Rola dengên kurdan di Hilbijartinên Tirkiyê de

Rola dengên kurdan di Hilbijartinên Tirkiyê de

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 40

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 40i ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê, zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemû parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.



Guhdaren delal, rojek ma bo hilbijartinên parlamento û serokatiya Komara Tirkiyê yê 24-ê hezîranê. lepirsînên sosîalojî didin zanîn ku alîgirên Erdogan ber bi kêm bûnê ve diçin, jiber hin sedemên weke, berdewamiya rewşa awarte, pirgirêkên aborî û zextên li ser partiyên siyasî yên opozîsyon. Kurdên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di hilbijartinên îsal de rolekî girîng dibînin. Tê pêşbini kirin ku HDP li piraniya navçeyên Kurdî dengên herî zêde bidest bixe, lê hilbijartinên derbasbûyî jî diyar kir ku dengên AK Partiyê jî li wan navçeyan ne kêm in. Çavê AK Partiyê û Recep Tayyip Erdogan jî li wê yekê ye ku hejmareke zêde ya dengên Kurdan bidest bixin. Ji ber ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê pirsgirêka Kurdan e û mirov dikare bêje ku hemû pirsgirêkên din yekser encama meseleya Kurdan e.

AK Partî ji sala 2002ê ve li Tirkiyê partiya desthilatdar e û di nava van salan de jî çend bûyerên mezin û rewşên cuda li Tirkiyê çêbûn. Ew Kurdên dengê xwe didin AK Partiyê, sedema wê bi wê yekê ve girêdidin ku hikûmeta Tirkiyê di serdema desthilata AK Partî de çend projê li Bakûrê Kurdistanê cîbicîh kirine. Lê di sê salên borî de hikûmeta Tirkiyê ya bi serokatiya AK Partiyê çend pêngav avêtine ku wek dijayetiya Kurd li sê parçeyên Kurdistanê tên dîtin. Di sala 2015an de, Erdogan bi sebeba destpêkirina çalakiyên PKKê prosêya çareseriyê bidawî anî û piştre şer û opêrasyonan li çend navçeyên Bakûrê Kurdistanê destpê kir û çendik operasyon û pêngavên dijwar jî dijî serokati û parlamenterên HDPê hatin avêtin. Herwiha piştî referandûma Başûrê Kurdistanê peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê wek berê neman û çend pêngav jî dijî Herêma Kurdistanê avêtin. Li Rojavayê Kurdistanê jî hêzên Tirkiyê dest danîn ser Efrîn. Li gor şirovekarên siasî, Kurd di dengdana 24ê Hezîranê de wan pêngavan ji bîr nakin.

Hilbijartinên Tirkiyê û rewşa siasî ya berî hilbijartinên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê mijara bernama “Civak u Seyaset” ya radyoya Ria taza bû, ev mijar bi mêvanê bernayê şirovekarê siyasî, rojnamevan , parêzer, endamê Meclîsa TEVKURD’ê birêz Îbrahîm Gûçlû re hat gotûbêj kirin.

Birêz Îbrahîm Gûçlû ra ji stûdyoya radyoya Ria taza li bajarê Amede yê Bakûrê Kurdistanê , em bi radîotêlêfonê hatin girêdan

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên seyasetmeder, rojnameger, hiqûqzan û nivîskarekî kurd birêz Îbrahîm Gûçlû bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev