Pirs û pirsgirêkên kurdên ku li dewletên biyanî li koçberîyê dijîn

Pirs û pirsgirêkên kurdên ku li dewletên biyanî li koçberîyê dijîn

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 41

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 41an ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.
Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê, zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemû parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdarên hêja, îro jî Civak û Sîyaset di çarçovaya bernameya derbarê Diasporaya kurd, pirs û pirsgirêkên kurdan li welat û dewletên biyanî yên li koçberîyê dijîn dike mijar û babetên xwe. Herwiha nêt û armanca damezirandina Konfederasyona kurdên Evropayê, derheqa pilan û proje, rol û çalakîyên wê yên ji bo piştgirîya doza Kurdistanê, kesayetiyên kurd yên çalak, serokên wan komele û rexistinan ku li konfederasyonê de cihê xwe girtine, bernameya “Civak û Sîyaset” dike mêvanê we û di gel wan gotûbêjan dike. Vê carê mêvana me ye Seroka Federasyona dîaspora kurdên welatên Beneluxê, seroka Asosîasîa Kurdên Evropayê, qîza nivîskar, rojnamevan, lêkolînvan û rewşenbîrekî kurd yê nemir Wezîrê Eşo – xanim Karîna Wezîr.



Çendekê berî wê mêvanê bernameyê serokê Federasyona Komeleyên Kurd li Fînlandê birêz Welat Nehrî, serokê Federasyona Komeleyên Kurd li Danmarkê birêz Ednan Axacan, rojhilatnas û akademîsyen, nivîskar, profêsorê zanîngeha Abaya Alma Atayê, serokê civaka kurdên Qazaxistanê “Berbang”, serokê Kongreya Navnetewî ya Civaka Kurd (li welatên Sovyêta berê) Kinyazê Îbrahîm Mîrzoêv bûn.

Berî destpêka hevpeyvîna me, ezê bi kurtî nasiya we bidim jînenîgarya mêvana bernamayê Karîna Wezîr.

Kêye Karîna Wezîr?

Karîna Wezîr Raşîdova 15ê Gulana sala 1968an, li bajarê Yêrêvanê ya Ermenîstanê di malbeteke binavûdeng, Wezîrê Eşo û Gulîzera Baro de hatîye dinyayê. Pêşiyên Karîna Wezîr ji Zêtkaya Agirîyê koç kirine. Bavê Karînê xanimê, remetî Wezîrê Eşo nivîskar, werger û rojnamevanê Kurdî navdar bû. Mamosta Wezîrê Eşo di nava Kurdên Sovyêtistana berê de xwedî kedeke berçave, di radyoya Êrîvanê de berhemên xwe pêşkêş dikirin, xizmeta şanogeriya kurdî jî kiriye. Dengê xerîbîya Kurdan li Kurdistanê belav dikirin. Ewî çend pirtûkên çîrok û kurteromanan nivîsîye. Wezîrê Eşo warê wergervaniyê da jî xizmeta pêşxistina wêjeya kurdî kiriye. Ewî gelek berhemên nivîskarên ermenî yên kilasîk bi wergerên xwe kirine mal û milkê xwendevanên kurd. Bi sedan gotar û şiroveyên wî li ser rûpelên rojnameya Rya Teze û gelek rojname û kovarên kurdî li Evropayê, Ermenistanê û Moskovayê yên navendî de hatine weşandin. Ji ber vê keda bêhempa ew bi gelek xelatên bilind hatiye rewa kirin. Wezîrê Eşo heta mirina xwe li Belçîkayê di kar û mijûliyên nivîskariyê de berdewam bû. Ew di 23ê kanûna 2015an de li Brukselê çû ber dilovaniya Xwedê.

Ewî pey xwe re 4 zuretên hêja û xîret, du kur û du qîz hîştin. Mamosta Wezîrê Eşo li dilê
ewledên xwe de evîna welêt, evîna ziman û çanda kurdî geş kirin. Her çar zarokên vê malbeta navdar bûne xwedî xwendina bilind, jîyana bi rûmet, her yek ji wan hestên dilsoziyê, milethizîyê, hesreta welêt difûre.

Biçûka malê Karîna Wezîr gelek ji xwendinê hez dikir. Pişti qedandina dibistana navîn ya bajarê Yêrêvanê Karîna Wezîr Zanîngeha Yêrêvanê ya pêdagogiyê temam dike. Cendik sal wek mamosta dixebite. Piştî hilveşîna Yektîya Sovêtê terka Ermenîstanê dike û di destpêka sala 1991an de li paytexta Belçîka Brukselê bi cîh dibe. Di dibistana zimanan ya Brûksêlê de dest bi hînbûna zimanê Îngilîzî, Fransî û Flamanî dike. Ev dibistan jî bi serkeftî temam dike. Di xerîbyê de zanîna zimana pir girînge, ev yek jî alîkarya wê dike di îdare û sazîyên Belçîkayê de kar bike. Keça zên û firaset 6 zimana dizane. Gelek salan wek wergêr dixebite. Ew li Belçîka wek wergervana Komîsyona Penaberan, herweha di Polîsên Federal û yek ji navendên Ewlekariya Dewleta Belçîkayê da kar dike. Di heman demê de bi êginî tevî çalakiyên Diaspora Bruksêlê dibe. Keça çalak beşdarî semînar û civînên Buroya Brukselê ya Kurdî bi serokatîya Perwîn Cemîlê dibe. Dawî ev yek bû bingeheke xurt ji bo pêşveçûna kesayetiya Karîna Wezîr û bihêzkirina têkiliyên wê di nav diaspora kurdî de.

Di salên dawî de, Karîna xanim di gel çend hogiran Civaka Kurdên Ewrûpayê (KES) ava dike, li ku jî ev wek seroka vê sazîyê tê hilbijartin. Karîna Wezîr çendek berî vê wek seroka Federasyona Komeleya Kurdî ya welatên Beneluxê (ango, Belçîkayê, Nererlandê û Lyuksêmbûrgê) hate hilbijartin, ya ku 10ê hizîrana 2018 de hate saz kirin. Divê bê gotin ku Karîna xanim heman demê bi êginî tevî karê jîyana Belçîkayê ya civakî û siyasî dibe. Ew endama partiya social demokrat ya Belçîkayê ye û ji alîyê partiyê wek namzeda hilbijartinên herêmî yên rêveberiya şaredariyê hatîye hilbijartin.

Ew xweya du qîza ne. Keçên wê Mîdîya û Lana herd jî xwendekarên zanîngeha bilind in.Vê demê Karîna Wezîr di gel malbeta xwe li bajarê Bruksela Belçîkayê dijî û kar dike.

Rêzdara Karîna Wezîr re ji stûdyoya radyoya Ria taza li paytexta Belçîka Brukselê, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên Seroka Federasyona dîaspora kurdên Beneluxê, seroka Civaka Kurdên Evropayê, xanim Karîna Wezîr bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev