DINYA DELAL, Fêrîkê Ûsiv

DINYA DELAL, Fêrîkê Ûsiv

Ji weşanxaneya LÎSê berhemên helbestavanê me yê herî binavûdeng

 

Xwendevanên hêja, weşanxaneya LÎSê hemû berhemên helbestvanê meyî binavûdeng çap kirine. Em ji îro da, her carê yek ji wan berheman çap dikin.

 

Şairê gewre ê Kurmancîyê Fêrîkê Ûsiv, wekî dîwanên xwe ên berî niha, di vê dîwanê de jî bi zimanê xwe yî herikbar, bi lîrîzma xwe a nebûye qismetê gelek kesan, di derheqa xweza, cimaet, zanîn, adet û toreya Kurdî de şi’rên hêja lê kirine. Fêrîkê Ûsiv, deng, reng û bêhna peyva Kurmancîyê wekî bayê sihara sibeyê xas, hênik û arambexş raberî dile xwendevanan dike. Bi her şi’reke wî hêz û şîyana me qewîtir, girêdana me a xak û jîyanê xurttir dibe. Dinya Delal, elbûmeke ji pêjnkarî, raman, hestyarî û hez û huba Fêrîk a derheqa şairên berî wî, a xwezayê, a heywanat û a hesreta dinyayeke aş û bi bereket e. Wekî çawa behsa vê dinyaya derewîn û ruh dike;

 

Dinya, tu çi qas delal î,

Êvar û berbangê safî va,

Bi erş û ezmanê xik-xalî,

Bi mêrg û çîmanê avî va…

Texmîna min, mîna kilamê,

Ruh dijî, ji can der dimîne…

Texmîna min Rebê alemê

Haqa jî bê îsaf nîn e…

 

 

Navê Pirtûkê Dinya Delal
Navê Nivîskêr Fêrîkê Ûsiv
Rêz-Cûre Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî -23
Amadekar Zera Fêrîk
Redaksîyon Şivanê Dêrikî
Zimanê Pirtûkê Kurdî
Berg Şener Ozmen
Zanyarîyên Çapê 12.5 x 20.5 cm, Çapa Yekemîn 2018, Bizim Büro Matbaacılık, Enqere
Hejmara Rûpelan 200
ISBN 978-605-4497-56-0

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev