Pirsa we û bersîva me – 87

Pirsa we û bersîva me – 87

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Gelek caran ji malpera me tê xwestin ku em ne tenê berhemên nivîskar û rojnamevanên kurdên Sovyet, jînenîgarîya wan biweşînin, lê herwiha dixwezin bi jîyana wan a şexsî ra jî pê bihesin, xwesma derheqa wê yekê da ka di sîstêma sosîalîst a Yekîtîya Sovyet da çi bûyerên giring di jîyana wan da bûne.

Ji ber ku nivîskarên kurdên Sovyet gelek in û bûyerên balkêş yên di jîyana wan da bûne jî gelek in, emê her carê behsa yek an du nivîskarên xwe bikin.

 

Pirs: -Gelo çi bûyerên şexsî di nav jîyana nivîskarên kurd yên Sovyeta berê da bûne?

 

Bersîv: -Em îro bersîva pirsa we bi nivîskar Xelîlê Çaçan destpê dikin, ku di nava 24 salên gulvedana radyoya kurdî a Rewanê da (1957-1981) serok û berpirsyarê wê bûye û hemû stiran, miqam û pîês-şano di dema wî da hatine qeydkirin û Fonda Zêrîn a stiranên kurdî hatîye sazkirinê.

 

Nivîskar û aqilmendîya wî

Carekê serokê radyoya kurdî ya Rewanê Xelîlê Çaçan bona destûrê bistîne seba zêde sitiran û pîyesen kurdî di radyoyê da bide qeydkirinê, diçe bal serokatîya Ermenîstanê, lê karê wî nameşe. Ew dixweze rêkê bibîne, bêje, ku kurd pir ji ermenîyan hiz dikin, da ku çareyekê bibîne, ji serok ra dibêje:

-Filankes, li Sovyetistanê hîç kes ji ermenîya ra nabêje “Hûn birayên me yên mezin in”, bilî kurdên Ermenîstanê.

Serokekî ermenîyan, ku van gotinan dibihê, destxweda pirsê safî dike.

 

Xelîlê Çaçan û ermenîyekî miletçî

Rojekê ronakbîrekî ermenî, ku miletçî bûye, xudêgiravî bi henektî qerfê xwe li gelê kurd kirîye, ji nivîskar Xelîlê Çaçan ra gotîye:

-Kurdên we piranî paşketî ne û kolanan paqij dikin.

Xelîlê Çaçan lê vegerandîye, gotîye:

-Eger berazên wek te kolanan qirêj nekin, kurdên me jî wê paqij nekin?

 

Serekê komsomolan û gundî

Nivîskar Xelîlê Çaçan dema serokê komsomolên navçeya kurdan ya Elegezê bû, bi serokê komsomolên Ermenîstanê ra diçe gundekî kurdan, li malekê dibe mêvan. Ew dixweze, ku gundî ji bo mêvanê ji paytext hatî berxekê serjê bike, lê malxwê malê naxweze. Nivîskar bi awakî dixweze bide femkirinê, û di navbera wan da ev minaqeşe çê dibe:

-Filankes, çend pezên te hene?

-Semere mîyên (sed pez) min hene.

-De ka yekê ji me ra serjê bike!

-Çend komsomolên te hene?

-Weke 300-î!

-Eger serjêkirin usa hêsa ye, de ka komsomolekî xwe ji me ra serjê bike!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev