Rêwitiya Gilgamiş û Enkîdo û serkêşiya wan

Rêwitiya Gilgamiş û Enkîdo û serkêşiya wan

Xwendevanên hêja, wek hûn dibînin, nivîskarên me yên nû peyda dibin. Nivîskar Salih Bozan yek ji wan e. Wî tevaya kitêba bo dîroka me giring Gilgamiş wergerandîye kurdî û bi peyamekê berpirsyarê malperê ra hate girêdan û pêşnîyareke ha kir:

-Eger weşanxaneya RIATAZA heye, ez hiz dikim ku hûn vê wergera min çap bikin, hilbet eger werger bi dilê we be.

Me bersîva wî da, ku vê gavê weşanxaneya me tune, lê em dikarin wergera te beş bi beş di rûpelên xwe da çap bikin. Ew bi me ra razî bû û tevaya wergerê me ra şand. Me çavek lê gerand û texmîn kir ku wergereke delal e.

Emê îro beşa duduyan ya kitêbê bo we çap bikin. Di rojên pêş me da jî emê beşên din raberî we bikin.

 

Salih Bozan, nivîskar 

Beşa duyem

 

Gilgamiş xwest biçe daristanê ji bo êrîşe Xembaba bike, û wî bikuje.(1) Xembaba lawirê daristana hevrestê diparêze. Nahêle kesek darên hevrestî bibire û bibe. Gilgamiş xwest Xembaba bikuje û daran bibire ji gelê xwe re bîne. Û wê çaxê pesina xwe li hember gelê xwe bike.

Enkîda ji vê biryara Gilgamiş tirsiya. Ji berku ew dizane Xembaba çiqas hêzdar e. ji Gilmiş re got:

 

Hê dosto…

Ez hestdibim ku tirsê ez sist kirime

Hêza min daketiye

Zendên min bêhêz mane

Tu çima dixwezî vî fermanî xwe bicihbikî.

 

Gilgamiş lê vegerand:

 

Lo dosto…

Kî kane bi egerên ezmên gihe

Yezdan tenê abedîn bi Şemş re dijîn

Rojên mirov bi hijmarin

Ew çi tiştî dikin bayekî bêsûd e

Em hîn li vir in tu ji mirinê ditirsî

Çi hate serê fêdebûn û lehengiya te

De ez ê pêş te dim

Bira dengê te li pey min were:

Here pêş..Metirs e

Ku ez mirim dê navekî cawîdan wergerîn im

Dê li pey min bibêjin:

Gilgamiş bi dêwa Ximbaba re dakete cengê û mir.

 

Gilgamiş biryar girt ku Enkîdo wek alîgir bi xwe re bibe. Ji ber ku Enkîdo daristanê baş nasdike. Lê Enkîdo pir ji Xembaba ditirsiya. Xembaba dêwek e, dema nefesa xwe berdide agir ji dêv derdikeve. Dengê Xembaba weke dengê lehiyeke mezin e. Guhê wê gellek sivik in, heta dengê mitan ê tewri melûl di daristanê de dibihîse. Lê Gilgamiş weke enkîdo jê neditirsiya, Gilgamiş mikur bû biçe Xembaba bikuje.

Gilgamiş ji hesinkaran xwest çekan ji wan re çêkin. Û herweha herduyan xwe amadeyî çûbûnê kirin. Berî biçin, bi gel re ketin şêwirê. Gel bi Gilgamiş re got, gerek ewlbûnê tu nedî ser hêza xwe tenê. Belam gerek ewlebûnê bidî ser nasiya Enkîdo ya daristanê jî. Di eynî demê de, gel ew agahdar kirin ku çêtir e ew neçin.

Gilgamiş û Enkîdo ji Yezdan Şemş alîkarî xwestin.(2) Jê xwestin ku ba û bahozê ji bo alikariya wan ji bakur, başûr, rojhilat û rijava bişîne. Diya Gilgamiş ji Enkîdo xwest Gilgamiş ji metirsiyan biparêze.

Gilgamiş û Enkîdo berê xwe dane daristanê û bi lez çûn. Gellek rojan çûn. Pêvajokên dirêj derbaskirin. Pir caran Gilgamiş xewnên reşbînî li ser cenga xwe ya bi Xembaba re dîtin. Van xewnan ew tirsand. Belam Enkîdo ew piştrast dikir, ku xewnên wî xêr in. Piştî her şevekê ku Gilgamiş xewnên weha didîtin, û Enkîdo jê re bi xêrê şîrovedikir, dilê Gilgamiş rûdinişt.

Li dawiyê gihîştin daristana hevrestê ya ku Xembaba lê dijî. Gava giştin daristanê tirsê xwe girt ser dilê Enkîdo. Tirs derbasî zend û nigên wî bû. Lê Gilgamiş ew mikûrdikir ku herdu dê bi hevdu re êrîşe Xembaba bikin. Berve Xembaba çûn. Nêzikê bûn. Xembaba li hember wan derket. Wan dî ku ew dêweke tirsê dike zikî mirovan. Bi wan re Xembaba axifî. Ew agahdar kirin, pîs û serçemandin. Gilgamiş ji awirên Xembaba gizgizî. Enkîdo pêle tirsa xwe kir, û ji Gilgamiş xwest tiresê ji dilî xwe bavêje. Herduyan bi hev re êrîşe Xembaba kirin. Xembaba nigên xwe li zemîn xist, zemîn çiriya, çiya parçebûn. Lê ba bi fermanê Yezdan Şemş liviya. Herdu lehengan bi hêzdarî êrîşe Xembaba kirin. Li dawiyê Xembaba girtin. Xembaba ji tirsa re ket, û ji wan bexşîn xwest. Belam Enkîdo bexşîna wî qebûl nekir. Ji Gilgamiş xwest ku wî bikuje. Gilgamiş ew kujt, û serê wî qut kir. Pişt re Gilgamiş û Enkîdo hinek dar birîn, û ji bo bi xwe re weke talanê bibin. Ji wan daran keştiyek çêkirin, lê siwarbûn û vegeriyan bajêr.

Li vegrê, Yezdana evînê Eştar Gilgamiş dî. Gellek eciband, û jê xwest ku bi wê re bizewice.

Wê weha bi Gilgamiş re got:

 

Were Gilgamiş bibe mêrê min

Fêkiya xwe diyarî min bike

Ji bo ez pê xweş bibim

Bibe mêrê min

ez ê jî bibim jina te

Ez ê ji te re erebaneke ji kevirê lajewerd û zêr çêbikim

Dê şeytanên birûskê şûna qantirên girs kaşkin

Gava tu di mala me kevî tu yê bihna avrestê bînkî

Dê şah û ferwar li hember te serê xwe daxin

Dê xukiyê bi te din.

 

Gilgamiş daxwaza wê paş de lê vegeran, û ew riswakir, ji ber ku Eştarê xiyanet bi hemû mêr û yarên xwe yên berê re kiriye.

Gilgamiş weha jê re got:

 

Ku ez te bixwazim

Ez ê çi xêrê bi destxim

Tu argûnê arê xwe di sermê de vedimirînî

Tu deriyê jihevketiye nikare bahoz û bê vegerîne

Tu koşka leheng tê de ser xwe de hildiweşin

Tu Fîlê barê xwe diçirîne

Tu qîra yê ku radike wî gemarî dike

Tu hîzê kî radike wî şildike

Tu sola nigên dike pê gezdike

Tu li ser evîna kîjan yarê xwe dilsoz mayî

Were ez ji te re tiracidiya yarên te bibêjim.

 

Eştar xeyîdî û pir hêrs bû. Berê xwe da ezmanan, û jor de rabû. Çû cem bavê xwe Yezdan Ano. Li ber girya, hêsir pir barandin. Jê re got Gilgamiş ez riswakirim. Lê bavê ew sûcdar kir. Eştar guhneda gotina bavê xwe. Jê xwest gayê ezmên pê de ji bo Gilgamiş bikuje. Ji bavê xwe re got ku daxwaza wê nepejirîne, dê ew mirovan giş bikuje. Miriyan sax bike ji bo zindiyan bixwin. Bavê wê jê re got ku ez gayê ezmên ji tewlê berdim, dê hefsalên birçîtiyê ser Urok de werin. Berî wan jî, dê hef salên bi xêr derbasbin. Bavê jê re got ma te berhem (zexîre) ji van salan re amadekiriye? Eştarê got belê, min amadekiriye. Wê çaxê bavê gayê ezmên da Eştarê.

Eştarê ga daxiste ser zemîn. Gayê ezmên ava ser zemîn giş vexwar. Zemîn hişk bû. Ava Ferêt jî vexwar, av pir daket. Gê bihna xwe kişand û berda, pê re zemîn çiriya. Du sed mirov tê de hilweşiyan. Careke din bihna xwe kaşkir û berda, zemîn dîsa çiriya, hema kira Enkîdo tê de hilweşiya. Lê berî ku di çirê de hilweşê, wî xwe çekir ser zemîn. Enkîdo bi qoçên gê girt, wî û Gilgamiş bi hevdu re ga kujtin. Dilê gê ji hundirê wî derxistin û weke qurbanê pêşkêşî Yezdan Şemş kirin.

Eştar zêdetirîn bi kujtina gayê ezmên xeyîdî. Nifir li Gilgamiş û Enkîdo kir, gef li wan xwar. Enkîdo hinek ji goştê gê qutkir û avêt ruyê wê. Gelê Urok bi serfiraziya hedu lehenga şabûn û ew pîroz kirin. 

Riataza

——

  • Ximbaba: Ew dêwa daristana hevrestê diparêze. Di têkstên Babîlonî de navê xwe Xiwawaye.
  • Yezdanê rojê.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev