BARZANÎ LI ÛZBÊKISTANÊ

BARZANÎ LI ÛZBÊKISTANÊ

Me di 141 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê nivîseke ji berhema profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan yên bi sernivîsa Barzanî li Ûzbêkistanêraberî we bikin, ku me ji pirtûka wî a zanyarî ”Merivê efsaneyî” ji rûsî wergerandîye kurdî.

Em dixwezin xwendevanên xwe hayadar bikin ku ev pirtûka delal bona çapê amade ye, wê zûtirekê bê weşandinê.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 142

 

Di tebaxa sala 1948an da barzanîyan bi komên biçûk va li trênan siwar kirin û berê wan dane Ûzbêkistanê.

Hilbet, di karê şandina desteya Barzanî li Ûzbêkistanê M. Bagîrov roleke mezin lîst, lê piranî ew cîguhastin bi helwesta Moskvayê di hindava kurdan û sîyasetmedarên wê yên mezin va girêdayî bû.

”Di destpêkê da, dema di fikira Krêmlê da hebû hukumê xwe li ser Îranê bide xurtkirinê, kurdan ji sînor dûr ne dixistin; paşê hatine bawerkirinê, ku Îran ji dest wan çûye, wê demê kurd pişt guhê xwe va avêtin. Gerekê çareyek ji wan ra bidîtana û biryar kirin wana ji Kavkazê dûr bixin, bişînine Asîya Navîn”.

Bi biryara Şêwra Wezîrên YKSS ya 9ê tebaxê sala 1948an desteya Barzanî bi temamî ji navçeya Bekûyê birine ser axa KSS Ûzbêkistanê, û ew li barêgeha berê ya Wezîreta Karên Hundur (hêwirgeha Vêrxnê-Komsomolskaya) ya riya hesin ya Taşkendê bi cî kirin.

Piştî çend mehan, di dawîya sala 1948an M. Barzanî (bi daxweza wî a bi israr) ji alîyê Sêkrêtarê KM PK (p) ya Ûzbêkistanê Û. Yûsûpov da hate qebûlkirin û jê ra nerazîbûna xwe ya berk got derheqa rewşa desteya xwe da û hîvî kir alî wî bike rastî Stalîn bê bona derheqa rewşa gelê xwe û planên xwe da jê ra bêje.

Mustefa Barzanî herwiha hîvî ji Yûsûpov kir 5 zabitên desteya xwe bo xwendinê bişîne Dibistana Taşkendê ya Partîyê, perwerdeya leşker û zabitên desteya wî bide teşkîlkirinê, bona ew fêrî karê balafirajotîyê, tankîstan û hwd bibin. Di dawîya sohbetê da Barzanî di ser gotina xwe da zêde kir, ku eger destûra wî nedin here Moskvayê, ewê xwe bikuje.

Hîvîkirina Barzanî nehate pejirandin. Her tişt wisa bû, ku kurd ketine rewşeke xirabtir. Di wan rojan da, dema Barzanî bi hêvî li benda nûçeyên dilxweşîyê bûn ji serokatîyê, li Moskvayê bo wana sirgûnkirineke nû ya li xerîbîyê amade dikirin. Ji belgeya giring ya wê demê – nameya S. Krûglov bo Stalîn helwesta dûrnedîtî ya serokatîya Sovyet di hindava kurdan da xuya dibû:

”Wezîreta Karên Hundur ya YKSS ser wê bawerîyê ye, ku baş dibe desteyên kurdan ji hev bixin û wana beş-beş bikin, bişînine kûraya navçeyên KSS Ûzbêkistanê, ku kurd nikaribin bi hev ra bikevine nava pêwendîyan û M. Barzanî û hogirên wî nikaribin bi kurdên li çend welatan belavbûyî ra pevgirêdanan saz bikin û tesîr li ser wan bikin. Desthilata warên kurd lê dimînin mecbûr bikin kurdan bikine nava karê malhebûna gund û senaya komarê. Kontrolkirina wan daynine li ser dayîreyên Wezîreta Karên Hundur ya Ûzbêkistanê. Ev pêşnîyar bi hevalê Yûsûpov ra.

Hevalê V.M. Molotov bi pêşnîyara Wezîreta Karên Hundur ya YKSS ra razî bû.

Ez hêvî dikim biryara xwe bidin.

Wezîrê Karên Hundur yê YKSS S. Krûglov.

Sibat, 1949”.

Gorî malûmatîyên paşdemê, Î. Stalîn bi pêşnîyara Wezîreta Karên Hundur ya YKSS ra razî bû. Desteya Barzanî zivistana sala 1949an ji bingehê va ji hev xistin.

Karmendên Sovyet planeke xapînok ya sirgûnkirina barzanîyan amade kiribûn. 13ê adarê sala 1949an gênêralê Sovyet hate Taşkendê, ji Barzanî ra got ku ferman heye wî bi balafira taybet bibine Moskvayê, li wir ewê rastî Stalîn û rêberên YKSS yên din bê. Hêvîya barzanîyan çê bû, ku rewş ber bi başîyê va diçe.

”Lê balafir ne ku berê xwe da Moskvayê, lê firî bajarokê li rex kenarê Behra Aralê”[1], ku dişibîya sirgûnkirinê”. Piştî wê barzanîyên din bi komên biçûk va belayî warên cuda-cuda yên Ûzbêkistanê kirin.

Casûsên Sovyet û karmendên Wezîreta Karên Der planeke wisa bêbext amade kiribûn, ku ne tenê haya komeke ji nûnerên hogirên Barzanî ji qedera komên din tunebû, lê di ser da jî di destpêkê da nizanibûn ka ew li ku ne.

Mesûd Barzanî li ser bingehê bîranînên nûner û dîtindarên Barzanîyan dinivîse: ”Di paşdemê da eşkere bû, ku her komeke Barzanîyan biribûne qişleyekê, li wir ew di bin çavdêrîyê da bûn. Di kolxozan û senayê da kar dabûne hemûyan. Rewş wisa bû, weke ku ew bi karên giran va dabûne cezakirin. Li wwana qedexe kiribûn ji hevdu ra binivîsin, zordestî li wan dikirin. Şert pir giran û nemirovane bûn”.

Bi vî awahî, sala 1949an şervanên kurd kirine çend kom û li van waran bi cî kirin: li herêmên Ûzbêkistanê yên Samarkendê – 80 kes, Bûxarayê – 57 kes, Taşkendê – 200 kes, herwiha deverên Namanganê, Andîjanê û Fêrganayê.

Mela Mustefa bi xwe şandine navçeya Mûynakê ya Karakalpakîyayê û di bin çavdêrîya komêndatûra Wezîreta Karên Der di sovxozeke pembu da karê terezûvanîyê dane wî…

Halê nemir-nejî, ku kurdên azadîhiz ketibûnê, ji bo wan tiştekî tehmûlnekirinê bû, lê gorî qanûnên Sovyet ew rewşeke normal bû, lê desthilatê tam jibîr kiribû, ku gerekê qedirê merivan bê girtinê.

Ne dihîştin Barzanî seredana hogirên xwe bike, ji ber ku kurd gerekê di bin kontrola dîwana Sovyet da bûna, lê ne rêberê xwe, û ewana gerekê ji ”rastîya sosîalîstîyê” dûr neketana. Deshilatê hewil dida bi her awahî pevgirêdana di navbera kurdan da ji hev bixe, bona bikaribe hukumê xwe li ser wana bi kar bîne. Lê aqilmendîya rêberîyê ya Barzanî rê ne dida ew daxwez pêk bên. Kurdan tevaya wan salan xwe li rêberê xwe girtiibûn û bi êginî himberî her hewildaneke casûsan ku bikevine nava wan, ber xwe didan.

Barzanî û şervanên wî destpê kirin bi aktîvî derketine dijî sirgûnîyê û belakirina wan li ser navçeyên cuda-cuda yên Ûzbêkistanê. Bi dehan name ji serokatîya Sovyet ra şandin û tê da daxwez dikirin, ku tevaya desteya wan li cîyekî be û qewlên wan yên sosîalî bêne başkirinê. Li Moskvayê girêva kurdan ya 72 sietê minaqeşe dikirin, ku di Yekîtîya Sovyet da bûyereke nebînayî bû. Di dawîya meha tebaxê sala 1951ê da biryar hate qebûlkirin ku kurdan ji warên sirgûnîyê vegerînin û şertên jîyana wan bidine xweşkirinê.

Polîtbyûroya KM PKH (p) 5ê cotmehê sala 1951ê biryar qebûl kir derheqa qedera kurdên Îraqê li YKSS, ku tê da dihate destnîşankirinê: “Lazim e koma kurdên Îraqê, ku li 6 herêmên KSS Ûzbêkistanê dimînin û jimara wan 483 kes e û Mela Mustefa Barzanî serokatî li wan dike, cîguhastî navçeyekê an jî du navçeyên herêma Taşkendê bikin. Bispêrine sêkrêtarê KM PK (p) ya Ûzbêkistanê hevalê Nîyazov ku li karxaneyên Wezîreta senaya xurek kar bidine kurdên Îraqê û pirsên xanîyên wan yên bo jîyanê çareser bikin; hemû mecalan saz bikin bona pirsên wan yên aborî û tundurustîyê bidine xweşkirinê, di nav wan da karê sîyasî-perwerdeyê û çandî-ronahîdarîyê geş bikin, herwiha wana fêrî têknîka malhebûna gund bikin. Bona pêkanîna vê biryarê bersîvdarîyê daynine ser Wezîreta Dewletê ya Aramîyê ya YKSS û di nav kurdên ji koma Mela Mustefa Barzanî karê anegor bikin”.

Dest bi pêvajoya vegerandina kurdan ji sirgûnîyê ber bi herêma Taşkendê bikin. Di îlona sala 1951ê da balafira taybet rêberên desteya Şêx Suleyman û Esed Xoşewî ji Mûynakê anî rex kenarên çemê Aralê. Cîguhastina kurdên din heta dawîya meha çirîya paşin sala 1951ê derengî ket. Li rex bajarê Taşkendê xanî dane Barzanî[2], kurdên dinê li bajarê Brêvskê bi cî kirin, ku 50 kîlomêtran dûrî Taşkendê bû. Hemû jî piştî bêrîkirina du salan şa dibûn, xwesma bo vegera Barzanî, behsa rewşa hevdu û berxweketinên xwe dikirin. Destûra xortan dan bikevine xwendinxaneyan û dayîreyên xwendina bilind. Piranîya kurdan ketine nava karê malhebûna gund, rewşa wan ya sosîalî her diçû xweştir dibû.

Şervanên Barzanî sala 1952an bi tevayî berevî hêwirgeha Almazarê, herêma Taşkendê kirin. Gelek şervan li vira bi jinên rûs û teter ra zewicîn.

Bavê xudanê vê pirtûkê, aqilmendekî kurdan yê binavûdeng, Zîyo Bedirxan, gelek caran behsa rasthatinên xwe bi barzanîyan ra kirîye, ku li rex Taşkendê diman, û herdem jî bi dilgermî ew bîr dianîn. Berî 60 salan Zîyo Bedirxan bi riya dostekî xweyî kurd bi çend hogir û hevalbendên Barzanî ra bû nas. Ew rasthatin heta-hetayê di bîra wî da ma, wek bîranîneke here xweş di jîyana wî da. Bavê xudanê vê pirtûkê nikaribû helwesta wan a germ û dilvekirî di hindava merivan da ji bîr bikira. Ji wan kesên mêrxas û cwebexş paqijî û dilxweşî dibarî, û ew helwest tesîreke mezin li ser Zîyo Bedirxanê genc kirîye.

Gênêralê Dayîreya Aramîya Dewletê û înstrûktorê beşa Navnetewî ya KM Mançixê P. Sûdaplatov di pirtûka xwe da destnîşan dike: ”Di adara sala 1952an da ez şandime Ûzbêkistanê bona ez li warê nêzîkî Taşkendê rastî Barzanî bêm, bona çareserkirina pirsgirêkên ku serî hildabûn. Helwesta desthilata cî di hindava kurdan da ji Barzanî ra dest ne dida. Ewî ji Stalîn hîvîya alîkarîyê kiribû û de`w dikir, ku sozdayînên berê dayî bêne pêkanînê. Ewî wek berê dixwest desteyên kurdan yên şervanîyê bêne sazkirinê. Barzanî herwiha dixwest hukumê xwe li ser hogirên xwe, ku li dora Taşkendê hatibûne bicîkirinê, biparêze”.

Plana min a ku min bi sipartina wezîrê nû yê Aramîya Dewletê Îgnatyêv amade kiribû, bo wê yekê bû, ku ji kurdan desteyên taybet amade bikin – di her desteyekê da hezar pêncsed kes – bona pêkanîna opêrasyonan li Rohilata Nêzîk. Wana dikaribûn wisa jî bo ji text avîtina desthilata Nûrî Seîd bi kar banîyana, ku wê tesîreke xirab li ser [rewşa] îngilîsan li tevaya herêma Rohilata Nêzîk bikira: Kurd gerekê herwiha di planên me da jî roleke aktîv bilîstana, ku girêdayî bû bi pirsên ji holê rakirina lûleyên neftê li Îraqê, Îranê û Sûrîyê, dema ji nişkêva dest bi şêr bibe an jî gefa li me bixun, ku wê bi çeka atomê êrîşî li ser YKSS bikin.

Barzanî got ku ew razî ye peymana derheqa hevkarîyê bi desthilata Sovyet ra girêde bi şertê ku kefîltî hebe em Komara Kurdistanê damezirînin. Min guh da Barzanî û gotê, ku minaqeşekirina peymaneke wisa ji karê min der e. Lê em derneketine dijî damezirandina hukumeta kurdan li dervayî welêt.

Di nîsana sala 1952an Barzanî bi neferên mala xwe û hevalbendên xwe ra di kolxozeke mezin ya li rex Taşkendê bi cî bû. Li Moskvayê hate biryarkirin ku statuya herêma otonomîyê wê bidine kurdan. Sipartine Wezîreta Aramîya Dewletê kurdan fêrî karê leşkerîyê bikin û alîkarîya wan bikin bona ew bi hemwelatîyên xwe yên derva ra pêwendîyan û pevgirêdanan saz bikin».

Riataza

[1] Sîyaseta derewkar ya dayîreyên Sovyet yên aramîyê, di dawîya sala 1998an da dubare bû, vê carê di hindava rêberekî kurdan yê dinê – Abdullah Ocalan, ku bi mêvanî hatibû Rûsîya dêmokrat. Dîwana Rûsîyayê soz dabû rêberê PKK bi daxweza wî bi xwe ser riya Ermenîstanê ra bişînine Kurdistanê. Lê balafir wî bire ne ku Rewanê, lê bire Tacîkistanê, li baza Rûsîyayê ya leşkerî, li wir Ocalan zêdeyî heftêyekê wek dîl (Binêre: Hejar Eskerov. Gulnar û Ocalan, rojên Ocalan li Moskvaê.- Stembol, 2005. – Rûpel. 181 (bi zimanê tirkî). 

[2] Karmendê dayîreya Aramîyê ya YKSS V.N. Ûdîlov di pirtûka xwe a bi sernavê ”Bîranînê casûsekî” da dinivîse: «Hêwirgeheke dervayî bajêr ya Şêwra Wezîran ya KSS Ûzbêkistanê, ku li warê Kîbrayê, 15 kîlomêtran dûrî Taşkendê bû, dane Mela Mustefa.».

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev