Ji nimûneyên zargotina me – 143

Ji nimûneyên zargotina me – 143

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûçilsisîyan me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê em beşa 4an, ango a dawî a berhemeke êpîkîyê ya bi sernavê “Kilama Al paşa” û “Kilama Memê” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl 

 

Kilama Al paşa û kilama Memê -4 

Wextê Qeretajdîn çev siyara ket, dîna xwe dayê hespê herda jî bozin, wê xudanêda qemer bûne. Hukumekî seferîyê zimrût kirî nav zilfêdaye. Anîn û dane destê Qeretajdîn. Wextê ewî vekir û xwend, fem kir, wekî eva ferwara mîrê Belgmixarêye, nivîsîye ser mîr Seydîn:

 

-Mîr Seydîn, nava bîst û çar sehetada ez ji te dixwezim donzdeh hezar eskerêd siyarî. Qeretajdîn û herdu birêd xwe sereskerî bin. Bi neqedandina vî hukumî, usane, serê te çû.

Mîrê Belg-Mixarê dîreka temam mîrê dinyayê bû. Qeretajdîn hukum hilda û vegerîya dîwana mîr Seydîn. Dîna xwe dayê – yek wê divê: “Minê qirkira”, yek divê: “Minê lêxista”. Qeretajdîn hukum da mîr û go:

-Han ji tera vî hukumî, idî paşê “qir dikin”, “lê dixin”, çi dikin, bikin.

Qeretajdîn dîsa paşda vegerîya, çû mala xwe.

Wextê mîr li hukum nihêrî, qudûmê wî şikest û gote Bekir, go:

Xwedê mala te xiravke, tu berêda gevezeyî, nepakî, tu dijminayê dikî orta me û wana. De, wekî Qeretajdîn û bira nîbin, ezê donzdeh hezar siyar ji ku peydakim? Kê ji mala xwe siyarbe? Dengê hersê şêra nav Cizîrêda neyê, lê wê çewa be? Serê min çû.

Bekir gote mîr, go: -Mîrê min, ez dizanim, Qeretajdînê mîrtîyê ji te bistîne. Were em herine mala wî, xwe bavêjinê, tu bêje wî, bê, wekî Zînê bûka weye, hûn razîne, ku bidine Memê, ez jî razîme. A hingê ewanayê qayîl bin.

Mîr û Bekir çûne mala Qeretajdîn, mîr usa jî gotê.

Qeretajdîn qayîl bû, gote mîr:

-De, tu keremke mala xwe, idî ew şuxulê mine.

Mîr û Bekir çûne mala xwe. Qeretajdîn û Çekan rabûn siyar bûn û nav Cizîrê gurzêd ataşî bar kirin, gotin:

-Herça xweyî hespe, sibê zû li meydana şêr hazir be.

Cindîyêd Cizîrê hinek şev jî ranezan, êvarda hatin meydana şêr sekinîn. Ne ku donzdeh hezar dîhar bûn, lê yanzdeh hezar top bûn. Sibê şebeqêda Qeretajdîn da ser Bekir, go:

-Gere tu eseyî mera bêyî, yanê na ezê serê te lêxim.

Bekir çiqas xwe ba kir, lavayî kir, axir ew jî tev esker çû. Lê Qeretajdîn tembî da xatûn Perîyê, go:

-Miqatî Memê be, heta ez vegerîyam, emê dewata wî û Zînê bikin.

Esker çû. Bekir rêva xwe avîte Erfan û Çekan, go:

-Îzina min ji Qeretajdîn bixwezin, ez vegerim. Ez merîkî bê rativim, xêncî wê yekê, idî Zînê jî dergîstîya Memêye, ezê çi geveztîyê bikim.

Ewana teherekî îzina Bekir xwestin, Bekir vegerîya mal. Bekir çû cem mîr, dîna xwe dayê mîr wê tenê dîwana xweda rûniştîye. Ewî gote mîr, go:

-Mîrê min, tu çira tenê rûniştîyî? Yekî mîna Memê Ala zevê teye, gazîkê bira bê cem te, tu û ew hevra xeberdin, bira bîna te jî derê.

Mîr gazî Memê kir û anî cem xwe. Xwera xeberdan, qise kirin. Sekinî, Bekir got:

-Mîrê min, hûn du maqûlin, xwera tiştekî bînin pê bilîzin. Serda mijûl bin, bira bîna we derê.

Ewana kişik anîn û destpê kirin. Bekir go:

-Hûn du hakimin, gerekê hûn bi şert kişik bilîzin.

Mîr go: -Emê ser çi bilîzin?

Bekir go: -Ezê gilîkî bêjim, lê gere hûn qebûlkin, go, wekî mîr bir, emê şamdilxwez hesabkin, lê wextê Memê ji mîr bir, emê sibê Zînê siyarkin, bivine mala Qeretajdîn peyakin, heta ew tên.

Mîr jî, Memê jî gilîyê Bekir qayîl bûn. Ewana destbi kişika kirin. Ê, ne ku mîr, wekî ezrahîl jî bihata, nikaribû kişik ji Memê bibira. Memê nehişt mîr çevê xwe veke.

Bekir çû cem qîza xwe, go: -Lawo, tu remilê bîne, veke, ka axirîya Memê û mîr wê çawabe?

Ewê remil vekir, go: -Bavo, wekî tu Zînê nebî pêş çevê Memêva nedî sekinandinê, mîr wê cem Memê bibe mîna zarekî. Lê wextê Memê li Zînê binihêre, ewê xwe şaşke, mîrê ji wî bibe.

Bekir zû-zû çû cem Zînê, go:

-Zînê, were dîwana mîr. Mîr û Memê kişik dilîzin, wexta Memê ji mîr bive. Şertê wan jî ewe, wê sibê te siyarkin û bivin ji Memêra, eva yeka jî dîsa min kir.

Zînê rabû, xwe xemiland, mîna bazirganê Hemsik û Heyayê, hat pêş çevê mîrva berda sekinî. Bekir dîna xwe dayê, ma du dest ku Memê ji mîr bive. Ewî gote mîr, go:

-Mîrê min, rabin dewsa xwe li hev biguhêzin, kêfa we bê.

Ewana rabûn cîyê xwe hevdu guhartin. Zînê ma pêş çevê Memêva. Wextê Memê Zînê dît, idî şaş û heyrî li Zînê nihêrî. Mîr temam kiş kir û ma destek, wekî ji Memê bive.

Bekir go: -Mîrê min, ca derbekê li hev bixurin, bira ernê we rabin.

 

Mîr go:

 

-Memê, min tu birî, ha dibirî

Li mala metê hasê kirî

Bizanibe, ezê te bavêjime zîndana kevirî.

 

Memê go:

 

-Mîrê min, ne min jî tu dibirî

Li mala altbûnê hasê dikirî

Min qe nedigo ezê te bavêjime zîndana kevirî.

 

Heta Memê xwe hesîya, mîr ew dest jî jê bir û rabûn kişik ji ortê hildan. Xwera dîsa mîna berê xeberdan. Bekir go:

-Mîrê min, lê derheqa şertda we xwe kerr kirîye, hûnê çawakin? Xwe hûn ne zarin? Eva şerte we lîstîye.

Mîr go: -Bekir, xwe ne tenê îroye, emê hê gele cara bilîzin. Memê jî wê ji min bibe, ezê jî ji Memê bivim. Nav meda şert nexweze.

Bekir go: -Lê wextê Memê kiş ji te bibira, namûsa tera bilîsta, ew pak bû? Usane tu bênamûsî.

Mîr gura Bekir kir, Memê avîte zîndana darînî.

Zînê çi kir? Ewê ji zîndanê heta mala xwe leqem lêda. Şev û ro Memê bire herema xwe, xwera kêf, henek, xwerin û dayîn dikirin.

Bekir çû cem qîza xwe, go: -Lawo, ca remila xwe bîne, ka axirîya Memê wê çawa be?

Qîzê li remilê nihêrî, go:

-Bavo, xwe Memê negirtîye? Zînê ji zîndanê leqem lêdaye heta mala xwe. Niha Memê şev û ro nav sîng û berê Zînêdane.

Bekir çû bi çevê xwe dît, berê xwe da dîwana mîr, go:

-Mîrê min, min berêda jî digo, xûşka te namûsa xwe avîtîye erdê, lê te digo, Bekirî gevezeye. Hal û hewalê wê û Memê awa.

Mîr go: -Memê bavêjine zîndana kevirî.

Memê avîtine zîndana kevirî.

De bira Memê xwera zîndanêda be. Zînê şev-ro xurê wê bû girî û hêsir. Nêzîkaya şeş meha Memê zîndanêda ma û têda nexweş ket. Bekir dîsa çû cem qîza xwe, go:

-Lawo, wê çawa be axirîya Memê?

Go: -Bavo, hindik ma Qeretajdîn bê. Lê wekî mêr herin Memê derxin ji zîndanê, Memê wê sax bimîne, lê wekî jin derxin, Memê wê bimire.

Bekir çû cem mîr, go: -Were em Memê berdin, min bihîstîye Qeretajdînê bê.

Mîr gote Bekir: -Here Memê ji zîndanê bide azakirinê.

Bekir çû cem Zînê, go: -Qîzap, min îzina azabûna Memê ji mîr xwestîye, were me azake.

Zînê rabû carîyêd xwe û şirîtek hilda û çû ser devê zîndanê. Li Memê kire gazî, go:

-Ez hatime te berdim.

Memê di hundur zîndanêda bi kilamkî gote Zînê:

 

-Herê Zînê, tu werdî ha werdî

Malxirav, tu nehatî min berdî

Ez dizanim tê min der dî.

 

Zînê go:

 

-Gelî carîya, bavêjine bîrê şirîta zirave

Bavêjine nava Memê minî delale

Koka mala bavê min derê yekcare.

 

Go: -Gelî carîya, bavêjine bîrê şirîta sipîye

Bavêjine nava Memê minî cindîye

Memê minî bi zelûlî girtîye.

 

Wextê Zînê şirît avîte zîndanê, Memê avîte nava xwe. Zînê û carîya hevra hilbirîn. De, qewata jina…, Memê şirîtêva ba bû, heta kişandin, pişta Memê şikest. Memê derxistine derva, ewî carekê çevê Zînê nihêrî û texdîr da.

 

Zînê go:

 

-Gelî carîya, binhêrin Zînê bena-bişkoja

Ezê hewara xwe tême şexsê beroja

Memê mirîye, Zîn nagihîje denê nav roja.

 

Go: -Hûn binhêrin benî û guhara

Ezê hewara xwe tême şexsê berwara

Memê mirîye, Zîn nagihîje denê êvara.

 

Zînê û carîya cinyazê Memê birin, nav xwelîyêda heq kirin. Zînê gote carîya, go:

-Idî herine malêd xwe. Ezê ser tirba Memê bivime qertel.

Xatûn Perî jî xan û manê xwe û bejina xwe reş û şîn xemiland.

Bekir çû cem mîr, go: -Malxirab, tu çira usa qudûmketîyî? Rabe, em xwera herin bigerin.

Mîr û Bekir çûn gerê. Mîr ser tirba Memê qeretûyê Zînê dît. Ewî nizanibû Zînêye, go:

-Bekir, Xwedê hebînî, tê herî ser tirba Memê, ka ew çi qeretûye ser tirbê.

Bekir çû ser tirbê, dît eva Zînêye. Cara mayîn ew vegerîya cem mîr û gotê:

-Mîrê min, Memê mirîye jî , hê ji destê xûşka te xilaz nabe.

Dilê mîr şewitî, mîr çû ser tirbê, cem xûşkê, go:

 

-Herê Zînê, hoye, min hoye

Ezê nav Cizîrêda daynim kaşholoye

Yekî bivîn, eva ji tera Memoye.

 

Go: -Birao, koçika bavê min mezine

Belkî top lêkeve, welgere ji bine

Kê dîtîye, girtîyêd hebsa berde jine.

 

Go: -Birao, çiqas cindîyê Cizîra Botane

Hemû li cem min bav û birane

Xêncî nefsa Memê Alane.

 

Zînê go: -Bira, hemîn te gura Bekirê geveze kir, tu bûyî bayîsê me. Ezê niha wefat bim, lê gunê min situyê te be, tê tirba Memê vekî, pişta min û wî bidî hev. Ez zanim Qeretajdînê bê û tirba me veke, hergê te dît berê xweyî hevdaye, xûdanê zipik-zipik ser mera avîtîye, xwe bizanibe em maşoqê surêne. Lê wekî usa nebû, gunê min li situyê te be, tê cinyazê me bavêjî çolê.

Zînê cîda wefat bû. Mîr boy gotina wê ew cem Memê heq kir.

Cahab hat, go:

-Welle, Qeretajdîn tê, li rêye.

Mîr û Bekir çûn xwe kirine mishebxanê, derî ser xwe dadan. Qeretajdîn bi eskerva nêzîkî li Cizîrê kirin. Dûrva bi dûrebînê li şeherê xwe û xanmanê xwe nihêrî.

 

Qeretajdîn dûrebînê ber çevê xwe digerîne

Xatûn Perîyê mîna qertelekê li rewaqa jorîn dibîne

 

Go: -Weylê min malxirabî

Xan û manê min heznî û şîne.

 

Erfan dûrebînê hiltîne

Li ber çevê xwe digerîne

Memê û Zînê nabîne.

 

Çekan dûrebînê ji wan distîne

Li ber çevê xwe digerîne

Go: -Welle, halê min tunîne.

 

Ewana bi ecele leqîyan, berbi malê hatin. Hatine nêzîkî şeher. Kal û pîrêd şeher rabûn pêşîya Qeretajdînda çûn, wekî destê xwe nedine cimaetê, bêjinê ku raste Memo û Zînê bi rehma Xwedê mirine.

 

Çiqas kal û pîrêd Cizîra Botane

Milê wanî li bin ebane

Go: -Mirina Memo û Zînê bi rehma Xudane.

 

Qeretajdîn go:

 

-Ezê aşê ecelê bigerînim

Serîya dewsa hebêd gênim biwerînim

Zûkin, Memê û Zînê minra bînin.

 

Erfan go:

 

-Ezê aşê ecelê karkim

Serîya dewsa hebê gênim xarkim

Zûkin, Memo û Zînê minra peydakin.

 

Çekan go:

 

-Ezê soranîyê derînim

Serîya ji mila bifirînim

Xan û mana ser hevda welgerînim

Heta Memo û Zînê nebînim.

 

Cimaeta Cizîrê temamî gotine wana, go:

-Welle, mirina Memo û Zînê rehma Xwedêye. Tu kesî ew nekuştine.

Esker hat ser tirba Memo û Zînê hêwirî û peya bûn. Qeretajdîn tirb da vedanê. Îzina mîr û Bekir jî dan. Ewana jî ser tirbê hazir bûn. Wextê derê tirbê vekirin, cimaetê dîna xwe dayê, ku berê herduyan hevdane, xûdanê zipik-zipik ser wanra avîtîye, nûr û neder ji wan dibare.

Bekir jî serê xwe xar kire ser tirbê û go:

-Welle, Memo û Zînê hê saxin, ne mirine.

Wextê ewî usa got, Qeretajdîn şûrek li situyê Bekir da, serê wî firî alîyê tirbêyî dinê, cendekê wî ma cîda. Lê niqitke xûna wî kete tirbê, orta Memo û Zînê. Nav herdada ew niqitka xûnê bû dirîke uncûz, şîn bû. Heta niha jî dibêjin: “Ser tirba Memo û Zînê du gulêd bedew û bînxweş hêşîn dibin, lê dirîke nepake tûj orta herdu guladane, nahêle ew gulana nêzîkî hev bin.

Tirba Memo û Zînê serê riya Cizîrêye, nêzîkî Birca Beleke, merî çiqas wê dirîyê dibirin û dew ser koka wêda dikin, wekî şîn nebe, lê gava sal tê wê wextê, dîsa şîn dibe.

Wêderê her kesek çû mala xwe, lê mîrê Belgmixarê jî mîrata Cizîrê dabû Qeretajdîn. Her birakî çengeleke zêrîn jî li serê wan dabû, çawa mêrxasêd fêriz.

Paşî wê yekê Borê Memê bi xwe ji borxanê derket û berbi Muxurzemînê çû. Çû cem Al-paşa, çawa qewimîbû, yek bi yek gotê.

Paşê Al-paşa eskerekî giran civand, çû li ser bajarê Cizîrêda girt. Qebîla mala mîr Seydîn temam da ber xezayê. Tenê merîkî mala wana sax ma. Ew jî ne Cizîrêda bû. Ji silsileta wî niha merî hene.

Qebîla wana ji wê malê zefin; ew di nav êla Milla da nin.

 

Got Etarê Şero, 55 salî, xwendî, folklora cimaeta kurmancîyê zane, dimîne li Yêrêvanê, mehela Norkê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev