Ferhenga Felsefeyê: Antîsthenes (B.Z. 444-365)

Ferhenga Felsefeyê: Antîsthenes (B.Z. 444-365)

Ali Gurdilî, lêkolîner

Berî Zayînê di navbera salên (444-365) an de jiyaye. Damezranerê Xwendegeha Kinikê û damezranerê Kinîzmê ye. Antîsthenes fîlozofekî yewnanî ye. Di destpêkê de şagirdetiya Gorgîasê Sofîst û piştre jî, şagirdetiya Sokrates kiriye.

Piştî Sokrates, xwendegeha xwe ava kiriye û ya Sokrates, ji xwe re wekî fîlozofê rêber dîtiye. Peyva ‘Kinik’ ji peyva ‘Kyonê’ tê, ku peyveke yewnanî ye.

Li gor bîr û baweriya Antîsthenes tiştê girîng, erdem e û erdem jî bi zanyariyê bi dest dikeve û rewşeke wisa ye ku meriv dikare bibêje ku ev rewş besî xwe ye. Mirov divê bikaribe xwe ji hemû pêdiviyan rizgar bike û bi tenê xwe bispêre xwe. Di vê xalê de azadî, ji hemû pêdiviyan û ji gurzên civakî xwe rizgarkirin e.

Di vê wateyê de ramanên Antîsthenes yên felsefi, rexnekirina nîrxên medeniyetê û nepejirandina wan diguncîne. Antîsthenes gellekî di bandora Gorgîasî de maye û di felsefeya wî de meriv dibîne ku gellek şopên Sofîzmê hene.

Di mijarên yekîtiya heyînê û têrênekirina danasînên me de, ramanên wî gellekî nêzîkê nêzîkayîtêdana Gorgîasî e. Zanayî, peyvên binavkirina heyberan (nesneyan) e û darazên me jî, bi tenê kombûna van peyvan e. Di vê xalê de ramanên wî ji ramanên Platon cuda ne, ku Platon têgehan weke tiştên rasteqîn didît û zêdetir wekî ramaneke nomînalîst e. Li gor baweriya feylesof armanca jiyanê, berxwîdarî ‘endaimonia’ ye û ev yek jî, encax bi erdemê dikare pêk were. Erdem jî, zanyarî ye. Ango, besbûna ‘ji xwe re ji xwe re’ a mirov e.

Di vê wateyê de erdem, azadiya rih e yan jî, azadiya ruhî (giyanî) ye. Tendûristî, delalî, navdarî, şeref û namûs tiştên çêkirî ne û divê meriv bi guman nêzîkê wan bibe. Hebe hebe meriv dikare bibêje ku encax dijberê van peyvan, di ramana ‘kinik’ de xwediyê wateyeke ne. Bêmilkbûn, bênavbûn, nehewcedarî, dûrketina delkên civakî yên ehlaqî, rê li azadiya mirovî vedikin û wiha dikin ku mirov, pêdivî bi ti tiştî naynin û dikevine rewşeke têra xwe.

Antîphenes di vê rexnekirina nirxî de, ne xwediyê nêzîkayîtêdaneke hedonîst (hezperest) de ye, beravajiya wê, bertekên mezin nîşanî hedonîzmê dide. Lewre xweşî (kêf), sebebê koletiya mirovî ye.

Ji bo armanca bextewariyê, erdem bi serê xwe tenê jî bes e û hewcedarî bi ti tiştekî din tune. Li gor Antîsthenes erdem, tunebûna xweşiyê û ji xwestekan xwerizgarkirin e.

Fîlozofên Kinikî, rasterast dijberê hemû tiştên ku di jiyanê de bi kêrî ti tiştî nayên, nin û tu meyla wan li ser van tiştan tune. Ev helwesta wan, wan kiriye dijberê medeniyetê. Kinîst ehlaqa ku heye, nîrxên civakî, ol, malbat û dewletê napejirînin û wan red dikin.

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Ali Gurdilî

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev