BARZANÎ LI MOSKVAYÊ

BARZANÎ LI MOSKVAYÊ

Me di 142 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê nivîseke ji berhema profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan yên bi sernivîsa Barzanî li Moskvayêraberî we bikin, ku me ji pirtûka wî a zanyarî ”Merivê efsaneyî” ji rûsî wergerandîye kurdî.

Em dixwezin xwendevanên xwe hayadar bikin ku ev pirtûka delal bona çapê amade ye, wê zûtirekê bê weşandinê.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 143  

”Ez ne komûnîst im, ne jî dîktator im. Ez bawerîyê bi demokratîyê tînim û dixwezim ku miletê min ji aşîtîyê û azadîyê lezetê bibîne. Ez li benda wê rojê me, ku bikaribim alaya Kurdistanê li her çiyakî Îraqê, Îranê, Sûrîyê û Tirkîyê daçikînim”.

Mustefa Barzanî

Mustefa Barzanî dema behsa mirina Stalîn dibihîse (5ê adarê sala 1953an), biryar dike, ku êdî dema wî hatîye. Ew di meha nîsanê bi surî ji Taşkendê çû Moskvayê. Nasekî wî, binecîyê wir jê ra bilêta balafira Moskvayê peyda kir.

Bi gotina kurdan, dema Barzanî hate Moskvayê, yekser çû Krêmlê, hate ber dergehê Spasskîyê û li dêrî xist. Dema nobedar jê pirsî ”Tu çi dikî?!”, Barzanî bersîv da: ”Ev gelê kurd e li dêrî dixe!”. Barzanî yekser di ser da zêde kir: ”Ez Mela Mustefa Barzanî me, hatime pirsgirêka gelê zêrandî raberî gelê Lênîn û partîya wî bikim, çimkî ew herdem piştgirîya tevgera milî ya ji bo azadîyê kirîye”.

Ew heta zelalkirina pirsa nasnameya wî hate girtinê. Pey çend rojên lêkolînên hûrgilî ra merivekî seredana Barzanî kir û got ku ew birayê casûsekî Sovyet Pêtrov e, ku Barzanîyan di nîveka pêşin ya salên 40î ji hebisa Bexdayê revandibûn û azad kiribûn. ”Birê Pêtrov” piştî ku guh da Barzanî, soz dayê, ku alî wî bike.

Gorî lêkolînên rojnamevanê Sovyetî Yêvgênî Jîrkov, endamê Sedirtîya KM Nûrîtdîn Mûxîtdînov û sêkrêtarê KM Borîs Ponomarev bi Barzanî ra qise kirin. Barzanî got, ku ew ji bo her tiştî amade ye: ”Min li Îraqê jin û zarên xwe, birayên xwe û merivên xwe yên din hîştine. Di nava 11 salan da min ji wana tu xeberek ne sitendîye, haya min ji wana tuneye. Ez li rastîyê û azadîyê gerîyam. Ez hatime welatê we bona piştgirîkirina gelê xwe. Ez ji xwe ra tu tişt naxwezim. Niha ez careke din berê xwe didime PKYS û hukumeta Sovyetê alî me bikin bona em xwe ji zincîrên kolonîalîstîyê rizgar bikin. Ez amade me ji Yekîtîya Sovyet herime her welatekî din bona berdewamkirina tevgera xwe. Eger guh nedine daxwezên me, ez amade me jîyana xwe jî bidim. Li vira, li KM PKYS dibêjim, ku ez destbi grêva birçîbûnê dikim, ji ber ku tu rê ber min nemaye”. Soz dane wî, ku ”daxwezên wî wê bigihînine KM PKYS”.

Profêsor O. Celîl, ku sala 1958an li mala Mela Mustefa Barzanî ya li Moskvayê bû mêvanê wî û li rex Taşkendê, li navçeya Vrevê mehekê cem barzanîyan bûye, di gotara xwe a bi sernavê ”Rasthatinên min bi Barzanî û barzanîyan ra” da dinivîse:

”Hema wê rojê Barzanî cîguhastî mêvanxaneya ”Moskva”yê dikin, û firsendê didinê rastî nûnerên hukumetê bê. Dibêjin, ku Barzanî demeke dirêj bi Xrûşçov ra xeberdaye, wî bi baldarî guh daye Barzanî, soz daye alîkarîyê bide wî. Daxweza Barzanî ya sereke ew bûye, ku kontrola li ser şervanên wî bê hilanînê, rê bidine wan, ku bikaribin li tevaya welêt bigerin, bikaribin rastî hevdu bên û sohbet bikin. Ewî hîvî kir mecalê bidine gencên kurd ku li zaniştgehan û dayîreyên welêt yên xwendina bilind da bi meslekê xwe bixwînin, wana hînî karê leşkerîyê, balafirajoyan, topavêjan, tankîsatn û şervanîyê bikin, ku bikaribin têknîkayê bi kar bînin. Daxwezeke wî a din jî hebû: wana bişînine Kurdistanê. Ji daxwezan hema bêje hemû pêk hatin, xên ji amadekirina kadroyên leşkerî û şandina wan li Kurdistanê”.

Derheqa rasthatina Barzanî bi Sêkrêtarê sereke yê KM PKYS Nîkîta Sêrgêyêvîç Xrûşçov da malûmatîyên giring di pirtûka Mesûd Barzanî da hene, ku derheqa riya jîyana bavê wî da ne:

”Di dema yek ji rasthatinên bi N.S. Xrûşçov ra wî ji Barzanî xwest, ku ew derheqa hemû bûyerên ji destpêka hatina barzanîyan ser axa YKSS û heta hatina wî a li Moskvayê ji wî ra şiroveke.

Barzanî her tişt bi hûrgilî got, di dawîyê da ser da zêde kir: ”Min û hevalbendên min şerê heft dewletan kir, heta em hatin gihîştin Moskvayê”. N.S. Xrûşçov hîvî kir wan dewletan bi nav bike, û Barzanî da rêzê: ”DAY, Brîtanîya Mezin, Îraq, Tirkîye, Îran, Azirbêcan û Ûzbêkistan”.

N.S. Xrûşçov vebeşirî û got: ”Gelo we çawa dikir ku qedirê we digirtin, mesele Bagîrov?”. Barzanî ha bersîv da: ”Me hêvîya xwe danîbû li ser helwesta YKSS, ku herdem piştgirîya gelên bindest dikir. Di pêşengîya wan miletan da kurd bûn, lema jî me di çareserkirina pirsgirêkên gelê me da hêvîya xwe danîbû li ser YKSS. Piştî em hatine Sovyetê, em li Azirbêcanê û Ûzbêkistanê rastî helwesteke wisa hatin, ku dijî gotinên V.Î. Lênîn bûn. Welatekî ewqas mezin, weke ku YKSS e, nikare di hindava wan şervanan da, ku şerê împêrîyalîzmê yê bo azadîyê dikirin, helwesteke wisa nîşan bide, wek ku Bagîrov nîşan da. YKSS gerekê dengê wan bibihîsta”.

Xrûşçov got: ”Haya me ji gelek nameyên we hene, ku bi fermana Bêrîya ew veşartine. Ez ser wê bawerîyê me, ku ne we tenê zirar ji wê cerdê dîtîye, lê herwiha miletên din yên YKSS jî”.

Xrûşçov piştî rasthatina bi Barzanî ra, rewşa barzanîyan û helwesta di hindava wan da bi bingehê va guhêrî, astengên li ser riya wan hebûn, hatine hilanîn, wana êdî dikaribû bi awayekî azad ji warekî herine warekî din, Mustefa Barzanî seredana şervanên xwe û malbetên wan li Taşkendê kir. Pevgirêdanên Barzanî bi serokatîya YKSS ra bûne yên fermî û herdemî. KM PKYS Voloşîn kivş kir wek cabdarê pevgirêdanên bi Barzanî ra. Serdana Barzanî di sala 1953an da li Taşkendê bi Voloşîn ra ji yên berê dihate cudakirinê. Di balafirxaneya Taşkendê da serokên Ûzbêkistanê bi fermî çûne pêşîya wan.

104 kesên ji barzanîyan di Zanîngehên cuda da, di nav wan da yên Saratovê û Tambovê, Gorkovê û Îvanovoyê destbi xwendina xwe kirin. Li Taşkendê jî xwendevanên ji barzanîyan hebûn.

Barzanî bi xwe jî kete Akademîya ser navê Frûnzê û bi wê ra tevayî mamostayên Dibistana Partîyê ya Bilind ders didane wî, navê gênêralîyê sitend[1].

”Ev xwendin zanebûnên Barzanî yên têorîk dane firekirin, lê, hilbet, nikaribûn dinêdîtina wî biguhêrin, ku heta wî çaxî bingehê xwe yê xurt girtibû; ewî qedirê îdêayên sosîalîstî digirt, û ev yek di malbeta wî da jî wisa bû, lê tam dijî komûnîzma bi cûrê Sovyetî bû. Femdarî ye, ew wek dîplomatekî bêhempa, bawerîyên xwe di hindava sazûmana Sovyet da eşkere dîyar ne dikir, tenê ji kesên ku bawerîya wî bi wan heye, ji wan ra digot. Û tenê paşê, dema Barzanî wek rêberê tevgera kurdî dest pê kir hevpeyvîn dane nûçegihanên Roavayê, him dost, him jî dijmin dîtin, ku Barzanî qet ne mînanî ”melleyê sor” û ”Merivê Moskvayê” ye, ku heta wî çaxî ser wê bawerîyê bûn”.

Barzanî berî çûyîna ji YKSS[2] li Moskvayê dijît, lê şervanên wî – li Ûzbêkistanê. Li Moskvayê li ser kolana Novoslabodskîy xanîyê du odeyê dabûne rêberê kurdan (№ 125 di xanîyê 50/52 da). Erebeya dewletê kiribûne bin xizmeta wî, lê gorî hinek çavkanîyan ewî ew serdestî qebûl ne kir.

Xweşkirina şertên jîyanê piştî mirina Stalîn, şervanên Barzanî dilşad dikirin.

”Şervanên Barzanî ji wan rewac û serdestîyan baş karê diketin, ku li YKSS di hêla perwerdehê da didane wan. Zanebûnên bidestxistî û fêrbûna wan ya piştî dijwarîyan ji bo wan weke ku avilheyat bû”.

Şervanên barzanîyan, ku ji 17-18ê hezîrana sala 1947an hetanî sala 1952an li Yekîtîya Sovyet bûn û di tevaya wî wextî da li dû wan digerîyan û wana gelek zehmetî dîtin, lê dîsa jî derheqa mayîna xwe ya li YKSS bîranînên xweş cem wan man. Gotinên Serokkomarê Kurdistana Federal Mesud Barzanî, ku wî di dema hevpeyvîna bi rojnameya Rûsîyayê ya ”Îzvêstîya” da gotîye, weke ku hîsên barzanîyan tîne ber çavan: ”Barzanî û merivên wî 12 salan li Yekîtîya Sovyetê mane. Tu welatekî ne dixwest wê demê wana qebûl bike, lema jî tevaya gelê kurd wê herdem sipasdarê gelên YKSS a berê be”.

Riataza

[1] Barzanî li Akademîya ser navê Frûnzê bi naznavê «Mamêdov» hîn dibû – red.

[2] Barzanî 6ê cotmehê sala 1958an, piştî şoreşa 14ê temûzê, ku desthilata qiralîyetê û rêjîma mêlgira Roavayê ya Nûrî Sehîd hilweşandin. Hevalbendên wî 16/17ê nîsana sala 1959an ji YKSS vegerîyane welêt.

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. mamosta Tahîr

    Dest xweş mamosta bo vî babetê dîrokî rastî rojnameya we u me xizmeta herî mezin ji he mî alîyan pêşkêşî kurdan dika

Şirovekirin hatine girtin.