KURDTIYA MÎREKİYA MENTEŞA YA KU BERÎ OSMANİYAN LI ANADOLUYA ROJAVA DEWLET AVAKİR (II)

KURDTIYA MÎREKİYA MENTEŞA YA KU BERÎ OSMANİYAN LI ANADOLUYA ROJAVA DEWLET AVAKİR (II)

Beşa pêşin a berhema zanyarî ya lêkolîner Ciwan Murad me berî çend rojan bi 3 perçeyan raberî we kir.

Em îro perçeyê sisîyan (yê dawî) yê beşa II çap dikin.

 

PEYWENDİYÊN NAVÊ MENTEŞA YÊN BI KURDEWARİYÊ VE

Murad Ali Ciwan

 

Wittek, di mesela Menteşa de ew qas reşbîn tevgeriyaye ku biryar nedaye gelo ew navê însan, eşîr an deverekê ye. Lê bi lêhûrbûneka ne zêde kûr derdikeve ku Menteşa navekî însanan ê hevedudanî yê ji du peyvan e.

Navê ‘’Menteşa’’ wek navê însanan û pêwendîdar bi civak û dîroka Kurdewarî ve bi rêkûpêkî Şeref Xan, di Şerefnameyê de dide gava behsa Mîrên Kilîsê dike:

‘’Li gor ku dibêjin [Hukumdarên Kilîsê], li ser esasê rîwayeta rast pismamên (kurmamên) hukumdarên Hakkâriyê ve Îmadiyeyê ne. Ev, sê bira bûn û navên wan Şemseddîn, Bahaddîn û Menteşa bû. Hukumdarên Hakkâriyê ji nesla Şemseddînî ne û ji bal Kurdan ve ji van re ‘Şemû’ tê gotin; ji hukumdarên Îmadiyeyê yên ji nesla Bahaddinî tên re ‘Behdin[î]’ tê gotin; em bên ser hukumdarên Kilîsê jî, ew ji nesla Menteşa ne û ji wan re ‘Mend’ tê gotin.

Ji rîwayetên curbicur kîjan rast be jî, Mend di destpêkê de biserket eşîreka Kurdan li dora xwe civand û li gel wan çû Şam û Misrê, ket xizmeta hukumdarên Eyubiyan. Wan jî nehiya Quseyrê ya nêzî Wîlayeta Antaqyayê da wî. Mend û merivên xwe zifistanê li vê derê bicîbûn. Bi vê jî nema; civakeka Kurdên Êzîdî yên ku hê ji berê de li van diyaran cîwar bûbûn, li dora Mend civiyan. Vê jî rê vekir ku roj bi roj şan û şerefa wî bilind bibe, nifûza wî zêdetir bibe. Ji her derê Kurd hatin ba wî. Her wiha Kurdên li derûdora Cûnê û Kilîsê cîwarbuyî jî tevî wî bûn.

Hukumdarên muezzem ên Alê Eyyub bala xwe danê û ew kirin mîrêmîranê hemû Kurdên li Şam û Helebê; di îdarekirina vê civakê de û biryardan û çareserkirina meseleyên wan de, ew bi her awayî serbest hiştin. Bi vî awayî ew hilkişandin bilindtirîn meqamê îdarî û eskerî. Di destpêkê de şêxên Kurdên Êzîdî yên li navbera Meraş û Hemayê berfirehbûyî, li ser van meqaman pê re pevçûn. Vê rewşê rê vekir ku dem bi dem şûr bên kêşan û şer jî derkevin. Lê Mend li hemberê wan biserket; geh bi dijwarî û reqî, geh bi nermî, geh bi zixtan û geh bi qenciyan ew kirin tabi’ên xwe. Di dawiyê de gihaşt xweziya xwe û hemû Kurdên li wan diyaran stu li ber hukumdariya wî ya mutleq tewandin.

Ku Men mir, kurê wî Ereb Beg ket şûna wî. Piştî wî jî kurê wî Emîr Cemal îdare girt destê xwe. Piştî mirina wî jî kurê wî Ahmed Beg ket şûna wî. Di dema vî begî de dawî li rojên Alê Eyub hat û dewleta wan a mezin ket destê Çerkezên Memlukî. Lê Ahmed Beg huştu li ber dewleta Çerkezan netewend û rojên xwe wek hukumdarekî serbixwe derbas kirin. Di dawiyê de du kur li pey xwe hiştin û mir.’[28]

Tarîxa mîrên Kilîsê di Şerefnameyê de ji vir pê ve jî Canpolatan jî digire nav xwe û berdewam dike, lê j bo ku pêwendiya wê li gel behsa me tuneye, em li vê derê dibirin, qîma xwe bi vî qasî tînin.

Ji agahiyên ku Şeref Xan dide tê fahmkrin ku Menteşa navê mîrekî ye, Kurd bi navê Mend gazî vî mîrî dikin, ew di dema xwe de ji devera Botan li gel eşîra xwe çuye ketiye xizmeta Eyubiyan, wan li devera Antaqyayê mîrekî daye wî. Ji ber serkeftina mîrê bi navê Mend civaka (eşîra) li pey wî, hetta xanewadeya hukumdarên Kilîsê bi navê Mend[î] tên naskirin.

Berî ku Mend, li devera Antaqyayê bicî bibe, li wê derê Kurd, bi taybetî Kurdên Êzîdî weka civak hene. Ku Mend bi ser dikeve hem Kurdên misilman ên derûdora Cûn û Kilîsê, hem jî Kurdên Êzîdî li dor wî dicivin, dibin yek. Piştre, sultanên Eyubî wî wek mîrêmîran li ser serê hemû Kurdên Heleb û Şamê(teqrîben erdên bakurê Suriyeya nuha, Şam û Libnanê) tayin dikin. Hêz û serweriya Mend ji Meraşê heta Hemayê berfireh dibe.

Di dîrokê de, Kurdên ku ji deverên Mûsilê, Şengalê, Şarezorê, Germiyanê û Loristanê çûne rojava ber bi erdên Bizansê (Romayê) de, ji bo ku zincireçiyayên Zagrosan, Torosên rojhilatê, zozanên wan ên bilind û geliyên teng û kûr û li gel van çemên Firatê, yê Mûradê, yê Dîcleyê û yên Zapê rê nedidan, riyên wan di zozanên nizm, deşt û berriyên Germiyanê, Şarezorê, Mûsilê, Mêrdînê, Herranê, Urfayê, Halebê û quntarên başûr ên dirêjeyên wan zincîreçiyayên binavkirî; Cûdî, Şengal û hwd. re derbas bûne.

Kurdan ji başûrê Îrana îro, rojhilat û rojhilatê bakurê Iraqê, ev güzergâh şopandine hatine erd û peravên bixêrûbêr yên Sûriyeyê, Halebê, Şamê û Antakyayê. Ji vê derê ji aliyekî ve başûr; Libnan, Filistîn, Misir û Yemenê, ji aliye din ve deverên bakur û rojhilatê Antakyayê; deverên Kilîsê, Elbistanê, Meraşê, Meletiyeyê, Sêwasê, Qeyserîyê, Amasyeyê, Toqatê, Kutaxyayê, Qestemonûyê, Anqereyê û Sînobê hedef girtine, yan jî Edene, Antalya, Qonya kirine qonaxên navîn û derbasî devera Egeyê bûne.

Deverên bakurê Şam û Helebê, rojhilatê û bakurê Antakyayê, warên qonaxên yekê ne. Li van deran bajarên navdayî, bûne cih, war û navendên pêşîn ên rûniştîyên û birêveberiyên Kurd û Misilmanan.

Esas îstîlayên Ereban ên destpêkê ji van guzergahan çûne nav erdên Împaratoriya Romayê, heta ber hîsarên Îstanbulê. Piştre, pêlên îstîlayên Tirkmenên Oxuz û yên Moxolan yên di ser başûrê Îranê, İraqa Ecem û Îraqa Ereb re hatî jî ev guzergah û qonax şopandine. Ev nexşerê, mecbûriyetek bû ku şertên cografî û siriştî yên dinyaya wê demê ferz dikirin.

Loma jî, di çavkaniyên Îslamê yên qirnê navîn de, ku behsa hem berfirehbûna Îslamê, hem jî ya Îstîlayên Oxuz-Tirkmen û Moxoliyan dikirin, rasthatina li mîr û fermandeyên Kurdan li deverên Meraşê, Xarputê, Elbistanê, Sêwasê, Qeyserîyê, Amasyayê, Toqatê û piştre Kutaxyayê, Qestemonuyê, Sînobê, Aydinê û Muxlayê ne ciyê şaşmayinê ye.

Em li vê derê, careka din navekî bibîrxin ku me di beşê derbasbûyê yê vê xebatê de gava behsa kuştina Suleyman Şah ya di sala 1086-ê de di şerê li hember Tutuş de li devera Antaqya û Helebê kir, me behsa wî kiribû. Îbnî Bîbî û Yazicizade Alî behsa wî navî kiribû; Mende Beg/ EmîrMende yê ku hê ji Toqadê tevî emîrên din, li gel Suleyman Şah bû, mil bi mil pê re diket şeran û gava Suleyman Şah hat kuştin kurê wî Qilicarslan li gel mîrên din li ser text danî. Mend Begê ku Şeref Xan û Mende Beg/Emîr Mende yê ku Îbnî Bîbî û Yazicizade didin, bi qenaeta me her eynî nav in. Li gor zanînên di dest de helbet têrê nake bê îdîa kirin ku eynî şexsiyet in. Çimkî Mend Begê ku Şeref Xan bahs dike li gel tarîxeka hê piştretir; ya bi kêmasî qirnek piştre ye ku Eyubî bûbûn împaratorî. Lê herdu nav eynî ne. Bi mane û balkêş e, her wiha nîşaneka giring a şopbiriyê ye ku ev herdu kesayetî di her eynî deverê de derketine ser sahneya tarîxê, ji wê derê ber bi bakur ve çûne.

Helbet Menteşayê kurê Hacî Bahaddînê Kurdî û ev herdu Mend jî kesayetiyên cuda ne. Menteşa gelek piştî wan jiyaye. Lê ev ji bo me wê yekê jî derdixe ku gava hê Menteşa derneketibû ser sehneya tarîxê, navên Mend û Menteşa li nav Kurdan berbelav bûn, heta xanedaniya Mendan pêkhatibû û vê xanedaniyê li deverên Antakyayê, Kilîsê, Meraşê, Helebê û Hemayê serwerî dikir. Şaxs dikarin ne yek bin, lê bi hêsanî mimkin e ku bapîrên wî mîrê ku li başûrê rojavayê Anadoluyê, li Egeyê derket meydanê û dewleta Menteşayî danî,bapîrên wî yên ku hê pêşdetir li Sêwasê serwerî dikirin di demên berêtir de Elbistan û hin deverên din ên wan deran îdare kiribin, heta ew ji eslê xanedaniya Mend bin, parçeyek ji wê bin.

Li gor zanîna me pêşkêşkirî, ew encamên ku em gihîştinê ev in; eslê gotina Menteşa ‘Mend/e’ e. Mend/e di destpêkê de bi asta meqamê beg/mîrtiyê navê xwe daye naskirin; Mend/e Beg, Emîr Mend/e. Lê ku Mend/e Beg, bi rutbeya beglerbegiyê (mîrêmîran) dest bi serweriya li ser gelek eyaletan û mîrekiyan kir, bû Mend/e Şah.[29] Di xebata me ya bi navê ‘Amasya Bağımsız Kürt Emirliği’ (Emareta Kurd a Amasyayê ya Serbixwe) de me dît ku gava Hacî Qutlu (Kutlu) Begê kurê Emîr Bahaeddîn Kurd bû êmîrê Amasyayê navê Hacî Qutlu (Kutlu) Şah lê hat kirin. Me dît, Mend Begê ku Şeref Xan behsa wî dike, piştre bû mîrêmîranê (beglerbegîyê) hemû Kurdên ji Hemayê heta Meraşê, yanî bû ‘şah/xan’’.

Navê Mende Şah, bi demê re ku meşhûr buye, hatiye hezkirin, li derûdorên xanedaniyê hatiye hevgihandin û wekî nav li însanan hatiye kirin; Mendeşa[h]. Piştre bi demê re nav sivik buye guheriye ‘Menteşa’ . Ji xwe, Şeref Xan jî Şerefname gelek piştî van mîran, 1597-ê de nivîsîye. Di wê demê de îdî navê Mendeşah li her derê guherîbû bûbû Menteşa, di berhema wî de jî bi vî halê xwe yê sivikbuyî cih digire.

Navê Şeref Xan bi xwe jî di demen piştre de pêrgiyê guhertineka bi vî awayî buye. Navê wî Şeref (Şerefeddîn) e. Wî nîşana Xan-tiyê hê gava li Îranê bû, di dema Şah Tahmasp de gava bû mîrêmîran (beglerbegî) wergirtiye û ew wek Şeref Xan hatiye binavkirin. Lê piştre, di dema me de jî ev nav û nîşan hatine biyekkirin û wek navê Şerefxan li însanan hatiye kirin.

Di encamê de qenaeta me ew e ku li gor agahî û belgeyên pêşkêşkirî bi hêsanî meriv dikare bigihîje wê encamê ku xanedaniya Menteşayiyan Kurd e. Teb’ayên mîrekiyê, civakên bin serweriya xanedaniyê, wek hemû mîrekî û dewletên dema qirnê navîn li Mîrekiya Menteşa jî ji civakên xwedan etnîsîteyên cuda pêkhatibûn. Wek Misilman Kurd, Tirkmen, Moxol, Xwarezmî, Ereb û Faris, Ermenî û Rumên misilmanbuyî hebûn. Helbet Rum, Ermenî, Gurcî, Yahûdî, Suryanî-Asûrî, Latîn û Frenkên ji Rojava hatî jî hebûn.

Ev xanedanî, li Anadoluya rojava û navîn, di nav dewleta SelçûqiyEn Rûmê de bûn ku xanedaniyeka Tirkmen serwerê wê bû. Pirraniya emîr, beg, rêvebir, esker û eşîrên Tirkmen bûn, bi wan re di kefteleftê de bûn. Hê ji destpêkê de li gel zimanê xwe Kurdî, Farisî û Erebî, Tirkî, hetta Rumî di jiyana xwe ya rojane de bi berfirehî bikar anîne, ev bi asanî dikare bê fikirîn. Ew bi van zimanan, civakên ji kultura van civakan heşirneşir bûne. Bi taybetî di dema serdestiya Osmaniyan de ku zora hemî mîrekiyên deverê bir û ew kirin beşek ji xwe, bi taybetî ku bi giştî dev ji Farisî û Erebî hat berdan, endamên xanedaniya Menteşa jî pirtir bi derûdorên rêvebir ên Osmaniyan re û bi Tirkan re entegre bûn.

Lê qasî ku em tê digihîjin, heta salên destpêkê ên Cumhuriyeta Tirkiyeyê Kurdîtiya xwe zanîne, beşeka giring a wan, bi taybetî tebeqa rêvebir, zimanê xwe jibîr kiribin jî eşîrên kurd ên ser bi wan ve û Kurdên wan ên cîwarbuyî Kurdî jibîr nekirin,e di jiyana gundewarî û nîvkoçeriyê de Kurdiya xwe bikaranîne.

Di rojên me yên nuha de jî, li Anadoluya rojava û navîn beşekî giring ê nifûsa ku bi Kurdî diaxive ji wan Kurdên wê demê ne. Yên ku îdî bi Tirkî diaxivin jî zanin ku bi eslên xwe Kurd in. Lê ji bo ku li ser dîroka wan, xebatên ciddî yên ilmî tunene, gelek caran agahiyên ji guhan bihistî didin, dîroka yên cara pêşîn hatî û yên piştre bi pêlên cuda yên koçberî û sirgûnan hatî tên têkilhevkirin, nezanînê perdeya xwe vegirtiye ser vê diyardeyê.

Riataza

[28] ] Şeref Han, Şerefname Kürt Tarihi, Ant Yayınları, 1971, İstanbul, r. 248-249.

[29] Gotineka bi maneya meqam rutbe ye eslê wê Îranî (Farisî, Kurdî) ye.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev