qarawarê

Ali Gurdilî

 

Dema ez zarok bûm, Bozoyê daholvan hebû li Misirca Sêrtê. Merivek por spî î ciwan. Digotin qereçî ye, lê nizanim çuqasî rast e?

Dema rojî dihat, dema paşîvê min xwe li pişt deriyê hewşa xanî vedişart û li hêviya kek Bozoyê daholvan dimam. Ji taxa jor dest bi lêdana daholê dikir û ber bi taxa xwarê ve dihat. Dema dihat ber derî, min silavek lê dikir û piştre vedigeriyam nav nivînên xwe. Ji xwe em li derve û di bin cibinlikan de radizan.

Meha Remezanê, her maleke qezê, bangî kek Bozo dikir û li malekê fitara xwe dikir. Çend caran hatiye mala me jî û piştî fitarê, çend qesîde û stranên kurdî straye. Strana Eyşana Elî, yekem car min jê guhdar kiribû.

 

Îşev dîsa mîna çend şevên berê, derketim balkona xwe da ku bêhna min derkeve. Lê ji ber daholvanên taxê, serî li min bû dahol. Bi erebeyan têne taxê, belav dibin û mîna robotên barkirî, bi yekdengî li daholan didin. Ji xwe xelk hê ranezane, hê hişyar in. Lêbelê çawa ku ji meriv re sixêfan bikin lê didin. Wilo mîna makîneyekê ne, bêruh in û wilo mekanîk in. Loma jî, ez qet bexşîşa wan nadim û di şûna wan de, didim feqîreke din.

Neyse ez tam dibêjim mala Xwedê ava, dema paşîvê vaye xilas dibe, inca dengê topberdanê serê min gêj dike, meriv dibêje qey diçin cengê?!! Xwedê kir ku sibê xilas dibe. Nexwe, ez ê bibim kûjerê daholvanek î taxa me. Yanî, tiştekî civakî û mirovî, nemaye. Tiştên maye, rûpoşên bawermendên sexte û tirsa gunehkaran e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *