XURTBÛNA NASYONALÎZMA KURDAN -2

XURTBÛNA NASYONALÎZMA KURDAN -2

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê beşek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Xurtbûna nasyonalîzma kurdan”. Me ew kirîye 4 beşan. Me heftêya buhurî beşa yekê raberî we kiribû. Îro em beşa duduyan çap bikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 141 

Di nav demeke kurt da derkete holê, ku “Xoybûn“ ne ew rêxistin bû, ku bikaribûya di dewrana nû da serokatî li tevgera kurdan bikira. Lê ew yek zû xuya nebû. Hela di ser da jî, rewşa li Kurdistanê, xwesma li perçeya wê ya Tirkîyê, bal nasyonalîstên kurd cîyê xweşbînîyê bû. Têkbirina serhildana Şêx Sehîd hêza kurdan ya berxwedanê neşikênand. Wilayetên rohilatê herdem di nav rewşeke nerehet da bûn û ew rewş carna digîhande serîhildanên dijî hukumetê.

Bi wê ra tevayî, piştî sala 1925an tevgera kurdên Tikrîyê ya ji bo azadîyê kete nava dewraneke nû. Bangawazîyên dînî-ruhanî di wan da gelek kêmtir bû û piranî bangawazîyên nasyonalîstîyê dihatine belakirin. Agîtasyona ji bo serxwebûna Kurdistanê, herwiha perçeyên wê yên Îranê, Îraqê û Sûrîyê jî, bi xurtî dihate derbazkirin. Û ew kar ne tenê endamên “Xoybûn“ê dikirin, lê herwiha gelek serekeşîr jî, ku pêwendîyên bi welatîyên xwe yên wî berî sînor bi kar dianîn. Ji bo nimûne, kurê Şêx Sehîd – Saleheddîn revî Îraqê û li wir kete dibistana leşkerî, bi îngilîsan ra kete nava pêwendîyan, ji wana alîkarîya peretî sitend û kete nava “Komela dostên kurdan“ li Îraqê. Dema ew piştî efûya giştî vegerîya Tirkîyê, li Erzurumê “Komeleya Kurdistana Bakur“ saz kir, lê ew kirine hebisê. Ew rêxistin, ku beşên wê li Demişqê û Helebê hebûn, li tevaya Kurdistanê bangawazî bela dikir derheqa lazimaya sazkirina dewleta ermenîyan-kurdan da11. Gelek îzbatî hene derheqa kar û emelên tevayî yên nasyonalîstên kurd û ermenî (ji bo nimûne, li ser sînorê Tirkîyê-Sûrîyê), derheqa alîhevkirinê da12.

Zêdebûna serttîyê li wilayetên kurdan hukumeta Tirkîyê hişyar kir bona çareserîyekê bibîne û ji bo wê piranî xwe li riya cezakirinê girt. Ji bo nimûne, di adara sala 1927an da “Qanûna derheqa parastina nîzam-qanûnan“ ser du salan hate zêdekirin, ku hema bêje weke rewşa awarte bû li rohilata Tirkîyê. Lema jî ji holê rakirina “mehkemeyên serbixwe“ tiştekî formal bû. Di hezîrana wê salê da zagûn hate qebûlkirinê derheqa wê yekê da, ku “bi sebebê admînîstratîvîyê, leşkerîyê û civakî“ kesên şik li ser wan heye, cîguhastî warekî din bikin û qesta desthilatê ew bû, ku kurdan ji wilayetên rohilatê raqetînin û berê wan bidine wilayetên roavayê. Û dest pê kirin bi destî zorê kurd mihacir kirin û gorî çavkanîyên kurdan, di nava çend salan da heta mîlyonek kes ketine ber wê derbê13. Di dawîya meha çirîya pêşin sala 1927an li wilayetên rohilata Tirkîyê yên herî nerehet (Elazig, Ûrfa, Bîtlîs, Hekkarî, Dîyarbekir, Sîîrt, Mêrdîn û Wan) devera admînîstratîvîyê ya taybetî hate testîqkirin û gorî wê li ser wê axê kontrola polîsîyê ya li ser binecîyên kurd wisa kir, ku di hindava wan da mêtodên zordestîyê hatine bikaranîn.

Bi wê ra tevayî jî desthilat dixwest li wilayetên rohilatê serttîyê nerm bike û rewşê aram bike. Ji bo wê armancê efûyek derxist, bangawazî hatine belakirinê derheqa xweşkirina şertên jîyanê yên aborî û civakî li wilayetên kurdan û hate gotin, ku li wir wê rêformên ciddî bêne derbazkirin. Bi dengekî qube hate gotin, ku dawî li berxwedana kurdan hatîye anîn, her tenê problêma “bandîtîzmê“ maye. Ji kurdên bi destî zorê mihacirkirî hinek paşda hatine vegerandin, ango hatine warên xwe14.

Desthilatê hewil dida bi serokatîya kurdan ra ziman bibîne, dijberîyê bixe nava serekeşîran da. Hewildan hatine kirinê bona bi “Xoybûn“ê ra jî ziman bibînin. Soz dane Îhsan Nûrî, ku wê wî efû bikin û wê wek karmendê leşkerî bişînine baylozxaneyekê, lê ewî ew pêşnîyar red kir15. Bi wê ra tevayî dijminaya kurdên zaza jî dikirin, ku piranîya wan li Dêrsima nerehet diman.

Lê hêvîyên Enqereyê, ku wê di nava demeke kurt da Kurdistana Tirkîyê milahîm bike, bi ser ne ketin. Kurd bi xurtî derketine himberî wê sîyaseta dewletê, ku miletîya wan nas nake û dixweze wana di nav tirkan da bihelîne û ev yek daxwaza kemalîzmê ya sereke bû di pirsa miletîyê da, ku hemû hemwelatîyên dewletê wek tirk nas dikir. Û desthilatê nikaribû ev sebebê sereke yê konflîkta miletîyê li rohilata welêt ji holê bide rakirin. Zordestîyên herdemî her tenê rûn berî ser êgir didan. Lê eger em bêne ser rêformên sozdayî û pakkirina rewşa civakî û aborî, ewana an ser kaxez man, an jî gelek hêdî dihatine meşandin, lema jî encam xuya ne dibûn. Hela di ser da, ekindarîya kêm jî tesîr li ser rewşa aborî ya binecîyên kurd yên wilayetên rohilatê dikir, ji ber ku ew sê sal bûn li herêma kurdan şilî ne dibarî, herwiha paşmayînên krîza aborîyê ya cihanê jî – di dawîya salên 20î heta destpêka salên 30î – tesîr li ser aborîyê dikir û ew krîz zêde zirar dida welatên sist pêşketî16. Bi vî awahî, li hev ne hat wan sebeban bidine hilanînê, ku di rûyê tevgerên çekdarî yên bona azadîya miletîyê herdem dixuliqîn û berdewam dibûn.

Pevçûnên nû di navbera ûsyanvanên kurd û leşkerên ordîya Tirkîyê da di buhara sala 1927an da qewimîn. Ew pevçûnên giran pêşî ji tu kesan ra serketin ne anîn. Sala 1928an heta nîveka pêşin sala 1929an tirkan êrîş bire ser kurdên li herêmên, ku serî hildabûn, lê nikaribûn zora wan bibirana. Lê ji kurdan ra li hev hat di navbera Araratên Mezin û Biçûk (navçeya Kirê) bingeheke xurt saz bikin bona organîzekirina serhildana nû, ku navê wê serhildana Araratê, an jî ya Xoybûnîyan bû. 12ê hezîranê sala 1929an li vir şerekî giran qewimî17. Di kovara “Yerin“ da, ku li Stembolê çap dibû, bangawazîyên serekên kurdan yên ber bi gelê xwe çap bûn. Di wan da dihate gotinê, ku kurd – “gelê Mezin e“, bang hebû xwe ji bin nîrê Tirkîyê xilaz bikin û “di navbera Farizistanê û Îraqê da“ dewleta xwe ya azad û serbixwe saz bikin18. Bi gotina A. Safrastyan, dest bi “Şerê şorişgerîyê yê kurdan yê duduyan“ bû. Emê ser vê meselê di beşa din da bi hûrgilî behs bikin.

Hema piştî sazbûna xwe komîtêya “Xoybûn“ destbi karê hevgirtina kurdan li dor îdêya Kurdistana serbixwe kir. Tê gotin, ku serekê wî karî Bedirxanî19 bûn (serwêrê komîtêyê Celadet û yên din), lê di rastîyê da rola wan ya sîmvolîk bû. Komîtê her tenê navbenda îdêatîyê ya nasyonalîzma kurdan bû û hinekî jî barêgeha tevgera miletîyê bû. Her tenê 100 kes diketine nava wê. Lê karê organîzekirinê ji alîyê êmîsarên komîtêyê da dihate rêvebirin, ku her yek li warê xwe sipartinên xwe pêk dianî.

Di belgenameyên dayîreyên Brîtanîyayê yên cesûsîyê da malûmatî hene derheqa karên êmîsarên “Xoybûnê“ da li hemû perçeyên Kurdistanê, berî gişkî jî li welatên ereban. Ji bo nimûne, yekî bi navê Emîn-efendî Beroskî, ku sêkrêtarê Şêx Sehîd û hevalbendê kurê wî – Elî Riza bû û di bin çavdêrîya polîsên Îraqê da bû, ku li Erbîlê bi cî bûbû û propaganda îdêya “Kurdistana serbixwe di bin bandûra Brîtanîyayê da“ dikir, bi seredan çû Tehranê û hewil da derbazî Sûrîyê bibe, lê ne hîştin ew here wir. Şik hebûn, ku ew provokator e û cesûsê Tirkîyê ye, lê wisa xuya bû, ku ji bo wê tu îzbatî tunebûn20. Li Erbîlê herwiha Fehmî îbin Bîlal (Liceli Fehmî) jî dijît, ku tevgelê serhildana Şêx Sehîd bû û terefdarê Îngilîs bû, û wê wek parastvana kurdên Tirkîyê ya tek-tenê didît. Ew endamê çend komeleyên kurdan bû, di nav wan da endamê “Xoybûnê“ bû jî. Ew Fehmî çend malûmatîyên balkêş gotin derheqa planên “Xoybûnê“ yên wê demê da. Pirsdanîna wê ya sereke ew bû, ku bona rêvebirina karê xwe mecalan peyda bike. Yek ji çavkanîyên hatinîyên wî, ku heta niha jî rastîya wê ne dîyar e, rêxistina International Minority Movement of Odessa bû (di çavkanîyê da ha hatîye destnîşankirin.- M.L.), ku wisa xuya ye ji alîyê Komîntêrnê û Komîtêya parastina dewletê ya Sovyet da hatibû sazkirin. Ewê hinek pere dida “Xoybûn“ê bi şertê, ku ewê xwe li helwêsta dijî Îngilîs bigire. Gorî lihevkirinê “Xoybûn“ biryar kir nûnerên xwe bişîne hemû navçeyên Kurdistanê û sipartin bide wan agîtasyona dijî Îngilîs bidine derbazkirin, kurdan rakine şerê dijî împêrîyalîstîyê û derheqa wê yekê da ji rêxistina jorê destnîşankirî ra bêjin, bona zêde pereyan bistînin.

Di çavkanîyan û nivîsan da tu malûmatî tunene ka gelo “Xoybûn“ê pêwendîyên xwe bi bolşêvîkan ra berdewam kir, an na. Lê ji sedî sed e, ku di wê pirsê da li komîtêyê hemfikirî tunebû. Fehmî û çend ronakbîrên din yên “Xoybûn“ê derdiketine dijî dijberîya bi Îngilîs ra û digotin ew “sîyaseteke xirab e“. Eksî wê, ew xwe li wê rê digirtin, ku Kurdistana serbixwe di bin bandûra Îngilîs da be û ser wê bawerîyê bûn, ku çi jî hebe, îngilîs ji tirkan çêtir in. Êmîsarên ji Îraqê tenê şandine Meletiyê û Dêrsimê û kes nizane ka çi sipartin dabûne wan21.

Wek ku îdî hatîye gotinê, di navbera“Xoybûn“ê û “Daşnaksûtyûn“ê ji destpêkê da hevkarîya xurt hebû. Ew paşê jî berdewam bû. “Xoybûn“ carna bi nav dikirin wek “rêxistina kurdan-ermenîyan“. Karmendên ermenî û kurd, ku li beşên “Xoybûn“ê da kar dikirin, pirtûkên biçûk û belge çap dikirin, gotarên wan di çapemenîya erebî da ronahî didîtin22. Lê malûmatî hene derheqa wê yekê da, ku di navbera ermenîyan û kurdan da, him di nav “Xoybûn“ê da, him jî di rêxistinên mayîn da, nerazîbûnên mezin hebûn. Ji bo nimûne, çend kurdên navdar, şêx û serekeşîr di nameya xwe ya li rojnameya “Aş-Şaab“ (Demişq) da çapbûyî, ku tê da bangî “miletê ereb yê dilqenc dikirin bona şerê ji bo Kurdistana serbixwe bêne hewara kurdan“, nivîsîbûn: “Em – serekên şorişa kurdan, elam dikin, ku tevî peymana bi “Daşnaksûtyûn“ê ra ne bûne, ku ewê kurdan bixapîne û wê wana bike aletê şerê dijî tirkan, bi armanca sazkirina “dewleta ermenîyan“, û kurd wê tê da qûl û hêsîr bin“. Di rastîyê da hukumê “Xoybûn“ê di nav aktîvîstên tevgera kurdan da ne zêde pir bû. Him di hêla taktîka şêr, him di hêla mêlgirtina sîyaseta der da nerazîbûn wek berê hebûn. Di nav nasyonalîstên kurdan da him kesên fransîhiz, him yên îngilîshiz, him jî terefdarên testîqkirina pêwendîyan bi Yekîtîya Sovyet û Îtalîyayê ra hebûn23.

Rast e, hevalbendên “Xoybûn“ê yên nêzîk daşnak mabûn, lê hêzên opozîsyon yên li Rohilata Nêzîk û Awropayê, di nav wan da monarşîstên Tirkîyê û heta rêxistinên Rûsîyayê yên Bêlogvardêysan jî, ku piranî li Parîsê hêwirîbûn, bi komîtêya kurdan ra di nav pêwendîyan da bûn24.

Bingeha “Xoybûn“ê ya sereke li Sûrîyê bû (navbend li Helebê bû) û ew li Îraqê jî hinekî xurt bû, lê armanca nasyonalîstên kurd ne beşên erebî yên Kurdistanê bûn, ji ber ku ewê hêvîya xwe danîbû li ser alîkarîya Fransîyayê û Brîtanîya Mezin, ku li wan deran xwedî-xudantî dikirin. Temamîya guhdarîya komîtêyê li ser Kurdistana Tirkîyê bû, ku gerekê bibûya bingeha sereke ya serhildana hemkurdîyê. Şerê ji bo serxwebûna beşên Kurdistanê yên Îranê, Îraqê û Sûrîyê daxwazkarîyên paşdemê bûn. Planên “Xoybûn“ê ji bo Tirkîyê eşkere bûn û ew kiribûne nava xemgînîyê. Enqere kolsûnxaneya Brîtanîyayê li Helebê û çend serekên kurdan yên Îraqa Bakur (di nav wan da Seyid Tahayê navdar) di nav wê yekê da gunehkar dikir, ku ew alîkarîya pankurdîstan (endamên “Xoybûn“ê wisa bi nav dikirin) dikin yên ku xudêgiravî li Rewandûzê (ango, li ser axa Îraqê) kongrêya xwe derbaz kirin25.

Ev malûmatî ne ji sedî sed rast bûn. Gorî malûmatîyên cesûsîya Brîtanîyayê, pankurdîst bi rastî jî bi çend serekên kurdan yên Tirkîyê ra (Haco, Naîf û yên din) pêwendî danîbûn, hewil dabûn serekên xwe bişînine Tirkîyê, amadekarîya serhildanê Samsûnê bibînin û h.w.d. Lê di Îraqê bi xwe da serketinên wan ne pir bûn, lê hinek serokan (ji bo nimûne, Xurşîd efendî) dixwestin xwe nêzîkî ermenîyan bikirana. Lê Seyid Taha pankurdîst bi nav dikirin wek “mihacirên bê qedir û qîmet“26 û got, ku ew naxweze bi “Xoybûn“ê ra bide û bistîne; ew terefdarê bi aştî çareserkirina pirsgirêka kurdan bû, ango ji berê va pakkirina rewşa kurdan di hêla perwerdeyê, tundurustîyê û h.w.d. da, bi gotineke din, tam bi daxwazên desthilatên dagîrkar ra razî bû. 

Riataza

11 Arfa H. The Kurds. An Historical and Political Study. L., 1966, rûpel 39; AVPRF, fonda 132an, çente 15, dexle 29, belge 197-198; BPSV. 1930, hejmar 8-9 (16-17), rûpel 69. Daşnakan agîtasyon dikirin seba bi kurdan ra bibine yek ”bona şerê tevayî ji bo sazkirina Kurdistan û Ermenîstana serbixwe”.) Yû. K. Li Kurdistanê rewş ne aram e.- BPSV. 1928, hejmar 4-5, rûpel 73-74).

12 Armstrong H. C. Grey Wolf. Mustafa Kemal, rûpel 324.

13 Hasratyan M. A. Kurdên Tirkîyê di dema here nû da, rûpel 127-129; Nîkîtîn V. V. Kurd, rûpel 90. Wek ku serekwezîrê Tirkîyê Îsmet paşa (Înonyu) ji baylozê Sovyet Ya. Z. Sûrîs ra got, biryara, ku “mehkemeyên serbixwe“ hilînin, lê zagûna “derheqa parastina nîzam-qanûnan“ bihêlin, bi înîsîatîva Qazî – ango Ataturk- hate qebûlkirin. – DVP. T. X., M., 1965, rûpel 63-64, nivîsa derheqa sohbeta Ya. Z. Sûrîs bi Îsmet paşa ra 28.02.1927.

14 Hasratyan M. A. Kurdên Tirkîyê, rûpel 132-139 û dû wê ra.

15 Dîsa li wir, rûpel 140-145; Na zarûbêjnom Vostokê. 1932, hejmar 2, rûpel 136.

16 Binhêre: Madyar L. Krîza agrarîyê û xelaya li Rohilatê; Na zarûbêjnom Vostokê. 1932, hejmar 2, rûpel 136.

17 Hasratyan M. A. Kurdên Tirkîyê, rûpel 150-151; Na zarûbêjnom Vostokê. 1932, hejmar 2, rûpel 136.

18 OM. 1930, hejmar 8, rûpel 366.

19 BPSV. 1928, hejmar 6-7, rûpel 24.

20 AVPRI, fonda NAI, serîya A, dexle 151, rûpel 72-73. Jêdera ji hesabdayîna S. S. O. (Special Service Officer), Arbil`s 18.04.1928.

21 Dîsa li wir, jêdera ji 26.04.1928.

22 Dîsa li wir, belge 86. Nameya ji Mehmûd (?) ji Bexdayê 12.05.1928.

23 Dîsa li wir, belge 104-105. Nivîsên ji cesûsîya polîsên Îraqê wergirtî 12.05.1928.

24 Dîsa li wir, belge 119. Nivîsa ji barêgeha Hêzên Brîtanîyayê yên Leşkerî- Hewayî li Îraqê 14.06.1928.

25 Dîsa li wir, belge 126-127. Înspêktorê admînîstratîvîyê yê devera Mûsilê ji şêwrmendê Wezîreta karên der ya Îraqê ra 12.06.1928.

26 Dîsa li wir, belge 141. Nivîsa ji barêgeha cesûsîyê ya Hêzên Brîtanîyayê yên Leşkerî-Hewayî ji bo şêwirmendê Wezîreta karên der ya Îraqê, 12.06.1928.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev