LI SER PEYVIKÊN “SERSAXΔ Û ”SERXWEŞÎ”YÊ

LI SER PEYVIKÊN “SERSAXΔ Û ”SERXWEŞÎ”YÊ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Çendî ku min li ser peyvika SERSAXÎ û SERXWEŞIYÊ di gotara xwe ya bi tarîxa 04/ 11/ 2014 û ya 06/ 08/ 2015an de agahdarî daye, lê dîsa jî biraderek bi navê Metin Eser ji herêma di navbera Dêrsîm, Çewlik û Hamirpêtê de xwestiye ku dîsa li ser panpeyvan agahdarî bidim. Birader weha gotiye:

”Li ser malperên Kurdî û hin kesên di nava civakê de pirr nas “ser saxî” tê xwestin, nizanim çima lê ev yek bo min xerîb e. Eger gotareke te li ser vê meseleyê hebe, dibe ku min nexwendibe, ji kerema xwe ji min re bişeyne.”

SERSAXÎ: Dema kesek dimire û laşê wî/wê li goristanekê dispêrin axê, piştre mirov diçin ba malbata yê mirî û li ber dilê kesên wî didin. Navê wê çûnê “serxweşî” ye, xelk dibêje: “Em ê herin serxweşiya filankeso.”

Di Toreya Kurdî de ji bo vê yekê du pêngav hene:
Yek “serxweşî” ye, ya din jî “sersaxî” ye.
Yanî tu diçî serxweşiyê, lê dema gehayî cem merivên ê mirî, tu sersaxî didî wan.

 

DI TOREYA KURDÎ DE ”HEWARΔ Û “ŞÎN”

Di Toreya Kurdî de HEWARÎ û ŞÎN cihekî pir girîng wergirtine û her kurdek bi bêgavî serjêriya van du zagonên nijadî dike û tiştê dikeve aliyê hemwelatiyan bi cih tînin.

Çewa ku mirin li nêv hemû neteweyan, herweha di nava hemû ganiyan de zagona jiyanê ye, li nêv Neteweyê Kurd jî her wisan e.
Dema kurdek dimire, nas û dost û cîran du car diçin mala yê mirî. Cara pêşî diçin HEWARÎyê, piştre dema ku mala yê mirî ŞÎNa xwe vedigirin duyem car diçin SERXWEŞÎyê.

 

HEWARÎ:
Dema kurdek dimire, li Kurdistanê pir zû xebera mirinê belav dibe. Çi kesê ku seh dike, pêre pêre diçe ba kesên yê mirî, li wirê dimîne heta ku laşê yê mirî li goristanê dispêrin axê.
Peyva HEWARÎ ji gelek tiştên dî re jî tê gotin: Dema talanê gundekî diçe, gundên ciran diçin alîkariya wî gundî. Dema belayek siqûmat û bobelatek li yekî rûdide, ciran diçin alîkariya wî kesî û hwd. Dibêjin hatin HEWARa me û ji wan kesan re jî HEWARÎyên me tê gotin.

 

ŞÎN:
Piştî ku mirî hate veşartin, îcar xelk diçe mala yê mirî û li ber dilê wan digerin, ji êşa wan re dibin hevpar.
Ji vê re VEGIRTINA ŞÎNÊ tê gotin.
Şîna ji bo mirî, bi hindikî sê roj in, lê belê li gor nirxmendiya mirî ev roj li hin deveran zêde dibin heta 40 rojî jî didomîne.

 

SERXWEŞÎ:
Kesên ku diçin mala yê mirî, ji wê çûnê re SERXWEŞÎ tê gotin, ango çûne serxweşiyê.

 

SERSAXÎ:
Kesên ku çûne SERXWEŞÎyê jî, îcar li mala yê mirî SERSAXÎ didin kes û xizmên yê mirî.

Bi kurtî: Kesên mirî ŞÎN vedigirin. Kesên ji bo ŞÎNê diçin mala yê mirî, jê re çûna SERXWEŞÎyê tê gotin.

Di SERXWEŞÎyê de, ji bo liberketina mirî, SERSAXÎ tê gotin (dibêjin SERÊ WE SAX BE…)

Yanî malbata filankeso Şîn vegirtine, meriv ji bo Serxweşiyê diçe wê malê, dema meriv dighîje wirê, meriv sersaxî dide kesên mirî.

LI GOR TOREYA KURDÎ, HETA KU ŞÎN BIQEDE, GUNDÎ Û CÎRAN NAHÊLIN KU XWARIN DI MALA YÊ MIRÎ DE ÇÊBIBE. Wek term weha hatiye gotin: ”Divê dû di kuleka mala yê mirî re dernekeve.”

Her maleke cîran, rojê sê car xwarin çêdike û dibe mala yê mirî, wê xwarinê didin kesên malê û yên ku hatine serxweşiyê.

MIXABIN HIN KURDÊN BAKÛR vê meselê ji tirkî wergerandine û cudatî naxin navbera SERXWEŞÎ û SERSAXIYÊ, hema ew ”başsagligi”ya tirkî kirine SERSAXÎ û bi kar tînin.

Bêguman hêja ye ku ciwanên me vê babetê ji xwe re bikin lêpirsîn û lêkolînên berfireh li serê bikin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev