BÊLIMTE: GOVENDA FEQIYAN

BÊLIMTE: GOVENDA FEQIYAN

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Feqî yan Feqe, ji ”fiqh”a erebî derbasê nava kurdî bûye.
Kesên ku di Medreseya Kurdî de dixwînin jî, ji wan re zêdetir FEQÎ tê gotin.

Medrese cara pêşî li Hemedana paytexta Kurdistanê hatiye vekirin û demekurtek şûnde şaxên wê li piraniya bajarên Kurdistanê vebûne û Siltanê Kurd Selahedîn jî ew proje biriye Misrê û zanîngeha Zehrayê li wê gorê daye sererastkirin.

Feqe û Feqîtî bi pirtûka min bi navê Xwendina Medreseyê hatiye zelalkirin.
Li virê ez ê li ser leyztika feqiyan a bi navê BÊLIMTE rawestin:

Bihnvedana xwendekarên Medreseya Kurdî, roja pêncşemê piştî nivêja nîvro dest pê dikir û roja înê êvarê berî nivêja mexrebê diqediya.

Di wê demê de feqiyan kêf dikir, diçûn geştê kar û berx serjê dikirin û êvara înê piştî nivêja eşayê leyiztik dest pê dikirin.
Leyztikên wan pirtexlît bûn, gelek cûreyên leyztikan ên cuda hebûn. Lê ya herî balkêş û xweş bêlimte bû.

Gotina Bêlimte, yanî Daweta Feqiyan.

Çend navên Bêlimteyê yên cuda jî hene ku têne gotin, weke balûte, beylûte, bêlîte û bêrîte…

Ev texlît daweta Feqiyan, herwekî daweta normal ya gundiyan tê kirin; feqî dikevin milên hevûdu û qora govendê bi aliyê rastê ve diçe. Bi piranî Mîrê Feqiyan dikeve sergovendê û stran dibêje, yek an du kes lê vedigerînin.

Dema feqî govenda Bêlimteyê digirin, ji gundiyan an xelkê taxê kesek dî naçe nava wê govendê. Lê hin caran dersdarê wan, yan eger hebe axayê gund, hin caran jî sofiyên ku peyrewên Tesewufê ne, diçin guhdarî li wan dikin.

Dema feqî dikevin Bêlimteyê, gundî wisa bawer dikin ku ew govenda wan jî xêr û bereket e.   Heta hin caran hatiye gotin ku dema govenda Bêlimteyê çêbûye, ruhniyeke pirreng ji asîman xwe bera ser banê medreseyê daye.

Çend çûreyên cuda li gor stranên Bêlimteyê ku têne gotin hene û nikla govenda Bêlimteyê li wê gorê berdewam dibe. Kijan stran tê de bête gotin, bêlimtegêrî jî xwe li wê gorê dirihilînin û direqisin.

Di stranên govenda Bêlimteyê de gelek peyvên argo û erotîk jî hene ku têne gotin. Lê belê ew, bi peyvên wisa sergirtî têne gotin ku zêde kes fêm nake. Hinek jî ji wan peyvan, bi zimanê Erebî têne gotiun. Wek nimûne: Ji bo organa nêr a cinsî dibêjin Diranê Fîl, yan minara mizgeftê. Ji bo ya mê, dibêjin Bîra Kûr, yan jî navê wan organan bi erebî têne gotin.

Ji govenda Bêlimteyê zêdetir, gelek meselok û leqemokên pirtexlît jî hene ku ji aliyê feqiyan ve têne gotin.

Ev govenda Bêlimteyê, meselok û leqemokên erotîk, zêde li medreseyên şêxên Nexşebendiyan nedihatin gotin. Lê hin medrese hebûn ku ne di binê çavdêriya şêxên wisa de bûne, li wan pir dihatin gotin.

Hêja ye li ser vê babetê lêkolîneke berfireh bête kirin. Her şad û bextewer bin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev