Pirsa we û bersîva me – 88

Pirsa we û bersîva me – 88

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Gelek caran ji malpera me tê xwestin ku em ne tenê berhemên nivîskar û rojnamevanên kurdên Sovyet, jînenîgarîya wan biweşînin, lê herwiha dixwezin bi jîyana wan a şexsî ra jî pê bihesin, xwesma derheqa wê yekê da ka di sîstêma sosîalîst a Yekîtîya Sovyet da çi bûyerên giring di jîyana wan da bûne.

Ji ber ku nivîskarên kurdên Sovyet gelek in û bûyerên balkêş yên di jîyana wan da bûne jî gelek in, emê her carê behsa yek an du nivîskarên xwe bikin. 

 

Pirs: -Gelo çi bûyerên şexsî di nav jîyana nivîskarên kurd yên Sovyeta berê da bûne?

 

Bersîv: -Em îro wek bersîva pirsa we behsa wan bûyeran bikin ku di jîyana dîrokzan-akademîsyen Şekroyê Xudo Mihoyî û nivîskar Etarê Şero da qewimîne.

 

Şekroyê Xudo û civat 

Zanyarê kurd yê bi nav û deng, akadêmîk Şekroyê Xudo gelek salan bûye sêkrêtarê giştî yê teşkîleta partîya komûnîstîyê ya Înstîtuya Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Ermenîstanê. Di civateke teşkîletê ya pirmirov da gelek qalme-qalm çê dibe û yekî ermenî bê hemdî xwe dibêje:

-Ev çiye, we civata me kirîye bazara kurdan?!

Şekroyê Xudo jî li ber xwe nade, radibe û dibêje:

-Heyran, di nav van çend sed mirovî da yê kurd tenê ez im û dengê min jî qet derneketîye. Tê wê maneyê, ku ev ne bazara kurdan e, lê bazara ermenîyan e!

 

Etarê Şero û helbestvanî

Helbestvan Etarê Şero çend helbestên xwe ji redaksîyona rojnama “Rya teze” ra dişîne. Serwêrê parê jî bersîva wî bi nameyê dide, dibêje, ku helbestên wî nayêne çapkirinê, ji ber ku sist in. Etarê Şero jî êge û çend burxa tîne redaksîyonê, ji serwêrê parê ra dibêje:

-Min eva ji we ra wek hedya anîye!

Gava jê tê pirsîn, ku ewê çi ji wana bikin, ew wa bersîvê dide:

-Burxe bona wê yekê ne, ku hûn helbestên sist bişidînin, lê êge jî bona wê ye, ku hûn helbestan şimşat bikin. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev