Beşek ji çîroka jiyana min!

Beşek ji çîroka jiyana min!

Yaqûb Kurmanc

 

Rojek ji rojên biharê min di bin siya darcêwîya hewşa dibistanê de xwe spartibû dîwarê hewşê û wekî berê meseleyên girêdayî neteweya me di serê min de dihatin û diçûn, şagirtên dibistanê jî wekî berê çend heb gihîştibûn hevdû û dimeşîyan, ji xwe ra laqirdî dikirin, bi kelecan bûn û qet haya wan bi tiştên ku di serê min de derbas dibûn, tunebû.

Cihê ku ez sekinîbûm min mêze kir ku yek ji mamosteyên me perrek sipî di dêst de ye û di perrê ku di destê xwe de girtiye tijî nivîsên bi zimanê Farisî ne.

Ew mamosteyê me çavê xwe li şagirtan digerand, dema wî çavê xwe li şagirtan digerand, min bi xwe ra got: Bi Xwedê mamoste hewceyî alîkariyê ye.

Ez ber bi mamoste ve neçûm, min gotê bila mamoste bi xwe gazî min bike. Belkî ew dixwaze destpêkê meseleyê bi şagirtên din re ser veke. Hizira min rast derket. Wî destpêkê gazî Silhedîn kir. Silhedîn şagirtekî kurd bû û me tev pola dozdehan û li fêrgehekê dixwend. Mamoste got:

-Silhedîn tu dikarî li jêr van peyvên Farisî bi Kurdî binivîsî. Silhedîn mizemiz kir û qet nizanibû mamoste çi dibêje, jixwe Silhedîn hetanî niha bi zimanê kurdî ne xwendiye û ne jî nivîsîye, dîyar bû ew nikare wan peyvên Farisî bi kurdî wergerîne. Ez nêzîkî mamoste û Silhedîn bûm û ez pê hesîm ku mijar çiye.

Mamoste bi Silhedîn re got:

-Silhedîn, tu çima ewqasî gêjomêjo bûyî, here pey karê xwe û hinekî baldar be.

Gotinên mamoste û Silhedîn bi dawî bûn û Silhedîn li hindê mamoste çû, piştî xêlekê ez çûme ba mamoste û min got: Mamoste, mesele çi ye?! Mamoste got: Welehî hevjîna min jî mamoste ye û li dibistana seretayî şagirtan perwerde dike û di dibistanê da şagirtên wê hinek kurd in û ji ber ku nû diçine dibistanê, ne farisî dizanin û ne jî azerî baş fêhm dikin û hevjîna min ji min xwest ku ez van peyvên farisî ba şagirtên kurd yê dibistana amadeyî bi kurdî wergerînim.

Min hemû axaftinên mamoste yek bi yek bihîstin û guh danê û piştre min ew hemû peyv bi kurdî wergerandin. Wê demê min hest kir ku ez li welatê xwe î serbixwe dijîm û min hest kir ku ez bûme mamoste û şagirtan bi zimanê kurdî perwerde dikim. Ew hestkirina min tenê xulekekê kişand û piştî xulekekê mamoste got:

-Her hebî şagirtê hêja, hevîdar im herdem serbilind bibî. Min bi mamoste re got:

-Mamoste dema dibêjim bila her zarokek bi zimanê xwe î zikmakî hîn bibe, seba meseleyên wiha ye, eger her neteweyek bi zimanê xwe fêr bibûy, êdî ew pirsgirêk dernediketin holê.

Mamoste got:

-Tu rast dibêjî û hema kanê kê heye ku dilê wan li ser zarokên me bişewite. Ew roj wisa derbas bû lê bi min ve eyan bû ku tiştên ku ez derbarê ziman û neteweya me da dibêjim, hemû jî rast in.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev