CEGERXWÎN CILD I û II

CEGERXWÎN CILD I û II

Du cildeyên berhemên Cegexwîn ji alî LÎSê da derketin

 

Berga Yekê Ronahî Li Pey Tarî ye,

Berga Duyem Ji Min Dil Bir Bi Carek

 

Meger ez Rustemê Kurd im, firaqê ez nexweş kerdim

Cegerxwîn im siyahçerd im, di kunca xelwet im ya Reb

 

Di mêjûya wêjeya Kurdî de, Seydayê nemir Cegerxwînê Hesarî cihekî taybet û nêvnas digire û her dem wekî helbestkarê gel ê hem klasîk hem nûjenxwaz deng daye û cihê xwe di dil û hişê gelê xwe xweş kiriye.

Di vê veçapa nû ya berhemên helbestî yên Seyda Cegerxwîn de, Weşanxaneya Lîsê ya ku ji sala 2004’an ve barê weşandina şahberhemên Kurdîyê avêtiye ser milên xwe, xwestiye ji nû ve li dîwanên Seyda vegere û bi hûrbînî û şarezayî çapeke hêja ya sererastkirî raberî hezkerên helbesta Kurdî bike.

Ev çapa li ber destên we berhema kedeke dûrûdirêj a pisporane ye. Armanca sereke ya vê veçapkirinê ew e ku dîwanên Seyda Cegerxwîn bi rengekî nûjen û xweşamadekirî werin raberkirin.

Çapa Lîsê ji du bergên mezin ên bedew û dilrevîn pêk tê ku qutîyeke rengîn wan hembêz dike. Cilda yekê bi serenavê “Ronahî Li Pey Tarî ye” û cilda duyem bi serenavê “Ji Min Dil Bir Bi Carek” e.

Lîsa ku her dem xwedî li pêşeng û nûjenxwazên wêjeya Kurmancî/Kurdî derketiye û xwe berdaya rêça dirêj a bipêşvebirina wêje û çanda Kurdan, vê carê bi veçapkirina dîwanên Cegerxwînê Seyda -Seydayê Helbesta Kurdî- li pêşberî xwînerên xwe ye… da ku em jî wekî Cegerxwînê gewre “nûjen bin bi pîrî”… da ku em “guh bidin saza” Cegerê xwe.

 

Navê Pirtûkê CEGERXWÎN

Cilda Yekê Ronahî Li Pey Tarî ye

Cilda duyem Ji Min Dil Bir Bi Carek

 

Navê Nivîskêr Cegerxwîn
Rêz-Cûre Bênder
Amadekar Şivanê Dêrikî
Redaksîyon Şivanê Dêrikî
Zimanê Pirtûkê Kurdî
Berg Şener Ozmen
Agahîyên Çapê 15 x 22.5 cm, Çapa Yekemîn 2018, Atalay Matbaacılık, Enqere
Hejmara Rûpelan Berga Yekê Ronahî Li Pey Tarî ye, 993 rûpel

Berga duyem Ji Min Dil Bir Bi Carek, 870 rûpel

ISBN Berga Yekê Ronahî Li Pey Tarî ye, 978-605-4497-73-7

Berga duyem Ji Min Dil Bir Bi Carek, 978-605-4497-74-4

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev